Bajarê El-Sûsa bi hinarên xwe yek ji cihên herî navdar e
Jinên bajarê El-Sûsa ku dikeve rojhilatê gundewarê Dêrazorê yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi domdarî û bi awayekî sereke karê çinîna hinaran dikin.
ZEYNEB XELÎF
Dêrazorê- Bajarê El-Sûsa girêdayî herêma Dêrazorê ye bi çandina darên hinaran pir navdar e û gelek malbat ji bo kou debara jiyana xwe bikin berê xwe didin çandiniyê her wiha ji ber kêmbûna derfetên kar di gelek beşên din de jin baştirîn dibînin ku di bexçeyên malbatên xwe de yan jî bi komek karkeran re di bexçeyên gundên derdorê de kar bikin da ku pêdiviyên xwe pêk bînin û debara malbatên xwe bikin.
Jina bi navê Eatîdal Adil El-Îsa 40 salî ye li bajarê El-Sûsa dijî, dibêje ku ew bi salan e di karên berhevkirina hinaran de dixebite û bi karên bexçeyan û çandiniyê ve girêdayî ye ji ber ku ev kar çavkaniya jiyana wê ye.
Li erda 10 hezar donim darên hinaran hatine çandin
Jinên bajarê El-Sûsa di dawiya meha îlonê de dest bi çinîna berhemên çandiniyê, bi taybetî berhevkirina hinaran kirine û dê nêzî mehekê berdewam bike. rRûbera zeviyê ku tê çandin nêzî 50 hezar donim e û ji wê zeviyê nêzî 10 hezar donim darên hinaran lê hatiye çandin.
Darên hinaran her ji 15 rojan çarek tên avdan û lêçûnên ku ji bo werza hinaran tê xerckirin ji her donimek re 3 hezar lîreyên Sûriyeyê ye ji ber ku pêdivî bi simad, mazot, derman û avê heye. Eatîdal Adil El-Îsa wiha dibêje: "Hinarên biçûk, ên navîn û yên mezin ji hev tên cudakirin û bihayê wan jî li gorî vê yekê tê guhertin."
Eatîdal Adil El-Îsa dibêje ku di hemû malên bajarê El-Sûsa de darên hinaran hene û wiha pêl dide gotinên xwe: "Em girîngiyeke mezin didin demsala berhevkirina hinaran, tevî ku karê berhevkirina hinaran ne hêsan e û em bi zehmetiyan re rû birû dimînin jî em karê xwe serkeftî derbas dikin. Çandiniya hinaran ji demek pir kevin û dirêj ve li bajarê Sûsa tê kirin û berhemên wê pir zêde ne û pêwîstiyên hejmareke mezin ji malbatan pêk tîne. Berhevkirina hinaran alîkariya jinên herêmê dike da ku debara malbatên xwe bikin."
"Çeteyên DAIŞ'ê bi sedan darên hinaran şewitandin"
Der barê kêmbûna berhemdariya hinaran de di çend salên borî de Eatîdal Adil El-Îsa diyar dike ku şert û mercên şer bandorke mezin li ser wan kiriye û wiha bi lêv dike: "Her dareke hinaran ji 70 heta 100 Kg. hinar digirt lê di salên ku çeteyên DAIŞ'ê herêm kontrol dikirin de dar bê av man û lênerîna wan tunebû ji ber ku piraniya xwediyên bexçeyan ji ber DAIŞ'ê koçber bibûn her wiha çeteyên DAIŞ'ê bi sedan darên hinaran birîn û şewitandin ev yek bû sedem ku berhemdariya hinaran kêm bibe û darek tenê ji 40 heta 60 Kg. digre."
Eatîdal Adil El-Îsa diyar dike ku piştî niştecihên herêmê vegeriyan, bexçeyên wan di rewşeke pir xirab de bûne û wiha pêde çû: "Cotkaran dest bi sererastkirina bexçeyên xwe kirin, darên şewitandî ji kokê de rakirin û ji nû ve çandin."
Xelkên bajarê El-Sûsê di pîşesaziyên malê de ji hinarê sûd werdigrin, wekî ava hinaran ku ji bo zivistanê çêdikin û hiltînin, tikildarî vê mijarê Eatîdal wiha dide zanîn: "Em ava hinaran ji bo mala xwe çêdikin û hiltînin zivistanê di heman demê de ji bo firotinê jî em amade dikin. Li gorî min a herî baş û bi sûd ew e ku em hinarên taze bixwin û ava wan a xwezayî ne ya ku di kargehan de amade dibe vexwin."
Sûdên hinarê ji bo tenduristiyê pir in
Jina bi navê Reşa El-Mihemed 35 salî ye ava hinaran çêdike û der barê çêkirina ava hinaran de wiha dibêje: “Piştê berhevkirina hinaran em libên wan derdixin û wan liban bi makîneya wê dikin av piştre em wê avê ji liban paqij dikin. Her wiha hin malbat di dema çêkirina ava hinaran de avê yan şekir an tiştên tirş lê zêde dikin lê ya herî baştir ew e ku em tiştekî lê zêde nekin da ku tama wê xweş be û rengê wê neyê guhertin."
Der barê sûd û faydeyên hinaran û bikaranîna wan de, Reşa El-Mihemed wiha dibêje: "Em hinaran û ava hinaran ji bo dermankirina pirsgirêkên kolon û mîde bi kar tînin. Her wiha sûdê dide nexweşên ku iltîhaba sîng bi wan re heye û mîde sererast dike û nexweşiyên wekî gêjbûn û serêşandinê baş dike.