"Çanda gelê kurd hunereke û jinên kurd efrînerê wê çandê ne"

Elîf Elî ku ji temenê 17 salî ve karê destan dike behsa karê xwe kir û wiha got: "Ez heyanî niha cilê rîs, xêzê nexşeyên tentene, qenewîç û derdora şerpan bi morîkan çêdikim. Ez bi hêvî me jinên ciwan xwedî li çanda xwe derkevin. Ez weke jinek kurd heya ku dijîm nahêlim çanda min were jibîrkirin. Ez ê her dem hewl bidim vî karî bikim."

SARA ŞÊX HESEN 
Heleb – Di demên berê de jinan hemû pêdivî û alavên mala xwe bi destê xwe çêdikirin. Jin her tim efrîner bû, hewil dida ku çandê bi pêş bixe û biparêze. Hemû tiştên kevnar ên malê bi destê jinan hatiye çêkirin. Ji mînderan bigre heyanî balîvan ji orxanan bigre heyanî mase û kursiyan hemûyan bi hunerek li hev hatî çêdike. Jinên berê bi qasî ku efrîner bûn hewçedariya malê pir bi peryan tune bû, ev tê wateya ku jinên berê aborî bi pêş dixistin û ji tunebûnê hebûn çêdikirin. Yek ji wan jinan jî dayika Elîf Elî ya 79 salî ji gundê Zivingê yê girêdayî Efrînê û niha li Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê dimîne. Dayika Elîf heyanî niha tiştê mala xwe bi destê xwe çêdike, ji bilî vê yekê jî cilên rîs ji xwe û neviyên xwe re çêdike. Hemû karê xwe bi awayekî xweşk, hunerî û bi pisporî çêdike.
 "Jiyana borî tevî dijwariya wê ji ya niha xweştir bû"
Dayika Elîf Elî behsa kar û xebatên ku di jiyana xwe de kirye kir û wiha got: "Ez di 17 saliya xwe de fêrî karê destan bûm. Min gelek kar di jiyayna xwe de kir ye mîna çinîna pempiyan, palê nîskan, nokan, çêkirina nanê sêlê, çêkirina cilan û her wekî din. Bi rastî jiyana berê hindekî zehmet bû lê wateyeke wêyî xweş hebû. Me xwarin li ser agir çêdikir, cil bi destan dişûşt û av ji kaniyan dianî. Li gorî min ew jiyan tevî ewqas zehmetiyên xwe ji ya niha xweştir bû. Mirov dikarî bê dirav debara xwe bikira. Her êvar jî jinên temen mezin û biçûk li derdora çira qazê diciviyan û her yek karê ku bi destê xwe çêkir ye mîna xêzkirina li ser balgiyan, çêkirina cilan û çêkirina amûrên xwaringehê nîşanî hev didan yan her yek ji wan çîrokek an çawa roja xwe derbas kir ye digot. Me keçên temen biçûk jî bi xwe re fêrî hunera karê destan dikir." 
"Jinên demê berê xwedî meraq bûn"
Dayika Elîfe di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku tevî temenê xwe yî mezin dîsa vî karî dike û neviyên xwe jî hîn dike û wiha got: "Jinên demê berê xwedî meraq bûn, meraqa me hişt ku em fêrî her tiştî bibin. Eger min xêzek qanewîç an jî tentene xweşik li deverekê bidîta min bi lez ew xêzenexşe dianî ji bo ez wek wê xêzê çê bikim. Ez heyanî niha cilê rîsî, xêzê nexşeyên tentene, qenewîç û derdora şerpan bi morîkan çêdikim. Herî zêde orxanan çêdikim. Hin caran min orxanan bi pereyan çêdikir da ku ez pê debara xwe bikim û pêdeviyên zarokê xwe bi cih bînim. Di wê demê de min her orxanek bi 3 wereqeyan difrot. Ji ber derketina betanî û orxanên hazir, kêm kes orxana bi destê xwe çêdikin, lê ema orxanên ku bi destan tên çêkirin ji yê hazir baştirin, ji ber ku orxanên di kargehan de tên çêkirin zû xirab dibin û pir demek dirêj ber xwe nadin û ji bilî wê jî pir buhan e, berivajî orxanên bi destan tên çêkirin ku pir dirav naxwaze ji ber ku ji tiştên xwezayî çêdibe mîna hiriya Peza, qumaş û her wekî din."
