Çîroka jinek Yemenî: Jiyana bi tayên pelê Palmiyeyê ve girêdayî
Safiya Hesen a ji zarokatiya xwe ve karê hunandina tayên ji pelên Palmiyeyan dike, bi vê pîşeya wek huner, debara xwe û zarokên xwe dike. Safiya dibêje ku vê pîşeya nazik ne tenê wek çavkaniyek debara jiyanê ye.
RAHMA ŞANZÛR
Yemen – Her ku krîza mirovî li Yemenê bi berdewamî xirabtir dibe, hunereke kevnar mîna xeta jiyanê ji bo bi dehan malbatên li bejahiyan derketiye holê. Jinên Yemenî pelên Palmiyeyê vediguherînin berhemên ku dahatiyek nerm çêdikin û alîkariya wan dikin ku di şert û mercên jiyanê yên dijwar de bikaribin bijîn.
Li navçeya El-Ma'afera li başûrê bajarê Taîza Yemenê, hunera çêkirina hunandina pelên Palmiyeyê, tevî guherîna şert û mercan, giraniya pevçûnê û koçberiyê jî, zindî dimîne. Bi dehan jin ji bo peydakirin pêdiviyên bingehîn ên malbatên xwe, wekî çavkaniya sereke ya dahatê xwe dispêrin wê.
Di zarokatiya xwe de destpê kir
Safiya Hesen a 57 salî, yek ji van jinan e. Wê ev huner ji zarokatiyê ve mîras girtiye û piştî zewaca xwe û paşê jî piştî mirina mêrê xwe berdewam kiriye. Safiya, di nav şert û mercên aborî yên dijwar de bûye debara sereke ya malbata xwe. Ew dibêje ku wê di temenê xwe yê biçûk de, li mala dê û bavê xwe dest bi vî karî kiriye û piştî zewacê jî berdewam kiriye. Hevjînê wê pelên Palmiyeyê ji geliyê aniye, wê jî wan dirûtiye û hunandiye. Piştî mirina wî, wê dît ku neçar e ku ji bo debara zarokên xwe xwe bispêre vê pîşeyê. Safiya da zanîn ku ew ji pelên Palmiyeyê şal û serpoşan çêdike, wan bi bihayên ku bi zorê pêdiviyên bingehîn ên wekî ard, şekir, çay û hin pêdiviyên malê têr dikin, difroşe. Safiya got ku “Em xwe bi van tiştên hêsan teselî dikin. Ger em bê kar bûna, kî dê debara me bikira?”
Carna nebatên din jî bikar tîne
Di pêvajoya çêkirinê de hunandina pelên Palmiyeyê ya mîna kezî heye. Piştre ev pêçan bi hev re têne dirûtin da ku hilberên dawîn biafirînin. Bi xeml û rengên hêsan ji bo balkêşiya estetîkî têne zêdekirin. Pelên Palmiyeyê ji bo çêkirina serpoşê, materyalên sereke ne. Bi gelemperî ji pelên Palmiyeyê têne derxistin, lê carna ji nebatên din ên wekî Palmiyeya doum a li deverên peravê têne derxistin.
‘Mirov êdî mîna berê li van tiştan nagerin’
Roja Safiya, di saetên serê sibê de dest pê dike. Ew ji bo zarokên xwe taştê amade dike, paşê dest bi karê çêkirina şal û tiştên din dike. Ew dibêje ku bi gelemperî rojane du şal û serpoş temam dike, yek ji sibê heta nîvro û yek jî ji nîvro heta êvarkî. Piştre ew hilberîna xwe ya heftane berhev dike da ku li sûkê bidrûn û bifroşe. Lê firotin ne hêsan e. Ew demên dirêj li sûkê derbas dike. Ji saet şeşê sibê heta yanzdehê nîvro û carinan ji ber daxwaza kêm, bi nîvê kelûpelên xwe yên nefirotî vedigere. Safiya destnîşan kir ku ku daxwaza van berheman kêm bûye, mirov êdî mîna berê li van tiştan nagerin.
Beşek ji nasname û mîrata herêmî ye
Tevî jêhatîbûn û afirîneriya jinên gundewarî, ev pîşe bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Di serî de kêmbûn û carna jî lêçûna bilind a madeyên xav û her weha zehmetiya gihîştina bazarên ji bo firotina berheman tê. Çîroka jiyana Safiya, dijwar e. Hê ciwan bû, dê û bavê wê mirin û bi malbatên din re jiya. Di berdêla xwarinê de pez diçêrand. Li wir, vê pîşeyê ji jinên li çêregehan fêr bû. Safiya got ku ev hunera ku di zarokatiya xwe de bi dest xistiye, bûye yekane rêya jiyanê ji bo wê.
Alîkariya rêxistinên mirovî xebata wan domdar dike
Bi destpêkirina şer re, ew û malbata wê du caran ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Pêşî ji gundê xwe ber bi herêma El-Kedhayê ve û dû re jî ber bi herêma El-Bîrîn a ku niha lê dijî ve koç kir. Safiya ragihand ku koçberiyê jiyana wan dijwartir kiriye, bi taybetî jî di bidestxistina pelên Palmiyeyê de ku madeya xav a bingehîn ji bo vê hunerê ye. Safiya diyar kir ku piştgiriya ku ji hêla hin rêxistinên mirovî ve bi şiklê pelên Palmiyeyê ve hatî peydakirin, alîkariya jinan kiriye ku xebata xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Piştî ku bidestxistina vê materyalê carinan hema hema ne gengaz bû, ev baş bû. Alîkariya xwarinê, her çend sînordar û bi navber be jî, carinan dibe alîkar ku hinek ji barê lêçûnên jiyanê sivik bike.”
Ev pîşe beşek ji nasname û mîrateyek herêmî ye jî
Safiya Hesen dixwaze vê hunerê bide keçên ciwan ên li herêma xwe, hêdî hêdî fêrî wan bike heya ku ew hunerê fêr bibin û bikaribin wekî çavkaniyek dahata pêşerojê, pê ve girêdayî bin. Tevî zehmetiyên aborî û kêmbûna daxwaza bazarê, Safiya Hesen û jinên din ên li gundên Taîzê hîn jî bi vê hunera kevneşopî ve girêdayî ne. Ne tenê wek çavkaniyek debara jiyanê, di heman demê de mîna beşek ji nasname û mîrateyek herêmî ku ji ber şer û şêwazên jiyanê yên guherbar bi xetereya windabûnê re rûbirû ye.