Runiştina doza Rojnameger Roza Metîna hat dîtin

Di doza Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna ya bi îdiaya “enmdatiya rêxistinê” hatî vekirin de dozger daxwaza girtîgehê kir.

 
Amed - Duyemîn doza Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna ya di çarçoveya lêpirsîna Kongrea Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darezandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna dozê ya ku Roza Metîna tevlî nebû û parêzerê wê Resul Temur amade bû. Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Roza Metîna re xwest. 
Parêzer Resûl Tamur ji bo bikaribe li hember mutalayê parastinê bike dema zêde xwest.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Resûl Tamur a ji bo demeke zêde qebûl kir û danişîn taloqî 12'ê Cotmehê kir.