Asya bi firoşgeha kirasên jinan debara xwe dike

Asya Eshed li nava suka Helepçeyê firoşgeha kirasên jinan vekiriye û bi xwe dabara mala xwe dike.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî – Daniştwana navçeya Helepçe ya Silêmaniyê Asya Eshed a sînoran nas nake hewil dide ji bo li beramberî hemû zor û zehmetiyên jiyanê ji bo debara xwe û malbata xwe kar bike. Asya Eshed yek ji wan jinên xwedî pêdawistiyên taybete ya li beramberî şertên jiyanê yên herî zehmet kedek mezin dide û ji bo xwe firoşgehek ya qumaşê kirasên jinan bi navê Kotalî Vina vekiriye. Asya ya bi xwe li firoşgehê dixwebite ji derveyî vê firoşgehê jî di rêxistina xwedî pêdawîstiyên taybet de karê dest jî dike wiha dibêje: “Divê jin qet şerm nekin bi xwe kar bikin û bi kedê xwe li ser lingan bigrin.” 
“Jinan bi kêfxweş ji cihê kar birêdikim”
Asya di derbarê karê xwe wiha  dibêje: “Ez firoşgeha xwe di saet 9’ê Siharê de di vekim heta 11’ê şevê pêşwaziya dîdaran dikim. Bi alikariya malbatê ez karê xwe baş dikim. Di nabera min û karde têkiliyek ya meya xurt heye. Hevalên min tên gel min heta derengê şevê li gel min li firoşgehê dimînin û em bi hev re dem debaz dikin. Ez gelek keyfxweş dibim dema jinek firoşgehek ya cilên jinan vedike. Dema jin tên vê firoşgehê gelek keyfxweş dibin, ji ber hemû tiştên bi dilê wan li vê derê peyda dibin. Dema tên tiştan dikirin ji têkiliyên me bi hevdû re gelek xurt bûne û em weke hevalên hev lê hatine.”
Di firoşgehê de karê dest jî dike
Asya dide diyarkirin ku ji derveyî xebata  firoşgehê, karê dest jî dike û wiha dom kir: “Ji derveyî firoşgehê ez karê dest jî dikim. Li gel rêxistina xwedî pêdawistiyên taybet kar dikim. Ez gelek bi karkirina xwe keyfxweşim.  Derdora min jî ji bo karkirinê gelek bi min re bûne alîkar. Daxwaza min ji jinan ewe ku kar bikin, kar ne zehmete. Bila şerm nekin, bêyî ku çavê wan bimîne li destê hinek din bila bi keda destan xwe li ser lingan bigrin.”