40 salin du firoşgehan bi rê ve dibe

Jina bi navê Tirkiya Yûsif a 65 salî, bi keda destên xwe du firoşgeh vekirin e û ev 40 sal in wan bi rê ve dibe. Tirkiya diyar kir ku ev 40 salin dabara jiyana xwe ew bi keda xwe bi rê ve dibe.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di taybetmendiya jinê de afrînerî û bi rê ve birina jiyanê pêş e. Her wiha ji dîrokê bigire heta roja îro jin xwedî mîrateyeke berxwedanê ye. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek derfetên mezin di aliyê aborî de li pêşiya jinê vebû. Her wiha jina ku di dema rejîma Baasê de nedikarî cihê xwe di nav karan de bigire, îro pêşengtiya her karê dikin. Her wiha gelek jin hene ku li mala xwe xwedî aboriyek ser bi xwe ne. Ji wan yek jî jina bi navê Tirkiya Yûsif a 65 saliye, li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî û zêderitî 40 salan e du fireşgehon bi rê ve dibe. Di firoşgeha Tirkiya de şînkahî, fêkî û alavên pêwist ên malan tê firotin. Tirkiya li ser jiyan û keda ku ew 40 salan bi rê ve dibe nêrîna xwe parve kir. 
"Temena xwe di nava vê karê de derbas kir"
Tirkiya da zanîn ku firoşgeha wê li kolanên Qamişlo ya herî kevine û got: "Di destpêkê de me di kirîn û firotina ajalan de kar dikir, lê wê demê me sûdekî baş jê ne digirt, ji bo wê jî min xwest ez firoşgehekê ji xwe re vekim û bi saya wê, debara mala xwe bikim. Firoşgeha min li kolanên Qamişlo ya herî kevin e û hemû şêniyên li van kolanan min nas dikin. Lê mixabin di roja îro de nirxên her tiştî bûha bûye û welatî gelek zehmetî dikişînin. Her wiha gelek malbatên xizan ji şînahî û fêkiyan bê par dimînin. Ruxmê ewqas dikkan hatine avakirin, lê tucaran mişteriyên dikkanê min kêm nebûne.  Min temena xwe di nava van firoşgehan de derbas kir. Ev çil salin ez şînkahiyan siharê zû tînim û van dikkanan difiroşim."
"Firoşgeha wê bi keda destê wê tê bi rê ve birin"
Tirkiya bal kişand li ser keda xwe di avakirina firoşgehê de û wiha pê de çû: "Min gelek kar di jiyana xwe de kirine û min gelek kedên mezin dane. Beriya ku ez van firoşgehan ava bikim ez gelek erd û zeviyan de xebitîm û di encamê de min qederek pere li ser hev kom kir û min her du firoşkehan bi keda destê xwe ava kir û niha jî dabara jiyana xwe bi rêve dibim. Dema min biryar da ku ez van firoşgehan vekim, derdorê min gelek pişkirî dan min û ev yek jî hişt ku ez keda destê xwe veguherînim projeyên wiha. Piştî ku min firoşgehên xwe vekir, her sal mezintir dibû. Dema min dît firoşgehê min bi keda destê min her ku diçe mezin dibe ev yek min kêyfxweş kir. Di hundirê firoşgehê min de şînkahî, fêkî û cureyên din ên pêdiviyên malê hene. Kesên ku tên firoşgehê min dest vala venagerin."
"Temenê wê li pêşiya xeyalên wê nabe asteng" 
Tirkiya her dawî diyar kir ku temenê wê li pêşiya karî wê tucaran nabe bend û wiha bi dawî kir: "Niha ez 65 salî me û firoşgehên ku ez bi rê ve dibim tucaran temenê min li pêşiya min nabe asteng. Gelek kes digotin temenê te mezin e û tu nexweşî nema vê karê bi rê ve bibe, lê hîn ez li ser piyanim û dikarim bi rê ve bibim. Her  roj ez bi kêyfxweşiyek mezin bi berbana sibehê re radibim û berê xwe didim sûkên şînkahiyan û li wir hemû pêdiviyên firoşgehên xwe pêk tînim û vedigerim firoşgehê. Her wiha xwediyên firoşgehên din rêzek mezin raberî min dikin. Ez niha bi firoşgehan xwe bi xwe xwedî dikim û ez heta li ser piyan bim ez ê her vê karê bidim meşandin."