Şehid EL-Xisîn bi karê destan kêfxweşiya cejnê nîşan dide

Şehid EL-Xisîn bi meqes, kaxez û çapxaneyekê beriya du salan dest bi projeyekê kir, hem ji bo weke pîşe xwe di karê kaxezan de pêş bixe hem jî daçuna xwendina xwe ya zanîngehê jê digire û di heman demê de dema zanîngehê biqedîne jî bê kar namîne. Şehid dê ji rojên cejnê sudê bigire û di wê navberê de lêhurbûna xwe ya li ser karê xwe yê kaxedan firehtir bike.

REFÎF ISLÎM
Xeza - Şehid EL-Xesîn a 21 salî ya berî du salan dest bi pirojeya li hev anîna kaxezan kiriye her diçe heskirina wê ya ji bo karê wê zêde dibe û hewildanên wê yên berfirehkirina karê wê dewam dike. Ew dixwaze dan û sitandina ser karê xwe zêdebike ji bo wan hemûyan li ser rûpela xwe ya Instagramê biweşîne. Şehid diyar dike ku ev berhem zerfek kaxezê an qutiyên kartonê ne ku tê de şirînahî bi awayekî baş têde hatiye danîn da ku di munasebetan de nemaze di cejnê de were bikaranîn.
Şehid EL-Xisîn dibêje ku tesaduf bû sedema destpêkirina pirojeya wê a biçûk û wiha axaftina xwe domand, dema ku wê malperên tora civakî ji xwe re dişopand dît ku malper bi awayekî sîstematîk çêkirna reng û şikldanan dike û ev raman gelekî eciband. 
Şehid guh neda axaftinên derdora xwe berovajî wê ramanên xwe komî ser hev kir da ku şikldanên cuda çêbike û bi rastî jî karibû tişên nû derxe. Şehid li ser malperên tora civakî rûpelek binavê "Şehid bo Ramanan" çêkir ku di riya wê re hemû karên xwe yên destan belav kir. Piştî ku karê Şehid zêde bû ew êdî bi hewceyî kesî bû da alîkariya wê bike û dît ku beşdariya malbata wê di vê pirojeyê de çareseriya tekaneye, bi taybet ev kar jêhatîbûnek mezin naxwaze. Karê şopandina şikldanan li ser malperan kir û endamên malabata wê jî bi karê meqes û çapkirinê re mijû bûn.
Şehid dide zanîn ku karên destan çi karton dibe çi jî yê li ser darê hatibe kolandin, hêsan e lê hewceyî şopandinê ye. Dîdarên berhemên destan ên Şehid ta niha bêtir zarok in ku dayikên wan bi wê re dikevin peywendî da ku ji wan re şikildanan bo Remzanê an jî cejnê çêbike. Dema ku zarok wêne an navên xwe li ser kaxezê dibînin gelekî bextewar dibin, ev yek jî Şehid pir kêfxweş dikir ji ber ku dibe çavkaniya kêfxweşiyê di van munasebetan de.
Şehid dibêje ku di meha Remezanê û cejna remzan û qurbanê de gelek daxwaz jê re tên ji ber vê ew hewl dide ku hejmarek mezin çê bike.  
Şehid EL-Xesîn di dawiya axaftina xwe de dibêje ku bi asta ew gihştê gelek kêfxweşe û hêvî dike ku pirojeya xwe mezin bike ku veguhere navendeke sabit da ku şopîner karibin serdana wê bikin. Ew serbilind e ji ber ku ji gelek keçên nû dest bi kar kirine re bû nimûne.