Wefa Bedrî: Cihê kar divê nebe cihê tirs û xeterê
Bûyerên dawî li cihên kar û cihên pîşeyî yên curbecur li Mexribê ji bo jinên ku di şert û mercên heyî de di gelek waran de dixebitin bû sedema nîqaşan bi taybetî ji bo jinên ku di pîşesaziyên bazirganî û xizmetê de dixebitin.
Mexrib – Gelek jinên ku di qadên kar de bi tena serê xwe yan jî li deverên ku çavkaniyên wan kêm in dixebitin bi xeteran re rûbirû ne. Kuştina jineke ciwan li ajanseke veguhastina pereyan li Casablancayê, ji dozeke tenê ya sûc derket û pirsên nû li ser rastiyên cihê kar bi xwe re anî. Gelo jin heta çi radeyê ji pergalên zagonî û rêziknameyî mafê kar digrin. Rûmeta mirovan û ewlehiya bedenî çiqas dikarin biparêzin?
Rola mekanîzmayên ewlehiyê
Di bûyereke din de ku girîngiya tedbîrên ewlehiyê li cihên kar nîşan dide, hewldana diziyê ya ku bi ser neket li ajanseke veguhastina pereyan li Daxlayê çêbû. Bi saya çalakkirina pergala alarmê ji aliyê karmendek jin ve, bûyer bê zirar çareser bû. Çavdêran destnîşan kirin ku vê bûyerê rola mekanîzmayên ewlehiyê di kêmkirina xeterên ku karmend dikarin pê re rû bi rû bimînin de nîşan daye.
Li Mexribê, bi hezaran jinên ku di bazarên bazirganî û xizmetê de dixebitin, gelek caran xwe dispêrin keda takekesî yan jî di cihên biçûk de dixebitin ku pergalên ewlehî, çavdêrî û sîgortayê tune ne. Ev yek bi taybetî ji bo hinek ajans, dikan û xalên xizmetê derbasdar e.
Jinên karker bê parastin in
Li gorî pisporan, li cihên wisa jinên karker bêtir bêparastin in. Nebûna mekanîzmayên ragihandinê yên zelal û pergalên bersiva bilez, digel cudahiyên di şert û mercên ewlehiyê de li seranserê cihên kar, vê bêparastiniyê zêdetir dike.
Ev bûyer van pirsan derdixe hole: Bi taybetî ji bo bazarên aborî û civakî gelo hinek sazî heya çi radeyê ji bo parastinê, rêziknameyên ji bo şert û mercên xebatê yên guncaw û pîşeyî ji bo jinan ava kiriye û bipêş xistiye?
Her çendî Destûra Bingehîn a Mexribê mafê jiyanê, ewlehiya bedenî û rûmeta mirovan diparêze jî qanûna kedê kardêran mecbûr dike ku şert û mercên xebatê yên ewle û saxlem peyda bikin.
Pirsgirêk ne tenê hebûna rêziknameyên qanûnî ye
Her çendî bendên qanûna kar tekez dikin ku parastina karmendan ji rîskên pîşeyî berpirsiyariya kardêr e, parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku pirsgirêk ne tenê hebûna rêziknameyên qanûnî ye, di heman demê de asta ku ev rêzikname di qadê de tên bicîhanîn û şopandin jî heye.
Di vê çarçoveyê de, tê gotin ku şert û mercên ewlehî û parastinê bi rêkûpêk û bi bandor nayên şopandin, nemaze li cihên kar ên biçûk an ne fermî.
Parêzvana mafên mirovan Wefa Bedrî ku endama Foruma Modernîte û Ronakbîriyê ya Mexribê ye, dibêje ku tundiya li dijî jinan li cihên kar nikare wekî bûyerên takekesî were hesibandin. Li gorî wê, ev yek mafên bingehîn, di serî de mafê jiyanê, ewlehiya bedenî û mafê jinan ê xebatê di hawirdoreke ku rêzê li rûmeta mirovan digre, vedihewîne.
Wefa diyar kir ku her çendî di salên dawî de di warê maf û parastina pîşeyî de pêşketin çêbûbin jî şert û mercên parastinê li gelek cihên kar hê jî lawaz in. Her wiha destnîşan kir ku êrîşên li ser jinan li cihên kar, nemaze di wan deverên ku wê wekî hawîrdorên "nîv-rêxistinkirî" bi nav kir, pirsên cidî li ser şert û mercên ewlehiyê û rêzgirtina ji bo rûmeta mirovan derdixe holê.
Tundiya li ser bingeha zayendî
Li gorî Wefa Bedrî, ev bûyer nikarin ji çarçoveya berfireh a tundiya li ser bingeha zayendî cuda werin nirxandin. Jin carna di hawirdorên kar de ku parastin, ewlehî û çavdêriya bi bandor tune ne, bi xeterên mezintir re rû bi rû dimînin.
Wefa Bedrî tekez dike ku pirsgirêk ne tenê bi kiryarên sûc ve sînordar e, di heman demê de bi şert û mercên ku derfet ji bo êrîşên wiha diafirînin ve girêdayî ye û destnîşan dike ku nehevsengiya di têkiliyên hêzê de û têkelkirina nebaş a perspektîfên zayendî di polîtîkayên kar de jî faktorên bingehîn in.
Berpirsiyariya hevbeş
Wefa Bedrî diyar kir ku dîtina van bûyeran tenê wekî rewşên takekesî pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên bi bandor dijwar dike û destwerdan pir caran bi bertekên piştî bûyeran ve sînordar in.
Wefa Bedrî tekez kir ku parastina jinan li cihên kar mafekî bingehîn e, ne îmtiyazek e û destnîşan kir ku ev berpirsiyarî di navbera hikûmet, sazî, kardêr, saziyên çavdêriyê, sendîkayên karker û civaka sivîl de parvekirî ye.
Wefa Bedrî wiha bi dawî kir: “Divê şert û mercên xebatê yên jinan, bi taybetî di bazarên bazirganî û xizmetê de, werin şopandin. Divê kardêr neçar bibin tedbîrên ewlehiyê bigrin, mekanîzmayên agahdarkirinê werin xurtkirin û divê gihîştina parastina qanûnî ji bo jinên karker were hêsankirin. Cihê kar divê nebe cihê tirs û xeterê, bibe cihekî ku rûmet û ewlehî lê serdest bin.”