Çanda cilên neteweyî bi ta û derziya Nesrîn tê neqişandin

Bi hatina Roja Jinên Cîhanê, Nesrîn Ehmed bi ta û derziyê cilên neteweyî dineqişîn e û cejna jinan bi berhemên ku bi keda dest û çavên xwe çêdike pîroz dike.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Li tevahî cîhanê her pêkhate bi çand, ziman û kevneşopiyên xwe tên nasîn. Jinên Kurd jî kevneşopiya xwe bi berhemên destên xwe diparêzin. Bi van berhemên xwe jî xemilandineke cuda didin cejina jinan û bi berhemên destên xwe pîroz dikin. Bi afrîneriyên xwe dixwazin rojên jinan her bixemilînin. Ji bo wê jî mirov dibîne ku bi hatina 8'ê Adarê re tevgera jinan zêdetir dibe û xweşbûneke balkêş didin cejnê. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê - Rojava bi hatina roja jinên cîhanê dest bi amadekariyan kirine û bi cil û bergên xwe dê reng bidin roja jinan. 
Jina bi navê Nesrîn Ehmed 39 salî ye, xwedî 5 zarokan e û li navçeya Sifeya bajarê Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava dijî. Nesrîn ji zaroktiya xwe ve hînî xemilandina cil û bergên Neteweyî bûye û heya roja îro jî kevneşopiya xwe dişopîne. Bi munasebeta hatina Roja Jinên Cîhanê, Nesrîn bi çanda xwe cilên Neteweyî bi morikan dixemilîne. 
Bi derziyê cilên neteweyî didirû
Nesrîn bi hezkirinek mezin bi derzî cilên neteweyî didirû û xemil dide wan. Nesrîn wiha behsa xemilandina cilên neteweyî dike: "Ez hîn 10 salî bûm min dest bi xemilandina cil û bergên neteweyî kir. Hezkirina min ji cil û bergên neteweyî re pir zêde ye, ji ber çanda dayik û dapîra min e. Rojek ji temenê min mabe ez ê her parastina cil û bergên neteweyî bikim, ji ber mirov bi çanda xwe hebûna xwe mayînde dike. Karê ku ez dikim gelek ked dixwaze û mejiyek ji xemlê fêm dike dixwaze. Ez ta bi derziyê ve dikim û bi morîkan cilan dixemilînim, ez pê pir kêfxweş dibim, dema ez wan didim jinan eşqa wan ji çanda wan re zêde dibe û bi kêfxweşiyek mezin li xwe dikin. Lewre bi şev û roj kar dikim da ku çanda xwe ji bîr nekim û rê li ber pişaftina wê ji aliyê pergala desthilatdar ve ku bi rêya şerê taybet dixwazin nasnameya civakê tune bikin, bigirim. Bêguman karê ku ez dikim bandorê pir li çavên min dike loma berçavk bi kar tînim da ku ez bi israrek mezin çanda cil û bergên neteweyî zindî bihêlim. Her wiha dema pêşangeh tên çêkirin keda xwe tê de didim xuyakirin û di aliyê aboriyê de sûdek mezin digirim."
Cil û berg kevneşopiya mirovan e
Nesrîn da zanîn ku cil û bergên mirovan kevneşopiya civakan dide nasîn: "Her parçeyek Kurdistanê û her herêm di warê modelê de xwedî hin xweseriyên taybet e. Di warê cil û bergan de jî xaka ku lê dijî diyar dike. Ji bo wê jî cil û berg kevneşopiya mirovan e. Ya ku parastina vê kevneşopiyê jî dike jin in. Ji ber jin dixwazin civakek qewîn ava bikin û hebûna xwe zindî bihelin. Pergala kapîtalîzîmê cil û bergên ku dide pêş bi riya medyayê laşê mirovan û bi taybetî jinan, di riya rêzefîlm, reklaman de teşhîr dike û civakê ber bi xirabûyînê ve dibe. Loma ez weke jineke Kurd dibînim ku erka min a sereke ew e ku ez çanda xwe ji pişaftinê biparêzim û di nava civakê de bidim hezkirin."
8'ê Adarê bi xemla jinan xweş dibe
Nisrîn diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi lixwekirina cil û bergên neteweyî xweş û geş dibe: "Her ku roja 8'ê Adarê tê em bi kelecanek mezin wê rojê pîroz dikin. Dema em diçin şahiyên wiha bi cilên neteweyî ew şahî zindî dibe, wekî gulên reng bi reng di nava gulistanê de. Wê demê em zêdetir kêfxweş dibin, hezkirina jiyanê di dilê me de gur dibe û em bi serbilindiyek mezin dibêjin em jinên Kurd in. Li ser van esasan ez 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikim û dixwazim ku bi ruhê vê rojê çanda xwe ya resen zindî bihêlim."