"Çanda me hunereke pir xweşe û bi destê jinan hat parastin û bi pêşket"
Dayika Elîfe diyar kir ku karê destan hunereke û ne her kes dikare bike û wiha berdewam kir: "Di dema me ya niha de doşekên hirî kêm bûne û berdêla wan isfincên çêkirî tên bikar anîn. Jinên berê hunermend bûn, çanda me hunereke pir xweşe, bi destê jinan hat parastin û bi pêşket. Karê destan tenê li cem jinên kurd dihat dîtin. Ji bilî karê detan me karê çolê jî dikir mîna derxistina kokên dara yên ku hişk bibûn û me ji wan kokan komir çêdikir. Hemû jinan bi dilxwazî alîkariya hev dikirin û bi hev re birxul dikelandin û her yek ji wan mûneta xwe jê radikirin. Dema zivistan dihat em bi hewcedarî tiştekî ji derveyî malê nedbûn, ev tê wateya ku jinên berê çiqas aborînas bûn."
"Bi qasî ku di jiyana xwe de min orxan çêkirine niha dikarim çav girtî orxanan çêkim"
Dayika Elîfe got ku ew pir bêriya demê borî dike û wiha pê de çû: "Bi çêkirina tiştan ez sebra dilê xwe tînim. Temenê min mezin bû ye, êdî ez nema dikarim rabim ser lingê xwe û karê berê ku min dikir dîsa bikim, tevî vê yekê jî ez nikarim vala bê kar bimînim, niha karê destan û orxanan çêdikim. Hemû jinên temen mezin naxwazin bê kar bimînin û jiyana xwe vala û bê wate derbaskin. Ez orxanan ji malbat, zarok û cîranên xwe re çêdikim, destpêkê ez hirya berxa tînim, ji hev vedikim, paqij dikim, dişom, cureyek ji qumaş heye navê wî Coye lê ema niha nayê peyda kirin lewma qumaşek din ku dirêjeya wî 5 mitro be tînim, hirya xwe li ser radixim û bi derzî û dezî dest bi girêdana orxanan dikim. Bi qasî ku di jiyana xwe de min orxan çêkirine, niha dikarim çav girtî orxanan çêkim."
"Dema zarokên minî keç an xort dizewicîn min tiştê mala wan bi destê xwe çêdikir" 
Dayika Elîfe eşkere kir ku mirovê tiştan bi destê xwe çêbike pir hewcedariya wî bi kirînê nabe û wiha axivî: "Min pir caran karê xweyî destan diyarî heval û cîranên xwe dikir. Niha ji ber buhabûna rîs ez cilê ewropî yên bi rîs hatine çêkirn tînim, wan vedirşînim û ji nû ve ji rîsê wan cilan çêdikim. Ji ber mezinbûna temenê min, min hinek xêzên rîs û awayê çêkirina wan ji bîr kiriye, lê dema hin kes li pêşiya min carekê din çêbikin tê bîra min. Ez lîstukan jî ji neviyên xwe re çêdikim, niha jî min pir tişt ji wan re çêkir ye lê ji ber dûrbûna wan ez nikarim bighînim wan, ji ber vê yekê ez pir xemgînim. Dema zarokên minî keç an xort dizewicîn, tiştê mala wan bi gîştî min bi destê xwe çêdikir û diyarî wan dikir." 
"Ez weke jineke kurd heya ku dijîm nahêlim çanda min were jibîrkirin"
Dayika Elîfe di dawiya axaftina xwe de bang li nifşên nû kir ku xwedî li çanda xwe derbikevin û wiha got: "Kêmbûna hebûna tişten berê tê wateya kêmbûna hebûna çandê. Di demên borî de mirov bi gelek karan mijûl dibûn û tevî dijwariya kar lê alîkarî û hezkirina wan ji hev re karê wan sivik dikir. Di demên berê de jin ji cewhera xwe dûr neketibû û nehatibû pişaftin. Ez bi hêvî me ku jinên me yên ciwan li çanda xwe vegerin û xwedî lê derkevin. Çanda gelê kurd hunereke û jinên kurd efrînerê wê çandê ne. Ez weke jineke kurd heya ku dijîm nahêlim çanda min were jibîrkirin. Ez ê her dem hewl bidim vê karî bikim, neviyên xwe jî fêr bikim û ji wan re li ser jiyana berê biaxivîm da ku çanda me hebûan xwe bidomîne û neyê jibîrkirin."