Armanc Muhemed: Projeyên aborî yên jinan, bersiva tundiya aborî ne
Rêveberiya Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armanc Muhemed destnîşan kir ku beriya sala 2012’an tundiyeke aborî ya zor li ser jinan ji hêla rejîma Beasê û mêran ve dihat meşandin. Her wiha da zanîn ku avakirina komîte û projeyên taybet, bersiva herî zelal a li hemberî wê tundiyê bûn ku bi hezaran jin cihê xwe di projeyên aborî de digrin û aboriya xweser bi dest xistine.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- tundiya aborî li ser jinan rola wan biçûk dixe, di heman demê de beşdariya wan a jiyanê bi sînor dike û dibe sedema gelek binpêkirinên mafên wan ên aborî. Ev tundî gelek şêweyên wê hene ku di nav sê xetên sereke de ye. Nehiştina jinan ji gihandina çavkaniyan aborî, bi serbestî desteserkirin û parastina çavkaniyên xwe yên aborî û îstîsmarkirina çavkaniyên jinan. Şîdeta aborî ya li ser jinan bi gelek reftaran tê kirin herî zêde bi kontrolkirin, mehrûmkirin, zordestî û pêşîlêgirtinê. Nimûneya wê jî wekî kontrolkirina lêçûnên jiyana malbatî û luks, nehiştina mal û çavkaniyên şexsî ji jinan re yan jî xebata ji bo kêmkirina wan wek bêparkirina mîras, karên bêpere, destwerdana kredî û deynan, an jî bikaranîna wan bi awayekî ku zirarê dide jinan. Astengkirina jinan ji gihandina azad a beşdariya civakî û aborî, kontrolkirina darayî û kontrolkirina zêde ya lêçûnan. Li pêşiya vê tundiyê, kar û xebatên jinan ji destpêka şoreşê avakirina komîteyên aborî û saziyên taybet ji bo aboriya jinan bersiva redkirinê ya herî zelal bû. Li seranserî Balur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyên çandinî, bazirganî û pîşesaziyê hatin vekirin û bi hezaran jin tevli projeyan bûn û aboriya xwe bi ser xistin. Der barê vê yekê de Rêveberiya Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armanc Muhemed ji ajansa me re axivî.
“Tundiya aborî ya li ser jinan ji aliyê mêran û rejîmê ve tê kirin”
Armanc da zanîn ku tundiyeke zor li ser jinan dihat meşandin ji hêla mêr û rejîmê ve beriya sala 2012’an û wiha dest bi axaftinê kir: “Em roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li jinên azadîxwaz pîroz dikin. Tundiya destpêkê ku li ser jinan hat meşandin bi riya desthilatdariya zilam a aborî bû ku her dem zilam xwe li ser malbatê serdest didît. Di heman demê de dema ku hejmara jinan a di dema desthilatdariya rejîma Beasê de li gorî berjewendî û siyaseta wan kar dikir û derfet jê re nebû kar bike da ku aboriya xwe bi dest bixe yan jî di projeyeke xweser de bi pêş bikeve û bi ser bikeve. Destpêkê xwesteka wan a projeyan tunebû, destpêkê em derbasî komînan bûn pêşinyarên me hebûn û em li jinan civiyan. Xwesteka jinan a aboriyeke xweser hebû ji bo ku ji bin destên zilam derkevin.”
“2000 jin ji tundiya aborî xilas bûne”
Armanc bal kişand ser têkoşîna jinan li hemberî şîdet û tundiyê û cihgirtina wan di projeyên aborî de û wiha pêde çû: “Piştî sala 2012’an jin dikaribûn xwedî roleke girîng bin bi taybetî di aliyê aborî de. Di 2015’an de bêtir jinan di warê aborî de cihê xwe girtin û Komîteya Aborî ava bû. me xwest wekî gava yekemîn ku em projeyan ji jinan re vekin çi sewaldarî be û çi bazirganî be ji bo ku ji bin desthilatdariya mêr dergeve. Ji bo rûniştandina zîhniyeta paşverû, pêwîstî bi perwerdekirina jinan û alîkariya wan hebû û li ser wî esasî perwerde û proje ji bo jinan hatin destpêkirin. Me xwest em projeyên taybet bi jinan re çêbikin da ku jin li ber mêr destên xwe venekin. Em dikarin bêjin ku heta roja îro pêşketinek heye û nêzî 2000 jin ji tundiya aborî xilas bûne. Em dixwazin hemû jin ji krîzê tundiya aborî derkevin lê belê hîn jî adet û kevneşopiyên kevin hene û ev yek hin dem jê re pêwîst e û dê bi riya perwerde, civîn û gihandina malbatan bi ser bikeve.”
Projeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Armanc di dawiya axaftina xwe de wiha behsa projeyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir: “Projeyên ku ji jinan re hatin vekirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandinî, bazirganî û pîşezazî bûn û bêtir milê çandinî bûn. Di van projeyan de hejmara mezin ji jinan cihê xwe di çandiniyê de girtin û li gorî wê amûr, alav, cih û hemû pêdiviyên çandiniyê hatin peydakirin. Proje li Qamişlo, Dêrik, Tirbe Spiyê hene. Her wiha piştî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî, jinên wan bajaran cihê xwe di kampa Hesekê de girtin û ji bo alîkariya van jinan hin proje hatin vekirin û nêzî 70 jin di wan projeyan de bi cih bûn. Projeya Tirbe Spiyê di dema berê de 20 Malên Şînî bûn lê niha me kirine 80 mal û her ku diçe û li gorî derfet û taqetê em projeyan berfireh dikin û hejmara jinan zêde dikin da ku heta ji me were em alîkariya hemû jinan bikin. Her wiha di aliyê pîşesaziyê de konsirwa hat vekirin û heta niha 4 ji wan ketine pratîkê. Di heman demê de projeya sewaldariyê li Navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo hatiye vekirin. Armanca sereke ew e ku jin bikaribin xwe bi pêş bixin û aboriya xwe bi dest bixin. Em hêvî dikin ku hemû jin bikaribin bi riya projeyan, bi derfetên herî biçûk xwe bi pêş bixin û azad bikin.”