Şaziye Kose: Em ê bi hev re li dijî xizaniya ku tê ferzkirin têbikoşin

Jinên HDP'yî rapora di çarçova hevdîtinên "ji xizaniya jinê re na" bi jinên li malê, li qadê, li kolanê û li gelek qadên jiyanê dixebitin re hatin ba hev de amade kirine dê bi raya giştî re parve bikin. Endama Komîyona Kedê û Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose got, "Em bi jinan re ji destpêkê heta dawiya welat bi jinan re civiyan û bêyî ku cudahiyê bixin navbera nêrîn û ramanên siyasî, li ser xizaniya hatiye ferzkirin axivîn. Di encama civînên ku me bi wan re kirin de, me soz da û soz girt ku em ê bi hev re têbikoşin û bi vegotina daxwazên wan di her platforma ku em tê de ne bînin ziman.”

 
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed -  Xebatên kampanya ku "Ji bo Jinan Edalet" a sernavê jêrîn a kampanyaya "Edalet ji bo her kesî" ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ve di 10’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, li her qadê berdewam kir. Di çarçoveya kampanyaya bi gotina "ji xizaniya jinan re na" de, jinên HDP'yî yên ji 1'ê Gulanê û vir ve li qadane, bi jinên li qadan, li kolanan yan jî li qadên din ên jiyanê dixebitin re hevdîtin kirin. Hevdîtinên ku ji herêma Egeyê dest pê kirin anîn her herêma Tirkiyeyê, jin di vê pêvajoyê de bi hezaran jinên karker re hatin cem hev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, dê encamên civînên "ji xizaniya jinan re na" yên li Marmara, Çukurova, Meletî û Mêrdînê pêk hat, îro li Navenda Giştî ya HDP'ê bi civîneke çapemeniyê eşkere bike.
Bi jinên ku di her warî de dixebitin re hevpeyvîn hat kirin
Endama Komîsyona Kedê û Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose ku di vê pêvajoyê de ked û zehmetiyên ku jin dikişînin dibîne got ku ew ji mûzîkjen, jinên roman, florîst, jinên ku di sektorên cihêreng de dixebitin, karkerên tûtinê yan jî jinên ku di şaxên cihêreng de dixebitin re civiya. Şaziye Kose diyar kir ku jinên karker yan jî ne karker mehkûmî kûrbûna xizaniyê ne, taybet bi pêvajoya pandemiyê re, dixwazin jinan bi vî awayî girêdayî mêran bikin.
"Bê cudakarî bikin bi hemû jinan re hatin ba hev" 
Şaziye Kose got ku ew her dem rastiyê dibînin ku serdestiya mêran jinan di jiyana xebatê de naxwazin û jin di jiyana kar de jî bi newekhevî û cihêkariyê re têdikoşin. Şaziye Kose di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bê guman, me dest bi têkoşîna li hember xizaniya ku tê xwestin li ser jinan were ferz kirin kir û em ji bo bêjin 'em nahêlin jin xizan bibe' derketin rê. Me bi jinên ji destpêk û dawî ya vî welatî re, bêyî cûdakariya nêrîn û ramanên wan ên siyasî hevdîtin kir û em li ser xizaniya tê ferzkirin peyivîn. Di encama civîn û hevdîtinên ku me bi wan re kirin de, me soz da û soz girt ku em ê bi hev re têbikoşin. Em ê daxwazên wan di her platforma ku em têde amandebin bînin ziman."
"Ji karkerên çandiniyê re stargeh, şert û mercên tenduristî û paqijiyê nayê peyda kirin" 
Şaziye Kose diyar kir ku jinên karker ên ew li qadê nas dikin bi zor û muçeyek kêm dixebitin û pirsgirêkên ku karker dikişînin wiha rêz kir: "Giliyên herî zêde keda erzan e, saetên pir dirêj dixebitin. Ji ber ku ew li malê jî dixebitin dibe îstîsmara dûcarî û cihên ku stargeh, şert û mercên tenduristî û paqijiyê nayê peyda kirin dixebitin. Şert û mercên xebatê yên karkerên çandiniyê yên demsalî pir zehmet e. Piraniya jinan di navbera 14 û 18 salî de mecbûr man ku dev ji xwendina xwe berdin. Karkerên titûnê ji ber ku haya wan jê heye ku debara jiyana wan ji destê wan tê girtin, ji bo pêşeroja xwe di fikar in. "
"Karkerên Kurd di nava mexdûriyetê de jî rastî êrîşê tên"
Şaziye Kose destnîşan kir ku haya jinan ji rewşa ku tê de hene û vê yekê pir baş îfade dikin û bivan gotinan bal kişand ser zehmetiyên ku jiyan dikin, “Di gelek mijaran de zehmetiyên wan hene. Di nav van de mûçeyên kêm û bêewlehî heye. Şert û mercên xanî, taybet ji bo karkerên çandiniyê yên demsalî, xedar in. Ew hewl didin ku di konan de bê av, bê tuwalet û bê serşok bijîn. Ji bo zarokan şert û mercên tenduristî, paqijî, perwerdehiyê tune. Gelek ji xwendina xwe dûr ketine. Li gel ku ewqas mexdûriyet heye, karkerên Kurd jî bi êrîşên nijadperest re rû bi rû dimînin. Ew her cihê ku diçin tên şermezarkirin û rastî mobbîngê tên.”
"Divê şert û mercên mirovî bên peyda kirin" 
Şaziye Kose ya ku diyar kir ew ê di çarçoveya kampanyaya "ji xizaniya jinan re na" de xebatê bidomînin û di dawiya kampanyayê de raporek amade kirin, di dawiya axaftina xwe de cih da van gotinan: "Rapor şert û mercên ku ji karkeran re bêne peyda kirin û daxwazên wan dê vebêje. Karkerên çandiniyê yên demsalî beşa çîna karker a ku herî zêde windakirina mafan tê de pêktê ne. Pêwîste ew bi qanûnî werin ewle kirin. Daxwazên bingehîn ên lezgîn ev in: mafê ewlehiya civakî, mûçeya rojane ji 1/30’ê kêmtirîn, demjimêrên xebatê heya demên ku di zagona kar de hatine destnîşan kirin were sînordarkirin, şert û mercên xanî cihên konteynerê ku ji bo şert û mercên jiyanê yên mirovî guncaw ji hêla rêveberiyên herêmî ve were çêkirin. Weke HDP ji bo pêkanîna van daxwazan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Pêşniyarên zagonî, lêkolînên dadrêsî û hewildanên ji bo anîna cem hev a karkerên çandiniyê di forma rêxistinê de ji mijarên girîng ên pêvajoya pêş in. "