Saziyên jinan di parastina jinan a ji tundiyê de rolek girîng dilîzin
Saziyên jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina jinan a ji tundiyê de pêşengtiyê dikin û ji bo pêşxistina civakê û perwerdekirina jinan li ser mafên wan dixebitin.

ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Tundiya li dijî jinan yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ên civakî û mirovî ne ku îro civak pê re rûbirû dimîne. Formên wê ji fîzîkî bigre heta psîkolojîk, ji aborî bigre heta civakî diguhere û bandorên kûr li ser jiyana jinan û rolên wan ên di civakê de dihêle.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî aloziya siyasî û civakî, hewldanên saziyan derketine holê da ku piştgiriyê bidin jinan û mafên wan biparêzin. Ev hewldan derxistina zagonên astengkirinê, avakirina navendên parastinê û aktîvkirina rola edaleta civakî digre nava xwe.
'Ji bo parastina jinan navendên parastinê hatine vekirin'
Seroka Desteya Jinan a kantona Cizîrê Rohat Xelîl derbarê xizmetên navendên ku parastina jinên rastî êrîşan hatine dimeşînin de axivî. Rohat Xelîl ragihand ku hejmara van navendan pênc e û wiha pê de çû: “Pênc navendên parastina jinan hene. Ev di nav navendên parastina demkî ya jinan a ji bo 72 saetan pêşwazî dikin, belav dibin. Navendên daîmî jî heta sê mehan jinan pêşwazî dikin. Navendên parastina demkî, jinên ku rastî tundiya malbatê, civak an jî ji aliyê din ve hatine, pêşwaz dike. Di van navendan de xebat tê kirin da ku çareseriyên tavilê û radîkal ji bo pirsgirêkên wan werin dîtin."
'Ji jinên mexdûr re bernameyên curbicur tên li darxistin'
Rohat Xelîl diyar kir ku ew ji bo parastina mafên jinan dixebitin wiha got: “Deste jî hewl dide ku bi peydakirina bernameyên çandî û perwerdehî, her wiha lidarxistina danişînên piştgiriya psîkolojîk a di bin çavdêriya kesên pispor de, baweriya jinan bi wan zêde bike. Bi armanca bandorên tundiyê û ezmûnên dijwar ên mexdûr dijîn, kêm bike. Saziyên jinan jî bi Asayîşa Jinan re dixebitin. Pêvajo bi girtina gilî û raporên ku ji Mala Jinan re û ji wir jî ji Desteya Jinan re têne şandin, destpê dike. Paşê doz di nav sê mehan de tê teşhîskirin. Eger pirsgirêk neyê çareserkirin, mexdûr ji bo misogerkirina lênêrîn û piştgiriya berdewamî, ji navendeke parastina daîmî re tê veguheztin."
'Dozên tundiyê dişopînin'
Rêvebera Rêxistina Sara ya Parastina Mafên Jinan Reşa Derwîş jî li ser prosedura şopandina bûyerên bi vî rengî axivî. Reşa Derwîş wiha axivî: “Di dema şopandina me ya dozan a li dadgehên Rêveberiya Xweser de, bi rêya pêşkêşkirina gilî an raporên ji rayedarên peywendîdar, gelek dozên tundiyê tên şopandin. Em wek Rêxistina Sara, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her şeş meh an jî salê carek bîlançoyan kom dikin. Ev dane bi dozên ku em dişopînin û bi riya raporên ji dadgehên girêdayî Rêveberiya Xweser an Dozgeriya Giştî ve girêdayî ne."
'Zagonên têkildarî mafên jinan ji jinan re şîrove dikin'
Reşa Derwîş da zanîn ku Rêxistina Sara tenê bi piştevaniya zagonî sînordar namîne û wiha dom kir: “Em li ser bernameyên rehabîlîtasyonê dixebitin da ku jinan bi riya piştgiriya civakî bikin nav civakê. Em bi Desteya Jinan re di nava têkiliyan de ne da ku jinên ku rastê tundiyê tên biparêzin. Di heman demê de em bername û rûniştinên psîkolojîk û dayîna waneyên hişyarkirina li ser zagona têkildarî jinan, ji jinan re pêşkêş dikin.”
'Em ê rastiya têkoşîna jinan ji cîhanê re ragihînin'
Derbarê çawaniya parastina jinên rastî êrîşan hatine ya di çapemeniyê de, rojnamevan û pêşkêşvana televezyona JIN TV a bajarê Reqayê Neda Muhemed jî wiha got: “Bi riya bernameyên xwe yên heftane, em li ser mijarên wek tundiya li dijî jinan, jinberdan, pirjinî û êşa jinan a di kampan de nîqaş dikin. Her wiha agahdarkirina jinan a li ser mafên wan, ji bo bal kişandina ser dengê jinan û daxwazkirina ku civak sûcdarên sûcên li dijî jinan hesab bide, dixebitin. Ev bû sedema afirandina dengvedanek berfireh û hişmendiyek li ser girîngiya pirsgirêkên jinan ên di civakên me de. Divê em van bernameyên hişyarkirinê berdewam bikin, ji bo ku pirsgirêkên jinan ji cîhanê re pêşkêş bikin û rastiya têkoşîna jinan û dijwariyên ku li pêşiya pêşketinê radiwestin eşkare bikin.”