‘Aboriya civakî li hemberî aboriya kapîtalîst alternatîf e’
Hevseroka Buroyên Kooperatîfan Cîhan Alû anî ziman ku aboriya civakî li hemberî aboriya kapîtalîst ku xwe dispêre metîngeriya li ser keda civakê alternatîf e û destnîşan kir ku ew dixwqazin aboriyekê ku gel têra xwe bike pêş bixin.
SÎLVA EL-ÎBRAÎM
Minbic – Paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aboriya civakî ku civak ji bo xwe têra xwe bike weke alternatîfa aboriya kapîtalîst pêşniyar dike. Kapîtalîzm bi cezakirina mirovan û çêkirina şer û qeyranên aborî armanc dike ku qezenca herî bilind bi dest bixe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingehê aboriya civakî ye ku civak bikaribe pêdiviya xwe tê de peyda bike. Bi aboriya ku bi piranî bi kooperatîfan tê organîzekirin, rêyek xweser a ku ne girêdayî çavkaniyên derve ye tê şopandin.
Hevseroka Buroya Kooperatîfan a Komîteya Aboriya Civakî ya Kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Alo xebatên wan nirxand.
Cîhan Alû diyar kir ku kapîtalîzm, aborî nîn e, dijberî wê dijminê aboriyê ye û got ku kapîtalîzm bihayên bazaran kontrol dike, yekdestdariyê ava dike û hewl dide berjewendiyan bi dest bixe. Cîhan Alû got ku ev pergal ne ya karkeran a xwediyên razemeniyan e, xwe dispêre berjewendiyên şexsî. Her wiha diyar kir ku kapîtalîzm, bi krîzên aborî û xizaniyê berê civakê de madiyatperestiyê.
Prensîbên xebata aboriya civakî
Cîhan Alû, modela aboriya civakî ya neteweya demokratîk weke; hevkariya aborî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê hilberînê dike pênase kir û got ku ev model di nava xwe de azadiya jinan dihewîne û xwedî armanca parastina hawirdorê ye. Cîhan Alû got: “Dahata ji aboriyê bi awayê adil parve dike û piştgirî dide ku jin di hemû waran de bi awayê herî çalak bixebitin. Aboriya civakî, di bingehê de xwe dispêre xebata hevpar a mirovan û ji bo pêşerojê li ser riyên debarê planan çêdike.”
Rol û serkeftinên koperatîfan
Cîha Alû, diyar kir ku koperatîf, bingeha aboriya civakî ya bi rêbazên demokratîk hatiye avakirin e, teşwîqê hilberîna ku zirarê nade derdor û xwezayê dike, piştgiriyê dide qadên weke perwerde, tendirustî û parastinê. Her wiha diyar kir ku di koperatîfan de li cihê belavkirina mehaneyan, li gorî rêjeya hilberînê û dahata mehane parvekirin çêdibe û got: “Di navbera projeyên mînak de; 146 firinên nan, aşeke ku 90 beşdarên wê hene, dermanxaneya çandiniyê ya 60 beşdarên wê hene, depoyeke xurekê ya 24 beşdarên wê hene û projeyên weke xwdîkirina mirîşkan, ajalkarî, hilberîna alif hene. Di navbera planên me yên ji bo pêşerojê de jî koperatîfa malzemeyên avahiyan, cihê şûştina wesayîdan û dermanxaneya veterîner heye.”
Aboriya civakî alternatîfa li dijî kapîtalîzmê ye
Cîhan Alû, bal kişand ku aboriya civakî ya xwe dispêre koperatîfan, dawî li aboriya kapîtalîst aniye û ketiye pêşiya wê û wiha bi dawî kir: “Ev modela aborî, derfet dide ku civak bi xwe aboriya xwe bi rêve bibe û bi saya vê yekê têrkirina xwe tê armanckirin. Aboriya civakî, yek ji rêbazên pejirandina modela neteweya demokratîk a li Bakur Rojhiltê Sûriyeyê ye.”