15 jinan ji saziya Humim ê belgeya dirunê girtin

Li payîxta Yemenê Adenê saziya Humim peyîwira perwerdekirina jinên Yemenê û derfetên kar ji wan re peyîdakirinê girtiye ser milê xwe. Herî dawî 15 jinên dibiniya saziyê de perwerda dirunê didîtin 3’ê Mijdarê belgeyên xwe girtin ji bo bên peyîwirdarkirin û têkevin nava kar amadekarî tên kirin.

NÛR SİRÎB
Yemen- Saziya Pêşveçunê ya Yemenê Humim ya li paytexta Yemenê Adenê ji bo jinên Yemenê dewreyên perwerdê vedike û wan di aliyê pîşeyî de pêşdixe. Dewreya duyemîn ku ji bo jin di aliyê aboriyê de bikarin debara xwe bikin perwerda dirunê vekirin. Dewreya perwerda dirunê ya 20’ê Cotmehê despêkirî û 3 yê Mijdarê bidawî bûyî de 15 jinên hatin perwerde kirin dê li gorî pêwîstiyan li cihên pêdivî heye bên peyîwirdarkirin. 
Seroka saziya Humim Muna El-Yafeyî girêdayî dewreya perwerda dirunê ya 20'ê Cotmehê de dest pê kirî ev agahî da: "Di gava despêkê de em 15 jinan perwerde dikin. Yek ji girîngtirîn encamên perwerdeyê ew e ku jin karibin bixebitin. Ji bo jin ji hunera ku fêr bûne sûd wergirin û bi kêrî wan were di van şert û mercên aborî yên zehmet de karibin debara xwe bikin me pêdivî bi xebatek wiha dît."
Berhemê keda destê jinên Yemenê dê di Naytî Mol ê de bê dîtin
Muna El-Yafeyî destnîşan kir ku hejmarek jinên hatine perwerdekirin dê li gorî daxwaza wan, di saziyan de bên bicîhkirin û wiha pê de çû: "Em cil û bergên herêmî çêdikin û li bazara xwe ya li navenda sukê ya bi navê Naytî mol ê difroşin. Berhemên wan dê li bazara me ya saziyê ku berdewam vekir ye jî dê bê firotin."
“Ez kêfxweşim ku êdî bikarim bi xwe debara xwe bikim”
Sabirîn Teysîr yek ji jinên ku perwerdê dibîne anî ziman ku pir sûd ji perwerdeyê dîtiye û wiha got: "Pêdiviya min bi vê perwerdeyê hebû, da ku li gor hunera ez hîn bûm karekî bibînim û bi xwe debara xwe bikim. Ez pir kêfxweşim ku hunerek di destê min de heye ku dê di warê aborî de alîkariya min bike."