Bazirgana sewalan Mehfûza Silêman û 25 salên xebatê

Bazirgana sewalan Mehfûza Silêman 25 sale bi sewalan ve mijule û li ser xeta sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bazirganiyê dike.

 
ROJ HOZAN
Qamişlo - Mehfûza Silêman 50 salî ji gundê Çaxirbazar ê navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye 25 salin sewalvaniyê dike. Li bajarê Qamişloyê tevli hevjînê xwe Munîr Adem  destpêkê bazirganiya wan bi hev re bû, dûre bû xwedî aboriya xweser. Mehfûza bazirganiya sewalan di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dike. Heta Minbic, Reqa û Tebqayê jî qada bazirganiyê fireh kiriye û bi tena xwe bi vê xebatê radibe. Li Qamişloyê du xanên wê yên xwedîkirina hemû cureyên sewalan hene û li Başûrê Kurdistanê jî xaneke wê heye. Ji bo em Mehfûza Silêman nas bikin em pê re axivîn û wê ji me re behsa xebat û bazirganiya xwe kir.
Serpêhatiya jiyana Mehfûza
Berî Mehfûza derbasî qada bazirganiyê bibe bal kişand ser serpêhatiya jiyana xwe û wiha got: “Di dema min de wekî hemû dayikan min dibistan nexwend. Ez keçek tenê bûm ji dayik û bavê xwe re, ji bo wê her bavê min ji min re digot delala malê. Wextê ez mezin bûm û têgihîştim ez bi hevjînê xwe Munîr re zewicîm lê ez qet li malê nexebitî bûm û fikra min jî li ser tu karan tunebû. Malbata hevjînê min hemû bazirgan bûn û hejmarên mezin ji hemû cureyên heywanan xwedî dikirin. Gavên min ên destpêkê yên  hînbûna kedîkirina sewalan di mala hevjînê min de dest pê kir. Helbet ez bi hêsanî nebûm bazirgan min tecrubeyên bi salan girtine. Li gel hevjînê xwe ez hînî xwedîkirina sewalan bûm û hêdî hêdî ez fêr bûm hemû berhemên wan ji mast, şîr, penîr, rûnê nivîşk çekim. Li aliyê din jî ez hîn bûm sewalan bidoşim, paqij bikim û li wan xwedî derbikevim. Rast e malbata hevjînê min bazirgan bûn lê zagonek di vê malbatê de hebû pêwîst e ji sifrê de dest pê bikin û xwe ava bikin. Ji bo wê min û hevjînê xwe pir xizanî dît heya em îro di qada bazirganiyê de bi nav û deng bûn.”
Mehfûza di berdewamiya gotina xwe de li ser pêvajoya xweavakirina ber bi bazirganiyê ve axivî û wiha got: “Bi demê re min û hevjînê xwe avakirinên bingihîn çêkirin, ji berhemên çend sewalan me projeyên xwe berfireh kirin. Tevî şert û mercên zehmet jî ew ruhê xweavakirinê di canê me de zindî bû. Ger mirov bixwaze bigihîje armancên xwe tiştek nikare li pêşiya berhemdariya mirov bisekine. Bi firehkirina projeya mere me qada bazirganiyê fireh kir û niha jî em di navbera xeta sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojava de her wiha di navbera herêmên ereban de bazirganiyê dikin. Destên me digihîje gelek deran, xêra me jî pir bû.”
Xweserbûna aboriyê û firehiya qada bazirganiyê
Mehfûza behsa xweserbûna aboriya xwe ji hevjînê xwe kir û wiha pêde çû: “Piştî ez hînî rêbazên bazirganiyê bûm, min ji hevjînê xwe re got ez dixwazim bi tena xwe aboriya xwe ava bikim. Ji berhemên keda xwe min du xanên sewalan li bajarê qamişloyê ava kirin û yek jî li Başûr Kurdistanê, bi sedan ji hemû cureyên sewalên mîna mîh, bizin, karik, defîh, hesp, çêlek, kolik û hin ajalên bi bask ên mîna qaz û mirîşk di xanê de xwedî dikim. Dem bi dem ez diçim Başûrê Kurdistanê û sewalên pêwîst tînim her wiha kirîn û firotinê dikim. Ez bi xwe bi bazirganan re didim û distînim. Karê bazirganiyê yê zarokên min û hevjînê mina cuda ye. Niha li Başûrê Kurdistanê carna zarokên min dibin alîkar ji ber ku ez dem bi dem diçim wir lê li Rojava bazirganî di destên min de ye. Ez pêwîstiyên sewalên xwe bi cih tînim û karmendên min jî hene di xanan de, rast e barekî giran e lê ez berpirsyariya wê radikim.
Zehmetiyên bazirganiyê 
Di qada bazirganiyê de serkeftin û binkeftin heye her wiha bandorên krîza aborî jî carna li ser karê Mehfûza heye. Têkildarî van mijaran mehfûza wiha dibêje: “Di jiyanê de heya mirov binkeftinan nejî, tama serkeftinê jî hîs nake, qada pazirganiyê jî wiha ye serkeftin û binkeftin jî heye. Gelek caran sewalên min pir tên firotin ez bi ser dikevim û gelek caran bi sedemên cuda bin dikevim. Her kes dizane sewal nexweş dikevin û dimirin her wiha caran girtina sînor jî pir bandorê li ser bazirganiya min çêdike. Ev sewal xwarin û vexwarin jê re pêwîst e ger girtina sînor bi mehan dirêj bike bazar disekine lê ger riyên bazirganiyê vekirîbin ez pir serkeftinan jî qezenc dikim. Ez tu carî binkeftinên xwe ji xwe re nakim kelem di riya serkeftinan de ya girîng ew e ku ez kedeke bi qîmet ji civaka xwe re pêşkêş bikim.”
Mehfûza jiyana xwe mîna şoreşekê pênase dike pê re xeyalên xwe pêk aniye û vê yekê tîne ziman: “Ji ezmûnên jiyanê mirov tecrûbeyan digre ji bo wê min xwest ez zarokên xwe jî hînî bidestxistina aboriyeke xweser bikim. Hemû zarokên min ji xwe re bazirganiyê dikin bila ew jî di vê ezmûnê re derbas bibin, ji îradeya dayik û bavê xwe tecrube bigirin û xwedî hêz bin. Temenê min tenê hejmar e ji bo min û ez pir serbilind im bi karê xwe. Di dawiyê de hêviya min ji tevahî jinan heye ku li keda xwe xwedî derkevin û ji xwe re projeyan biafirînin. Di şoreşa jiyanê de bi ser ketim, bi hêviya ku her serkeftin malê jinan be.”