Asude û Henar ji bo kar heroj diçin Hewreman

Herêma Hewreman bi destkariyê bi nav û denge, jin û mêr ji bo pêdawistiyên jiyana xwe dabîn bikin bi hev re kar dikin. Asude û Henar jî du jinên ciwanin ji bo karkirinê rojane ji Helepçe diçin Hewreman heta ku destê wan di weste ji bo dabîn kirina jiyana xwe kar dikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Asude Osman û Henar Tahîr du jinên ciwan yên minakîn, ji bo jiyana xwe dabîn bikin rojane ji Helepçe bi rê dikevin heta digihin Hawnehewrî Wezanî ya li Hewremanê li wê derê Asude di xwaringehekê de karê hesaban dike û Henar jî di firoşgeha kulturî de tîştan di firoşe û herdû jî bi karê xwe gelek keyfxweşin. Di serdana ajansa me ya li cihê wan yê kar de herdû jinên ciwan behsa kerê xwe kirin.
“Li vê derê di kar de cudahiya jin û mêran nîne”
Dema em çûn firoşgehê Asude li firoşgehê ku karê hesaban dikir li ser karê xwe bû û bi ruyek keyfxweş pêşwazîya me kir û wiha behsa karê xwe kir: “Ev nêzî şeş salane li vê derê karê (Kasiyer) hesaban dikim, ev kare karek gelek xweşe û ez têde  bûme xwedî tecrube, ez li gel kes û karên xwe kar dikim û bi karê xwe gelek keyfxweşim. Daxwaza min ewe ku hemû malbat alîkariya zarokên xwe bikin da ku ji mal derbikevin û kar bikin. Ji ber tu cudahiya jin û mêran di karkirinê de nîne. Karkirin hem di aliyê madî de hem ji di aliyê derunî bi taybet di rewşa niha ya qeyrana aborî de mirovan keyfxweş dike.”
“Jin bi karkirinê keyfxweş dibin”
Jina ciwan ya bi navê Henar Tahir ku di firoşgehek ya hunerî de kar dike û ew tiştên hunerî yên di nava firoşgehê de di firoşe wiha got: “Di saetên siharê de têm vê derê heta derengî şevê kar dikim, di vê firoşgehê de tiştên hunerî û yê zarokan têde heye. Min xwendina xwe jî temam kiriye û ez ji karê xwe hez dikim. Ez bang li wan jinên ciwan ku zanîngeh temam kirine û ne damezrane nemînin li benda damezrandinê bila ji bo xwe kar peyda bikin ji ber hem bi xwe keyfxweş dibin hem jî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”