Zagona bi hejmara 6284 çi ye? Ev zagon ji bo daxwazên çawa ye?

Zagona Ji bo Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta li Dijî Jinan a bi hejmara 6284, sala 2012’an, bi têkoşîna rêxistinên jinan ket meriyetê. Ev zagon; jinên rastî şîdetê hatine yan jî bi xetera şîdetê re rûbirû ne, zarokan, endamên malbatê û kesên ku mexdûrê şopandinê mane diparêze.

Bi vê zagonê mexdûr dikarin daxwazên çawa bikin?
- Jin bi xwe û zarokên xwe ve an li bajarê lê dijîn an jî ger tune be, li bajarek din mafê wan heye li stargehan werin bicihkirin, 
- Di rewşeke ku jiyana we di xeterê de be, dema hûn ji malê derkevin, ji bo parastinê kesek dikare bi we re be,
- Kesê şîdetê dike ji malê tê dûrxistin û ji bo nêzî mal, dibistan û cihê we
 yê kar nebe tê astengkirin, 
- Ji bo bi telefon, maîl, medya civakî yên amûrên ragihandinê ne we aciz neke tê astengkirin,  
- Kesên tên parastin divê li cihê lê dimînin, alkol, madeyên hişbir bi kar neynin an jî dema bi kar anîn, nêzî kesên tên parastin nebin, dema ku zêde bi van madeyan ve hatibin girêdan jî, di serî de razandina li nexweşxaneyê divê kontrol bibin û werin dermankirin, 
-Veşartina navnîşana we 
- Guherandina cihê we yê kar,
- Kesê şîdetê dike divê çeka xwe teslîmî polîsan bike, 
- Ji bo demek dayîna alîkariya madî,
- Mala hûn lê dimînin şerha malbatê didin ser, 
- Hûn dikarin daxwaz bikin ku agahiyên we yên nasnameyê û yên din werin guherandin.