Çîroka hemû karkerên werzî yên ku destên wan bûne avik

Jinên wek Sîma Weysî, bi destên wan ên bûne avik û di milê wan de zarokên wan ên biçûk çima her roj li Rojhilatê Kurdistanê diçe baxçeyên germ? Ma dengê karkerên demsalî ku hatine bêdengkirin êdî dê neyê bihîstin?

SOMIA HASANÎ

Ravanser- 1’Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, keda bi milyonan karkeran ku bê navber didin, bi bîr dixe;  Stûnên bi destên xwe yên westiyayî çerxa jiyanê dizivirînin. Xeleka herî nazik a vê çerxê jî ji karkerên werzî pêk tên. Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber bêkariya tê jiyîn û qeyrana aborî, hejmara karkerên werzî zêde bûye. Bi taybetî jin, ji ber karên bi ewle nîne, neçar mane berê xwe bidin karên demkî, bê ewlehî û bê peyman.  

Jinên li herêma Silas Babacan, Ravanser yên girêdayî Ciwanro, li gel mêran di her qadên çandiniyê de ji bo heqê nan dixebitin. Piraniya van jinan, ji mafên xwe yên bingehîn ên wek sîgorte û teqawitbûnê bê par mane. Her sibe li meydanên bajêr, dikevin rêzê û li benda kar dimînin. Lê belê bi piranî destvala vedigrin malên xwe.

Jin neçar in karên werzî bikin

Sîma Weysî ya 36 salî, yek ji jinên karkerên werzî ya Ravanseriyê ye. Sîma bi destê xwe yê bûye avik, ji bo dahata malbata xwe bike li dijî şertên jiyanê yên dijwar têdikoşe. Li gel hevjîn û zarokên xwe her sal di Cotmehê de di demên berhevkirinê de diçin baxçeyên kesên din û wisa dahata xwe pêk tîne.  Sîma derbarê karê xwe de wiha got: “Hevjînê min karkerê înşaetê ye, debara me nabe. Em di kirê de ne. Di mehên Payîz û zivîstanê de hevjînê min diçe başurê Îranê dixebite, biharê û havînê dema li Ravansar kar bibîne, dimîne. Ez jî di demsala kar de li gel havalên xwe yên jin diçim di baxçeyan de dixebitim.”

Sîma bi rondikên çavên xwe rewşa ku dijî, wiha vedibêje: “Beriya du salan em fêr bûn ku pirsgirêka keça me ya bihîstinê heye, divê ameliyat bibe. Lêçûna zêde ya vê ameliyatê, jiyana me tengav kiriye. Bi ser pirsgirêkên rojane de, divê em pereyê ji bo dermankirina wê jî peyda bikin.”

‘Karê baxçe gelek zehmet e’

Sîma destnîşan kir ku di demên kar de jin mil bi milê mêran, heta gelek caran ji wan zêdetir dixebitin û wiha pê de çû: “Jinên tu kesek wan tune, dayîkên ku zarokên wan ên sêwî hene, yan jî malbatên ku rewşa wan a aborî gelek nebaş in, vî karî dikin. Hinek jin zarokên xwe li gel xwe tînin, hemû rojê di bin tavê de dixebitin. Ev kar gelek zehmete, ger em ne mecbur bin em nakin. Ji destpêka biharê heta dawiya havînê em di baxçeyan de kar dikin. Bi piranî em diçin gundên Zalavan û Nehrab, bi saetan di binê tavê de em dixebitin. Beriya dem destpê bike, em baxçe ji giyayên bêkêr paqij dikin, ev beş hinek din asantir e, ji ber ku hewa hê ewqas germ nabe.

Dema havîn nêz dibe, kar zehmettir dibe. Piştre şitlên firingiyan tên çandin. Em bi tiliya xwe ya destpêkê axê şitilan diçînin, ev kar zextê li tiliyan dike. Piştre berhevkirina nokan destpê dike, dema herî dijwar ev e. Germahiya dijwar, striyên nokan ku di destê me de diçe, xebata di nav axa dijwar de, me bêzar dike. Hefteya destpêkê destê me dibe avik, pişta hemû ciwanan diêşe. Berhevkirina firingiyan jî hê girantir e. Em firingiyan ji striyên wan vediqetînin û dikin kaseyan. Heqdest, li gor hejmarên kaseyên tên hilgirtin tê dayîn. Lê belê strî destan xêz dike, ne kaseyan. Piştre dor tê ser komkirina kartol û pîvazan. Çiqas torbe tije bibe, heqdest jî ewqas zêde dibe, lê belê kar gelek zehmet e. Ev kar tenê ji bo dahatê tê kirin, ya na kes ev qas êşan nagire ber çavan.”

‘Ciyên bêhnvedanê tunene’

Şîma bal kişand ser pirsgirêkên gihandinê û wiha got: “Hinek caran em 20 kes dikevin qaseya kamyonê. Tu tedbîrên ewlehiyê tunene. Em bûn şahidê çend qezayan, birîndar û heta mirî jî hebûn. Pêwîstiyên wek tuwalet û qadên bêhnvedanê jî tune. Di qadên xebatê de cihê bêhnvedanê tune, tuwalet tune. Hinek rojan heta em vedigerin malê, em hemû pêwîstiyên xwe taloq dikin. Şertên paqijiyê gelek xirab in. Kesên ku em karên wan dikin xwarinê bidin me,  ji heqdesta me dibirin.”

‘Tevî ku heqdest kêm e jî em neçar in bixebitin’

Sîma da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî mezin yên karkerên demsalî sîgorte û kêmaniya ewlehiya civakî ye û wiha got: “Tevî van hemû xeterî û tengasiyan, gava ku qeza an jî nexweşîn çêdibin, kes berpirsyariyê nagre ser xwe. Bapîrê min jî ev kar dikir, niha extiyar e, hêza wî nemaye, lê belê sîgorteya wî tuneye. Hê neçar e bixebite. Destê wî qurmiçîne, êdî hêz tê de nemaye, lê belê tu çareyek din nîne. Tevî zehmetî û enflasyona bilind, heqdest gelek kêm in. Ev heqdest têra debara rojane ya kesan nake.”