Sedemên astengkirina dozên jinan li Xezayê çi ne?
Jin li Xezayê ji ber derengmayîna dozên xwe yên di dadgehan de ku dibe çend sal bidomin û dibe ku biryar were dayîn û rayedarên berpirsyar ji ber gelek sedeman nikaribin cîbicî bikin, gelek êşê dikşînin.
RAFIF ESLEEM
Xeza – Jinên li Xezayê dema ku dozên wan tên paşvexistin di gelek waran de astengî derdikevin pêşiya wan. Jinên ku ji ber gelek sedeman nikarin karê xwe bikin, gelek êşê dikşînin.
Ola Mihemed ku nexwest navê wê yê rast were eşkerekirin diyar kir ku di dema hevberdanê de hevjînê wê yê berê cara sêyem li pey hev ji dayîna neqfê direve û wiha pê de çû: “Carna hîleyên cuda dibîne da ku saziya înfazê negihîje wê û pereyan jê negire. Çi wateya biryara dadgehê ye heger nikaribî vê biryarê bi cih bînî. Ev çend meh in ez û zarokên xwe li gel dayika xwe dimînin lê dayika min êdî nema dikare min û zarokên min xwedî bike.”
‘Zagon dijberî jinan in’
Semah Elî ku nexwest navê wê yê rast were eşkerekirin da zanîn ku çend sal berê ji ber sedemên cuda wê biryara hevberdanê daye lê biryara dadgehê ya hevberdanê bi encamp nebûye, ji ber ku dozên hevberdanê gelek salan dimînin bêyî ku tu biryar were dayîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Zagon jinan wek nêçîra mêran dibînin û ji ber ku mêr baş dizanin dadgeh dê mafên wan nede wan, heta ji destê wan tê jinan zêdetir reş dikin. Mêrê ku ez pê re zewicî bûm ji min xwest ez gelek pere bidim û dev ji hemû mafên xwe berdim da ku biryara hevberdanê bide min û doz bi dawî bibe.”
Jin ji mîras bêpar dimînin
Necat Ehmed ku nexwest ku navê wê yê rast were eşkerekirin da zanîn ku 6 sal in mîrasê xwe ji bavê xwe dixwaze û heta niha jî nikare encamekê bigire û wiha axivî: “Birayên min gotin mafê te yê mîrasê tune ye û her roj gefê li min dixwin da ku min bitirsînin ji bo ez dozê paşve bikşînim. Ez nizanim wê çend sal derbas bibe heta ku mafê xwe yê mîrasê bi dest bixim.”
‘Dozên hevberdanê ji ber tevliheviya proseduran demek dirêj didomin’
Parêzera li Navenda Karûbarên Jinan Suhêr El-Baba destnîşan kir ku dozên jinan ên li dadgehên şerîetê yên li Xezayê ji ber tevliheviya prosedurên ku tên şopandin, demek dirêj digrin û wiha anî ziman: “Di rewşên hevberdana hevjînan de ji ber temenê qanûnên di meriyetê de pirsgirêk heye. Kolektîfbûna qanûnên sepandî ne guncaw bû ji guherînên ku vê dawiyê di civakê de qewimîn, an jî ji peymanên navneteweyî yên ku Filistînê îmze kiribûn.”
Suhêr El-Baba anî ziman ku pirsgirêkên neqf, mafê xwedîkirina zarokan û hevberdanên kêfî hemû êşa jinan zêde dikin heta ku doza wan li dadgehên şerîetê bê çareserkirin, ji ber kombûna dozan û hejmara kêm a dadweran ku rojane 30-40 doz digirin û wiha got: “Di heyama dawî de der barê jinan de gelek talîmat hatin derxistin lê ji ber ku pêwîstî bi qanûneke zelal û bi xalên parastina mafan heye, ev talîmat têrê nakin. Di dozên şîdeta malbatê de ji ber ku qereqol bi awayekî cidî miameleyê nakin, doz nagihîjin dadgehê. Hebûna jinan li gel parêzerên jin ên pispor ji destpêka vekirina dozê ve rê li ber wan hêsantir dike ku prosedurên qanûnî yên di nav dadgehê de bimeşin.”