Atolyeya 55 saleyî ya li Koye, li hêviya eleqeyek baştir e

Jinên ku di atolyeya Xalîçeyan ya Koye de dixebitin, diyar dikin ku dixwazin eleqeyek zêdetir ji bo atolyeya wan bê dayîn.

ŞILÊR KOYE

Koye – Atolyeya xalîçeya destçêkirî ya Koye, di 1’ê Gulana 1971’an de hate damezrandin. Niha li navenda bajarê Koye ye. Atolye hîn jî çalak e û jin li wir dişxulin. Avahiya wê bi piranî hatiye parastin, tenê çend odeyên din lê hatine zêdekirin. Berê, nêzîkî 300 jin li wir dixebitîn û hilberîna mehane dighîşt derdora 100 metreyan. Lê belê îro, karsazî ji sedî 90 kêm bûye.

Hunera çêkirina xalîçeyan li Koyê zêdetirî nîv sedsal e berdewam dike. Ev atolye ji bo bi sedan jinan hem cihek bêhnvedanê û hem jî debara jiyanê bûye û ev 55 sal in dixebite. Niha, nêzîkî 30 jin lê dixebitin. Lê belê, ji ber teqawidbûna karmendan û nebûna karmendên nû, atolye hêdî hêdî vala dibe. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku girîngî ji bo cihên wiha bê dayîn û ji nû ve derfetên kar ji bo jinan bên peydakirin.

‘Ev der ji bo jinan pir girîng e’

Bahar Şeyh Osman ku ev 13 sal in li vê atolyeyê dixebite, derheqê kar û atolyeyê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Atolye di sala 1971’an de hatiye damezrandin. Wê demê, keçên ciwan ên 9-10 salî jî dihatin girtin. Kar heta îro berdewam kiriye. Lê belê, piraniya karmendên berê teqawid bûne û ji sala 2013’an vir ve tu karmendên nû nehatine girtin. Ji ber vê yekê, hejmara karmendan li gorî berê pir kêm bûye. Ger ev berdewam bike û karmendên nû neyên girtin, atolye dê were girtin. Lê belê, ev der ji bo jinan pir girîng e. Ji bilî qezenca darayî, ew ji hêla civakî û psîkolojîk ve jî rihet e. Hebûna bi jinên din re bextewariyê tîne. Gelek jin hene ku niha dixwazin bixebitin, lê tu karmend tune ne.”

Bahar ragihand ku di destpêkê de kar ji bo wê pir dijwar bûye, bi demê re fêrî kar bûye û niha jî ji karê xwe hez dike. Bahar wiha domand: “Li Herêma Kurdistanê, hîn jî atolyeyên bi vî rengî li bajarên wekî Silêmanî, Hewlêr, Kesnezan, Şeqlawa û Soran hene. Baş dibe ku jin bikaribin mîna welatên din li malê xalîçeyan çêkin, lê derfeteke me ya wisa tune ye.”

‘Me gelek deverên dîrokî yên Koyê di nav xalîçeyan de hunandine’

Bahar her wiha bal kişand ser dema temamkirina xalîçeyekê û wiha domand: “Temamkirina hinek xalîçeyên mezin, salekê digre, lê yên biçûktir di mehekî de tên qedandin. Di xebata me de, me gelek cihên dîrokî yên Koyê - wekî baregeh û avahiyên çar-kemerî - di nav xalîçeyan de bicîh kirine. Her kesê ku wêneyek ji me re bîne dikare wê veguherîne xalîçeyekê. Pêşî, em têlan amade dikin, dûvre em şablonan diafirînin û li gorî daxwazê wan dihûnin. Di navbera xalîçeyên bi destan hatine hunandin û xalîçeyên bi makîneyê hatine çêkirin ên li sûkê de ferqek mezin heye. Yên me bi tevahî bi destan hatine çêkirin û pir domdar in, lê xalîçeyên bi makîneyê hatine çêkirin li kargehê têne hilberandin.”

‘Cihêkî dîrokî û çandî’

Gulale Osman ku ev 18 sal in li atolyeyê dixebite, qala pêvajoya ku nû bi dest çêkirina xalîçeyan kiriye dike. Gulale diyar kir ku dema nû despê kiriye, xebat jê re pir dijwar bûye û wiha pê de çû: “Di destpêkê de, kar pir dijwar bû, min digot qey ez ê nikaribim fêr bibim. Lê niha ez pir xwedî ezmûn im û ez ji karê xwe hez dikim. Karê ku em dikin çanda Kurdî nîşan dide û gelek kes tên ku wê bibînin. Xwendekarên ji dibistan û zanîngehan jî serdana vir dikin û fêr dibin ka çawa çêkirina xalîçeyan tê kirin. Berê, vê atolyeyê gelek derfetên kar ji bo jinan peyda dikir. Hin ji wan ji 9 saliya xwe ve dest bi xebatê dikirin û piraniya wan ji vir teqawid dibûn. Wan ji karê xwe hez dikir ji ber ku ew hem ji hêla aborî ve sûdmend bû û hem jî hawîrdorek civakî peyda dikir.”

‘Ez ji 9 saliya xwe ve li vir dixebitim’

Nemam Hemed Mustafa yek ji karkerên atolyeyê ye. Ew li Koyê ji dayîk bûye û di sala 1979’an de li vir dest bi xebatê kiriye. Neman ev agahî dan: “Ez ji 9 saliya xwe ve li vê atolyeyê dixebitim. Dema ku ez hatim, xwişka min li vir dixebitî, wê saetekê min perwerde kir û ez hatim girtin. Ji wê demê ve xalîçeyan çêdikim. Ez ji karê xwe hez dikim; ew hestek pir xweş e ku meriv bi keda xwe bixebite. Hûn dikarin bêyî ku girêdayî kesekî bin debara xwe bikin.”

‘Amûrên ku em bikar tînin zirardar in, lê xebat ji bo jinan çavkaniya serbilindiyê ye’

Nemam demên berê û yên niha wiha berawird dike: “Karê me berê çêtir bû. 200-300 jin dixebitîn. Meaşên me kêm bûn, lê pir bûn. Em ji saet heştê sibê heta saet sêyê piştî nîvro dixebitîn û li vir kantînek me hebû. Me hemûyan bi hev re dixwar û em kêfxweş dibûn. Em ji bo xebata demjimêrên zêde xelat digirtin. Xebat ji bo jinan çavkaniya serbilindiyê ye. Lê belê, çêkirina xalîçeyan pir dijwar e. Amûrên ku em bikar tînin, wekî maqes, çek û çengel, carinan dibin sedema birîndariyan. Lawazbûna çavan, êşa piştê û pirsgirêkên tenduristiyê yên cûrbecûr jî dikarin ji ber materyalên ku têne bikaranîn derkevin holê.”