Serdozgeriyê biryara beraetê ya komkujiya malbata Dedeogullarî xira kir

Serdozgeriya Dadgeha Bilind, biryarên beraetê yên der barê 10 kesên di sala 2021’ê de li navçeya Merama Konyayê ji malbata Dedeogullari 7 kesan bi Mehmet Altûn dabûn ketilkirin, derveyî hiqûqê dît.

Navenda Nûçeyan-7 ferdên Malbata Dedeogullari ya ku li navçeya Merama Konyayê rastî êrîşa nijadperest a malbatên Keleş û Çalik hatibûn, di roja 30’ê Tîrmehê 2021’ê de di encama êrişa çekdarî ya bûrayê Lutfî Keleş Mehmet Altûn pêk hat de hatin qetilkirin û mala malbatê lê dijî jî hat şewitandin.

4’emîn Dadgaha Cezayê Giran der barê Mehmet Altûn ê qetlîam pêk aniye de bi îdiaya ‘bi hestên hovane bi plansazî û qesta kuştinê’ cazeyê muebeda 7 car girankirî da. Der barê 10 bersûcan de jî biryara beraetê da. Biryar ji hêla Daîreya 1’emîn a Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Konyayê ve hat erêkirin.

Hat xwestin dosya ji nû ve were dîtin

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê; Serdozgeriya Dadgeya Bilind a Komarê dosya lêkolîn kir û diyar kir ku der barê Mehmet Altûn û bersûcên din de cezayeke têr nehatiye dayîn, yên ku Altûn arasteyî sûc kirine baş nehatiye lêkolînkirin û xwest ku dosye were xerakirin ji nû ve were dîtin.

Mesrefên otela luks çawa hatin dayîn?

Serdozgeriyê bal kişand ser êrişa nijadperest a 12’ê gulana 2021’ê û diyar kir ku pereyek zêde mezin li ser hesaba Mehmet Altûn hatiye razandin û Altûn ev pere xerc kirine. Serdozgeriyê destnîşan kir ku Altûn piştî êrişê çûye li cem xwişka xwe maye û ji bo ku kar peyda bike jî navçeyê terikandiye. Dîsa serdozger tesbît kir ku Altûn li bajarên cuda di otelên luks de maye û mesrefên van otelan çawa hatine dayîn, nehatiye lêkolînkirin.

Ji bo malbatê kom bike gotiye ez ji şaredariyê têm

Serdozgerî diyar kir ku Altûn di 20’ê tîrmehê de wesayîdek kirê kiriye û bi hema wesayîdê vegeriyaye navçeya Meramê û da zanîn ku Altûn piştre amadehiyên qetlîamê kiriye. Serdozgeriyê pêkhatina bûyerê wiha anî ziman: “Altûn ji bo 2 rojan wesayîdekê kirê dike, ji stasyona benzînê bi bîdonê 5 lîtreyan benzînê distîne, bi du şarjorên 15 fîşek, di nava tûrikekê de 20 fîşekan ve berê xwe daye malbata Dedeogûllari û dema ku Sîbelê dibîne ji bo hemû malbatê kom bike cem hev ji wan re gotiye ku ew ji Şaredariya Meramê hatiye. Dema dizane ku birayê Sibelê ne li malê ye û dê di demeke nêz de were malê, hinekê digere û şûnde dîsa di dora saet 18.19’an tê ber deriyê xaniyê wan.”

Piştî 7 kesan kuşt bi benzînê agir berda xaniyê malbatê

Serdozgerî diyar kir ku Altûn tevahiya endamên malbatê civandiye cem hev, maskeyê spî yê li ber rûyê xwe rakiriye, gule li 7 endamên malbatê barandiye, ji bo ku kesê sax nehêle, gule li Bariş û Metîn Dedeogularî yên li erdê dirêjkirî barandine, piştî 7 kesan kuştiye jî bi benzîna bi xwe re aniye, agir berda xaniyê malbatê. 

 Serdozgeriyê da zanîn ku dema Altûn di 4’ê Tebaxê de hatiye girtin, çeka di qetlîamê de hatiye bikaranîn li ser bûye. Serdozgerî anî ziman ku li ser destê Alî Çalik û Velî Keleş şopa bikaranîna çekê hatiye tesbîtkirin.

Serdozgeriyê îdia kir ku êrîş bi helwesteke nijadperst nehatiye kirin

Serdozgeriyê îdia kir ku êrişa der barê malbata Dedeogullari de bi helwesteke nijadperst nehatiye kirin, ji ber vê yekê jî bûyer wek “qirkirin” an jî “sûcê li dijî mirovahiyê” nayê destgirtin. Serdozger ji ber tesbîtên der barê êrişê de jî cezayê ji Altûn re hatiye birîn erê kir.

Hat xwestin biryarên beraetê bên nirxandin

Serdezgerî der barê biryara beraetê ya Alî Çalik, Alî Keleş, Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Alî Keleş, Velî Keleş, û Yahya Çalik de wiha got: “Divê telefonên bersûcan bikar anîne sînyalên wan baş werin tesbîtkirin, were diyarkirin ku bê ka kesên navên wan derbas bûye, li cem bersûc Mehmet Altûn mane yan na û xwest ji wê demê heya ku bûyer qewimiye ji cihê sînyala telefona wan bi krokiyê ji hêla endezyar û pisporan re were amadekirin.”

Divê hemû dîmen û qeyd bi baldarî werin lêkolînkirin

Serdozgeriyê diyar kir ku divê hemû dîmen û qeydên li dora cînayetê û malên derdorê werin tomarkirin û bi baldarî werin lêkolînkirin. Serdozgerî xwest ku ji hela gel û kesên nas jî derbarê delîlan de nêrînên xwe bînin ziman.

Lêkolîna hurgilî xwest

 Serdozgerî xwest ku bermayiyên bikaranîna çeke çawa û çima li ser destê Alî Çalik û Velî Keleş hatine dîtin bi rapora kesên zana were tesbîtkirin. Herwiha Serdozgerî xwest were tesbîtkirin ku bersûcê cînayetê Mehmet Altûn di kîjan otelan de maye û wiha pê de çû: “Divê Mehmet Altûn di kîjan otelan de maye, wesayîda kirê kiriye, di karê herî dawî de kengî ji kar derketiyê, dema xebitîna kar, mûçeya wî, sedema derketina ji kar, tezmînat jê re hatiye dayîn yan na, çiqas krediye ji bankayan kişandiye, texsîdên xwe razandiye yan na, ke texsîdên wî razadine, hemû liv û tevgerên hesaba wî ya bankayan lêkolînkirin hewce ye.”

Serdozgeriyê xwest bi raporekê krediyên Altûn kişandine, gelo bi hev re têkildar in yan na were diyarkirin û wiha domand: “Divê were tesbîtkirin ku gelo kes alîkariya madî li Altûn kiriye yan na, heger kiribe kê çiqas kiriye, bila hemû wesayîdên ku wî kesê kirê kirine agahiyên wan werin raporkirin, bila were diyarkirin bê ka ev kes bi bersûc Altûn re hatine cem hev yan na, eger hatibin cem hev bi saet û dîrokan divê were raporakirin û ji ber ev rewş baş nehatine lêkolînkirin, pêdivî bi xerakirina biryara beraetê çêbûye.

Di dawiyê de serdozgeriyê daxwaza xwe ji 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind re şand.