Çar werz keda jinan

Niha em di werza payîzê de ne û dema berhevkirina berhemên werza peyîzê ye. Ji vê re jî jin pêşengiyê dikin û debara jiyana xwe dikin. Her çendî piranî jin xwedî karek cûda ne jî lê belê ji ber nedayîna mûçe neçar in karkeriyê bikin.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Jin ji bo pêkanîna debara jiyana xwe her dem dixebitin. Niha werza berhevkirina herhemên payîzê ye. Beşek zêde ya jinan bêyî guh bidin giraniya kar ji berbanga sibehê heta êvarê ji bo debara jiyana xwe dixebitin.

‘Werza berhevkirina hinaran’

Karkera bi navê Humeyra Abdulrehman a ji Şarezûrê di saetên berbanga sibehê de ji malê derdikeve û heta êvarê hinaran berhev dike. Karker her çar werzan dixebitin û Humeyre Abdulrehman jî yek ji wan e. Humeyra da zanîn ku her çar werzan dixebitin û got: “Payîzê ewqas serma ye ku têhn di bedena me de namîne. Lê belê em neçar in bixebitin, ji ber pere nîn e. Mûçeyê şehîdan heye, çar meh carekê mûçe tê dayîn, ew jî têra debara jiyanê nake loma em neçar in bixebitin.”

‘Li gel karên xwe hewl didin demê xweş derbas bikin’

Ligel westandina kar û debara jiyanê, jin dema xwe bi hev re derbas dikin. Humeyra Andulrehman wiha got: “Li vê derê jin ji bo dema xwe xweş derbas bikin û westandinê hîs nekin henekan dikin. Em ewqas fêrî hev bûne ku rojek hev nebînin ji hev xerîb dibin. Daxwaza min ji jinan ew e ku çavên wan li destên kesek nebe, bila bi xwe bixebitin û bi pereyê ku digrin dikarin ji bo debara jiyana xwe bikin û sûdê jê bigrin.”