Runiştina doza rojnameger Nûrcan Yalçin taloqî 29’ê Îlonê bû

Runiştina doza rojnameger Nûrcan Yalçin hat dîtin û runiştina paşê bê dîtin jî taloqî 29’ê Îlonê kirin.

Amed - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinê ya li Amedê de têkildarî rojnameger Nûrcan Yalçin bi îdiaya "endamtiya rêxistnê","propagandaya rêxistinê" doza hatibû vekirin. Di 4'emîn rûniştina dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Nûrcan û parêzerê xwe amade bûn. Destpêkê meqama îddiayê ji bo mutaalaya têkildarî esasê de ragihîne daxwaz kir Dozgerê Komarê ya Amedê dosyayê tevdi bike. 
Heyeta dadgehê biryar da dosya tevdii meqama îddiayê bê kirin û rûniştin taloqî 29'ê Îlonê kirin.