Baxê Sena hem aramiya jiyana wê hem jî çavkaniya debara wê ye

Ji jinên Şengalê yên kokên jiyanê li Şengalê mayînde kirine û rayê rayên wê berdane nava axa Êzidîxanê Sena Xidir a ji zarokatiyê ve bi bax û bîstanan mijule diyar kir ku mijulbûna axê aramiyê dide wê.

Şengal- Ji jinên Şengalê yên debara xwe ser çandiniyê dikin Sena Xidir a ji gunêd Dohla yê Şengalê ye bi hostahî xebatên bax û bîstanan dike. Senayê tevahî temenê xwe di nava baxçevaniyê de derbaz kiriye, ji ber malbata wê bi xwe bi çandiniyê re eleqeder dibe ew jî bi eşqeke mezin heya vî temenê xwe pêve mijûl bûye. Bostanê mala Senayê li Koça Cimê ya girêdayî komelgeha Dohlayê ye. Sena bi hemû ferdên malabata xwe her sal di meha sibatê de berê xwe didin nava baxên xwe û li gor her werzekê tiştan diçînin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de dema Sena jî bi malbata xwe re li nava bîstanê xwe bû hîn bûn ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirine. Dema çete nêzî wan dibin ew berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê.  Piştî salekê cardin berê xwe didin Şengalê û ji nû ve bi arikariya der û ciranên xwe biryara ji nû ve jiyanê li ser bax û bîstanê xwe dide.
“Mijulbûna axê aramiyê dide mirovan”
Sena Xidir karê çandiniyê weke sebrê dibîne ji bo wê bi ax û keskatiyê re mijûlbûnê weke aramiyê dibîne. Sena di baweriya Êzidiyatiyê de giringiya axê û mijulbûna şînahiyê wiha tîne ziman: “Ji bo me ax pîroze. Ger em di ber de kedê bidin ew dikare tevahî daxwazên me pêk bîne. Ji ber wê jî ya girîng ewe em rast xizmet bikin, bi dil û eşq kar bikin. Di nava baxçeyê xwe de em her cûre zebze diçînin. Herî zêde jî cîh ji bo kuncî, gulberoj, dexil û dan vediqetînî. Li gel çandiniyê em pez jî xwedî dikin. Hema bêje em tevahî karên çandinî û lawirvaniyê dikin.”
Sena Xidir bang li tevahî civaka Êzidî dike ku berî hertiştî xwedî li Êzidiyatiya xwe derbikevin û vegerin ser erdê xwe û dibêje: “Ger em bibin yek emê rê li fermanan bigirin.”