hiqûq
- 
             Projeya “Dengê wê bibîse” balê dikşîne tundiya li ser jinên koçberKomela Neteweyî ya Jin û Ragihandinê, bi piştgiriya rêxistina Bes e Şîdeta Li Dijî Jinê, ji bo balkişandina li ser tundiya li dijî jin û keçên koçber projeya “Dengê wê bibîse” da destpêkirin. 
- 
             Doza Mariya Sam a hatibû qetilkirin hat taloqkirinPiştî 6 mehan a li ser qetilkirina Mariya Sam a ku di 6’ê Adara îsal de li bajarê Hewlêrê hatibû qetilkirin, rûniştina yekem a dozê îro hat dîtin lê belê ji ber lewaziya dosyayê doz heta roja sêşema hate taloqkirin. 
- 
             Tundiya darazê bi dozan didomeEmîne Şenyaşar a ku bi îdaya li Îbrahîm Halîl Yildiz "heqaret kiriye" doz lê hat vekirin ji dadger pirsa, "zarokên min kê kuştin" kir. 
- 
             Li Canan Kaftancioglu ya CHP'yî cezayê pere hat birînLi Seroka Bajar a CHP'ê ya Stenbolê Kaftancioglu, bi îdiaya ku di parvekirinek xwe de heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye, 10 hezar û 620 lîre cezayê pere hat dayîn 
- 
             Ji wêneya mezin nihêrîna girtina Semra Guzel: Îşkence li kolana ye!Pêvajoya ku bi binçavkirina Semra Guzel dest pê kir asta îşkenceya ku derketiyê kolanan nîşan dide, rasterast peyamê dide gelê Kurd. 
- 
             Jina ku mafê xwe yê parastina rawa bikar anî hat berdanAsya Dizlek a ku li dijî Serkan Erdogan ê li hemberî zarokên xwe êrîşa zayendî pêk anî, mafê xwe yê parastina rawa bi kar anî, hat berdan. 
- 
             Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guven 43 sal cezayê girtîgehê xwestMeqama îdiayê ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku Îro danişîna wê hat dîtin, bi giştî heta 43 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwest. 
- 
             Polîsê ku ji ber tacîza li ser zarokek tê darizandin hê li ser peywira xwe ye!Der barê polîsê ku li Amedê li ser zarokek destdirêjiyê kir de ji ber ‘tacîza zayendî’ îdianame hat amadekirin û lêpirsîn hat destpê kirin lê ew polîs hê jî li ser peywira xwe ye! 
- 
             Rapora pispor ku hat diyarkirin mirina bi guman "kuştin" e, wek delîl nehat dîtin!Daxwaza ji nû ve vekirina lêpirsîna girtî ya Ayşe Tayurak a ku di rapora pispor a piştî mirina bi guman de tesbît bû ku hatiye qetilkirin ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin. 
- 
             Ji bo dosya Rozerîn Yildiz, biryara nepenîtiyê hat dayîn!Rozerîn Yildiz a li Hênî ji aliyê cerdevan Ozcan Yildiz ve rastî êrişa bi çek hat, 3 meh in têkoşîna jiyanê dide. Hate hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Hênî di dosyaya Rozerîn de biryara nepenîtiyê daye. 
- 
             "Desthilatdarî li şûna mafê jiyanê ya jinan li kotaya xwe fikirî"Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Raîfe Camcî, zêdebûna cînayetên jinan nirxand, bal kişand ku ji ber hikûmet li şûna mafê jiyanê yê jinan kotaya xwe difikire, pêşî li zêdebûnan cînayetan nayê girtin. 
- 
             Rastiya cihêkariyê û bandora wê li ser perwerdeyêYek ji mijarên dijwar jî rastiya cihêkariya zayendî ye, ku dibe ku li pêşiya xwendin û xebata jinan bibe astenig û herî zêde li gundan belav bûye û pêwîsî bi hişyarî û xebatê heye ji bo guhertina çanda serdest. 
- 
             Reyhan Abdî û pitika wê ya 2 mehî hat girtin!Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), der barê Reyhan Abdî ya Rojavayî û pitika wê ya 2 mehî ya li Stenbolê bêyî tu delîlek hebe hatin girtin, daxuyaniyek da. 
- 
             Ji AYM’ê der barê Laleş Çelîker de duyemîn biryara binpêkirinê: Darizandin dê ji nû ve bê dîtinDadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê Laleş Çelîker a ku ji ber cezayê muebetê ya li dadgeha Ewlehiyê hat dayîn 25 sal in di girtîgehê de tê girtin, der barê dosyayê de cara duyemîn biryara binpêkirinê da. 
- 
             Parêzerek serpêhatiya xwe ya tevlibûna hilbijartinan vedibêjeParêzer Îbtîsam Ehmed Mirî diyar kir ku ew yekem jin bû li parêzgeha Qena tevlî hilbijartinên Senatoyê bû, wê îsbat kir ku jin dikarin derkevin derve û xwe îfade bikin û beşdarî hilbijartinan bibin. 
- 
             Burcu Çelîk: Berdana Aysel Tugluk ji navendê tê astengkirinParlamentera berê ya HDP'ê Parêzer Burcu Çelîk bi gotina “ne wijdanî û ne hiqûqî ye” neberdana Aysel Tudluk a nexweşiya wê ya demansê heye nirxand û bal lê kişand ku berdana wê ji navendê tê astengkirin. 
- 
             ATK: Ji ber ku Mîraç li gor tabelaya "BISEKINE” tevnegeriyaye qeza pêk hatiye!Mîraç Mîroglûyê ku par li Hezexê bisîkletê dajot di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da. Di rapora ATK'ê de ajokarê wesayîta zirxî bêqisûr hat dîtin û hat îdiakirin ku ji ber Miraç li gor tabelaya "BISEKINE"tevnegeriya qeza hatiye jiyîn. 
- 
             Rastî û kêşeyên hebûna femînîst di sendîkayan deSendîkayên Cezayîrê di perwerdekirina karkerên jin, belavkirina hişmendiyê, bi taybetî têkildarî mafên wan a di qada kar û çareserkirina pirsgirêkên wan de rolek girîng dilîzin. 
- 
             “Divê qanûnên cihêkariyê yên li dijî jinan bên guhertin”Endama Enstîtuya Hevgirtina Jinan a Urdunê, Rabîha El-Sefdî, tekez kir ku divê qanûnên ku ji jinan re adiltir in bên xwestin da ku xebatên wan di civakê de di warên cuda de werin aktîfkirin. 
- 
             Hevgirtina jinan bi ser ket: Bersûcê gelek sûcan Baran Kizil hat girtinBaran Kizil ê ku piştî Îpek Gulşen xapandin û bi kuştinê gef lê xwar, xwest destavêtinê bike, hat girtin. Îpek Gulşen spasiya hemû kesên piştgirî dan wê kir û diyar kir ku hevgirtina jinan hêz da wê û ew zindî hişt. 
