Rojnamegerên jin di navbera cudakarî û dûrxistinê de ne

Rojnamegeriya ku di teşedayîna hişmendiya giştî de rola sereke dilîze, bi gelek awayan rastî astengiyan tê. Misir jî yek ji wan cihan e û bi taybetî rojnamegerên jin, bi cudakariyê re rûbirû dimînin.

ESMA FETHÎ

Qahîre— Tevî serkeftinên ku gelek rojnamegerên jin di rojnamegeriya meydanî û rojnamegeriya lêkolînî de bi dest xistine jî; hê jî di warê rojnamegeriyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bi pergala kar, mekanîzmayên rêveberiyê û têgihîştinên civakî yên kevneşopî yên li ser rola jinan ve girêdayî gelek astengî derdikevin pêşiya rojnamegeran.

Bi pêşketinên lezgîn ên di warê medyayê de, mijarên wekhevî, ewlehiya kar û mercên xebatê yên bi ewle bûne beşek bingehîn a nîqaşên li ser pêşeroja rojnamegeriyê. Pêwîstiya avakirina saziyên medyayê yên wekhevtir ku dikarin ji jêhatîbûnên pîşeyî bêyî cudakarî sûdê bigrin, her diçe xwe zêdetir dide ferzkirin.

Ev pirsgirêk ne tenê bi cudakariya pîşeyî ve sînordar in, di heman demê de formên din ên binpêkirinan wekî tacîz, çavtirsandin û demxeya civakî jî di nava xwe de dihewînin. Ev yek bi awayekî zelal nebûna mekanîzmayan nîşan dide ku ji bo rojnamegerên jin mercên xebatê yên bi ewle û dadwer bigre bin temînatê.

Cudakariya li hemberî rojnamegerên jin

Rojnameger Fetan Subhî, li ser formên cudakariya ku jin di rêxistinên medyayê de bi wan re rû bi rû dimînin, tekez kir ku dûrxistin heta di qonaxa belavkirina dosyayan û hilbijartina rojnamegeran de ji bo xebatê di beşên cuda de dest pê dike û got: “Rojnamegerên jin pir caran ji hêla hinek rêveberan ve ji bo xebatên ku ‘kêm girîng’ tên hesibandin tên şandin. Di heman demê de dozên sereke yên wekî dadwerî, parlamento û serokatiyê de jî rojnamegerên mêr tên peywirdarkirin. Ev yek bi têgihîştinên qalibgirtî yên li ser rolên jinan di rojnamegeriyê de girêdayî ye ne ku bi jêhatîbûna pîşeyî ve. Di gelek warên din de jî cudakarî hene. Ji perwerdeyê bigre heta girtina mûçe, cudahiyê dikin navbera rojnamgerên jin û mêr.”

Fetan Subhî balê dikşîne ser feraseta li hember rojnamegerên jin û wiha didomîne: “Pir caran rêxistinên medyayê rojnamegerên jin ji ger an erkên girîng ên nûçeyan dûr dixin, wan wekî ‘bar’ an berpirsiyariyek zêde dibînin û ev yek jinan ji derfetên pêşketina pîşeyî bêpar dihêle.”

‘Jin zêdetir bi xetera derxistina ji kar re rûbirû dimînin’

Fetan Subhî diyar kir ku cudakarî ne tenê bi erkên kar an derfetên pêşveçûnê ve sînordar e, bandorê li ewlehiya kar jî dike û destnîşan kir ku dema rêxistinên medyayê piçûk dibin rojnamegerên jin, bêhtir di bin xetera derxistina ji kar de dimînin

Fetan Subhî di nava gotinên xwe de qala nêzikatiyên rêveberiyan dike û dibêje: “Hinek rêveberî jinan ji ber zewac, ducanîbûn, an berpirsiyariyên malbatê wekî "bar" dibînin, ev yek bandorê di gelek aliyan de li ser karê wan dike. Gelek rojnamegerên jin li cihê kar rastî binpêkirin û tacîzê tên. Wekî tacîza zayendî, şopandin û cudakariya li ser bingeha zayendî û tacîza ji medyaya dîjîtal, vê rewşê girantir dike û ev yek zexta psîkolojîk û pîşeyî zêde dike. Gelek rêxistinên medyayê hene mekanîzmayên wan li dijî binpêkirinan tunene. Gelek rojnamegerên jin ji tirsa windakirina derfetên kar an jî ji ber biçûkbûna rûmetê, ji axaftina li ser binpêkirinên ku pê re rû bi rû dimînin dûr dikevin.

Fetan Subhî ji ber nebûna perwerde û kampanyayên hişyarkirinê ji bo edîtor û rêveberên saziyan li ser wekhevî, cudakarî û afirandina hawirdora xebatê ya bi ewle ji bo jinan rexne kir.

Pêşniyarên ji bo başkirîna rewşa rojnamegerên jin

Fetan Subhî ji bo başkirina rewşa rojnamegerên jin çend pêşniyaran kir û tekez kir ku Sendîkaya Rojnamegerên Misrê divê rolek çalaktir di çavdêriya şert û mercên xebatê de bilîze.

Her wiha pêşniyar kir ku serdan û civînên bi rêkûpêk ji bo saziyên çapemeniyê, guhdarîkirina nêrînên rojnamegeran û danîna rêziknameyên navxweyî û kodên exlaqî yên wekheviyê digrin bin temînatê werin lidarxistin û got: “Nebûna van tedbîrên ewlehiyê gelek rojnamegerên jin neçar kiriye ku bêdeng bimînin, ji ber tirsa encamên pîşeyî û civakî. Çareserkirina pirsgirêkê hewceyê mudaxeleyên saziyî yên cidî ye ku jinan diparêzin û derfetên wekhev peyda dikin. Di encamê de, ji bo pirsgirêkên ku rojnamegerên jin bi wan re rû bi rû dimînin divê nirxandin li ser şert û mercên xebata di çapemeniyê de were kirin lewre derfetên wekhev û parastina li dijî hemû cureyên cudakarî û binpêkirinan pir girîng in.”

Fetan Subhî tekez kir ku pêşveçûna rojnamegeriyê ne tenê bi azadiya çapemeniyê yan jî başbûna şert û mercên aborî ve girêdayî ye, di heman demê de bi kapasîteya afirandina mercên xebatê yên dadwer ve jî girêdayî ye û wiha bi dawî kir: “Heta ku hesabdayîn, rapor û mekanîzmayên parastinê yên zelal tunebin, gelek rojnamegerên jin dê ji tirsa şermezarkirin, dûrxistin an jî windakirina karên xwe bêdeng bimînin. Ji ber vê rewşê divê gavên cidîtir ji aliyê çapemeniyê û rêxistinên pîşeyî ve werin avêtin. Piştgirî û hêzdarkirina rojnamegerên jin hêmaneke bingehîn e di avakirina medyaya cihêrengtir û serbixwetir de, dengê kesên cuda yên di civakê de nîşan dide. Ji ber ku hebûna jinan di rojnamegeriyê de ne tenê pirsgirêkeke jinan e, rasterast bi kalîte û temsîliyeta dadwer a medyayê ve girêdayî ye.