Tecrubeya jinên Kurd mînaka hêza hevgirtina femînîst e
Aktîvîsta mafên mirovan Xedîca El-Zegnînî ezmûna jinên Kurd, weke mînaka têkoşîna jinan a li herêmê bi nav kir û got: "Ezmûna wan modelek e, îlhama hevgirtina jinan li hemberî pirsgirêkên hevpar temsîl dike."

HENAN HERÊT
Mexrib – Komeleya Şamil a ji bo Jin û Malbatê, zêdetirî 27 salan e bi riya nêzîkatiyeke berfireh guhdarîkirin, rêberî, piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û entergrasyona aborî bi riya perwerdeya pîşeyî, vedihewîne. Di piştevaniya mexdûrên tundiyê û dûrxistina civakî de ezmûnek dewlemend berhev kiriye.
Seroka Komeleya Şamil a Jin û Malbatê li bajarê Quneytera bakurê paytexta Mexribê El-Rabad û çalakvana mafên mirovan û helbestvan Xedîca El-Zegnînî ji ajansa me re rewşa jinên Mexribî ya di nava kêşe û zehmetiyên aborî û civakî de şîrove kir. Her wiha qala rewşa jinên Filistîn û Sûriyeyê di nav de tecrubeya jinên Kurd jî vegot.
*Li gorî ezmûna we ya li qadê, nîşaneyên herî berbiçav ên lawaziya ku jin li bajarê Quneytera û derdora wê bi wan re rûbirû dimînin çi ne? Ma komên ku ji yên din bêhtir bi bandor bûne hene?
Der barê Quneytera de jin li vir ji ber gelek şêwaziyan zehmetiyan dikşînin. Her herêmek jî xwedî taybetmendiyên xwe yên taybet e. Komeleya Şamil ji bo Jin û Malbatê bi riya navenda pêşwazîkirina jinên di rewşên cuda de dozên ji her temenî, paşxaneyên erdnîgarî û civakî digre. Jinên koçber di şert û mercên dijwar de dijîn. Barê wan ji ber çanda civakî ya paşverû, muhafezekar giran e, pirsgirêkên wan ji ber rewşên neyînî her diçe zêde dibin.
Her wiha komên bêparastin jî hene wek jinên bê perwerde, jinên hevberdayî, yên hevjînên wan wefat kirine, jinên ciwan, karker û cotkarên jin ên li gundên nêzî bajaran. Ev jin ji ber tunebûna xweparastina civakî û alternatîfên aborî kêşeyan dikşînin.
*Komeleya Şamil a ji bo Jin û Malbatê çawa piştgiriyê dide mexdûrên tundiyê yan jî jinên di rewşên xeternak de? Hûn çi cure piştgiriyê didin wan?
Komeleya Şamil a ji bo Jin û Malbatê, zêdetirî 27 salan e bi riya nêzîkatiyeke berfireh ku guhdarîkirin, rêberî, piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û entegrasyona aborî bi riya perwerdeya pîşeyî, vedihewîne. Di piştevaniya mexdûrên tundiyê û dûrxistina ji civakê de xwedî ezmûnek dewlemend e. Armanca wê ew e ku bi pêşwaziya jinên di rewşên xeternak de bike, piştevaniyê li gorî pêdiviyên wan pêşkêş dike û alîkariya wan dike ji bo avakirina serxwebûna di warên aborî û civakî de. Bi taybetî komele piştevaniya jinên karker, ên di nava zeviyan de dike.
Komele ji bilî perwerdeyê piştgiriyek piralî dide jinan. Tîmeke hiqûqî ya ji du parêzerên jin pêk tê ava kiriye ku tê de ji bo jinên di rewşên dijwar de şêwirmendiya hiqûqî ya bêpere peyda dikin. Di heman demê de li gorî hewcedariya jinan piştevaniya psîkolojîk pêşkêşî wan dike. Tiştê ku komele pêşkêş dike gelek kêm in, ji ber ku pêdiviya jinên Mexribê bi piştgiriyê heye û bawer bikin ku dikarin li hemberî dijwariyan bi ser bikevin û bibin xwedî hêz.
*Nirxandina we ya çarçoveya zagonî ya Mexribê derbarê parastina jinan de, bi taybetî Zagona 103, 13 a li ser têkoşîna li dijî tundiyê, çi ye? Kêmasiyên herî berbiçav ên ku hûn dibînin çi ne?
