ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 146 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Di meha Temûzê ya sala 2021’an de herî kêm 146 karkeran jiyana xwe ji dest dane ku 13’ê wan jinin.

Di meha Temûzê ya  sala 2021’an de herî kêm 146 karkeran jiyana xwe ji dest dane ku 13’ê wan jinin.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG), rapora cînayetên kar a meha Tîrmehê aşkera kir. Li gorî raporê di meha tîrmehê de 146 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ji karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 116 jê bihêq in, 30 jî karkerên ji bo xwe xebat kirine. ÎSÎG’ê, diyar kir ku di cînayetên kar de 13 karkerên jin û 133 karkerên mêr jiyana xwe ji dest dane û cînayetên karkerên jin di karên çandinî, maden û tenduristiyê de pêk hatine. 
Herî zêde li Stenbolê karkeran jiyana xwe ji dest daye
Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 8 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dane û ji van karkeran 4 jê sûriyeyî, 2 jê turkmenîstanî, yek afganîstanî û yek jî ji Koreya Başûr e. Di raporê de hat diyar kirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 10 jê zarok in û ev zarok di karên çandinî, avahî, enerjî û barkêşiyê de xebitîne û herî zêde li Stenbolê karkeran jiyana xwe ji dest daye.