Zagon piştî têkoşîn û xebata sê salan derket. Komele di nava aktorên civaka sivîl de bû ku di çarçoveya tor û koalîsyonan de pêşniyar pêşkêş kirin. Di heman demê de koalîsyona Bihara Rûmetê ku beşdarî çêkirin û pêşxistina naveroka vê metna zagonî bû. Lê ev zagon gelek lewaz maye û nebûye bend li hemberî parastina jin û zarokên Mexribî. Jin hêmana girîng a pêşketinê ne û pêşketina civakê bêyî misogerkirina rûmet û parastina wan nayê bidestxistin. Ger em pirsgirêkên jinan paşguh bikin em ê nikaribin civakek hevseng an jî pêşerojek geş ava bikin.
*Hûn rastiya jinan li herêmên şer ên weke Filistîn û Sûriyeyê çawa dibînin? Nirxandina we ya li ser rola jinan li wir di rûbirûbûna şer, dagirkerî û lewaziyê de çi ye?
Rewşa Filistîn û Sûriyeyê trajîk e û êşa jinan li wir nayê binavkirin. Rastiya jinên Sûriyeyê ew e ku bi êrîş, penaberî û wêraniya şer re rûbirû dimînin lê dîsa jî berxwedêr in. Ne gengaz e ku mirov behsa jinên Sûriyeyê bike bêyî ku behsa têkoşîna jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Wan ji bo parastina ax û rûmeta xwe çek hilgirtin, di heman demê de modeleke bêhempa ya berxwedana jinan û siyasî ava kirin.
Jinên Kurd di parastina bajarên xwe de û di şerê bi DAIŞ'ê re rolên pêşeng lîstine. Tevî van şert û mercên dijwar, ew dikaribûne avahiyên sivîl ava bikin ku dengê jinan xurt dikin û wan hêzdar dikin, roleke bi bandor di biryardayîna herêmî de bilîzin. Di nava yek ji şerên herî tevlihev ên herêmê de bûn sembola berxwedan û rizgariyê. Jinên Filistînî jî nêzî 50 sal in bi qirkirin û wêrankirina warê xwe re rûbirû dimînin lê tu kes guh nade êşa wan.
*Weke helbestvanek, gelo nivîsên we yên wêjeyî pirsgirêkên jinan nîşan didin? Çi li Mexribê çi jî li deverên krîz lê hene? Girîngiya wêjeyê di parastina pirsgirêkên jinan de çi ye?
Di berhevoka helbestên min a herî dawî de "Jinek ji Serdema Nakokiyê" ku di sala 2023'an de hat weşandin, min hewl da ezmûn û helwestên xwe bi riya metnan nîşan bidim, ne tenê ji perspektîfa hestên xwe yên weke jinek di heman demê de li gorî riyên siyasî, sendîkayî û xwendekariyê yên ku min jiyaye jî. Ez niha li ser berhevoka duyemîn a helbestan dixebitim ku beşek mezin ji wê dê ji bo pirsgirêkên jinan li cîhana Ereb, bi taybetî li Sûriye û Filistînê, were veqetandin.
*Hûn girîngiya hevgirtina jinan û tora civakî ya di navbera komeleyan de, di parastina pirsgirêkên jinan de çawa dibînin? Ma hûn di vî warî de xwedî ezmûn in?
Derbarê hevgirtina jinan de rastiyek û girîngiyek wê heye. Ji ber ku dema hewldan tên kirin, encama her gav dewlemendtir û bi bandortir dibe. Weke komeleyek ku bi malbat û jinan re eleqedar dibe, em di nava gelek koalîsyon û tevgerên femînîst de cîh digrin. Di nava tora "Ez Roza me" de her wiha em beşek ji komîteya parêzvaniyê ya hevpeymana "Buhara Rûmetê" ne ku di aliyê zagonî de dixebite û pirsgirêkên jinan, weke têkoşîna li dijî tundiyê, kurtajê û yên din diparêze. Ev beşdarî dihêlin ku em têgihîştina xwe ya li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên jinan kûrtir bikin û bandora hewldanên xwe zêde bikin.
*Peyama we ji bo jinên ku di rewşên bêparastin de dijîn û rastî tundî û îşkenceyê yan jî dûrxistinê tên çi ye?
Ez bang li jinan dikim ku dîwarê bêdengiyê bişkînin û li ser êşên xwe yên bi wan rûbirû dimînin biaxivin. Maf nayê dayîn, tê stendin. Bêdengî xizmeta jinan nake. Bêdengmayîna li hemberî neheqiyê carna dikare bibe sedema rewşên trajîk. Girîng e ku hemû cureyên tundiyê bên ragihandin. Divê saziyên fermî yên navneteweyî piştevaniyê bidin komeleyên ku parastina jinan dikin û çavkaniyên taybet ji wan re peyda bikin. Ji bo ku bikaribin bersivê bidin hewcedariyên jinên ku bi îstîsmarê re rûbirû dimînin.