Radhia El Jerbî: Tiştên li Rojava tên jiyîn sûcên dijî mirovahiyê ne

Seroka Yekîtiya Jinên Neteweyî yên Tûnisê Radhia El Jerbî, êrîşên li dijî jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku tiştên li Rojavayê Kurdistanê tên jiyîn sûcên li dijî mirovahiyê ne.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis- Li dijî êrîşên cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el- Şam li ser gelê Kurd bi taybetî jin û zarokan û  bêdengiya navneteweyî li dijî vê zilmê, dengê jinên banga yekîtiyê dikin her diçe bilind dibe.

Seroka Yekîtiya Jinên Neteweyî yên Tûnisê û Alîkara Serokê Konseya Federasyona Jinên Navneteweyî Radhia El Jerbî êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kir û wiha got:

“Ez wek parêzvana mafên mirovan, tiştên li herêmê û cîhanê diqewimin dişopînim. Di heman demê de ji ber erka min a di konseyê de, berpirsyariya min a eleqederbûna bi mafên mirovan re heye. Ji ber vê li hinek herêmên Sûriyeyê, li Sûdan, Lîbya, Efganistan û Îranê binpêkirinên tên jiyîn sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ev êrîşek eşkere li dijî mafên jin û mirovan e. Mafê jinan ê jiyana bi rûmet heye.”

‘Jin rastî binpêkirinan tên’

Radhia El Jerbî wiha domand: “Polîtîkayên bi zorê yên koçberiyê ji aliyê hêzên dagirker ve li dijî Filistîniyan tê bi karanîn, li herêmên din jî em dibînin. Jin rastî binpêkirinan tên, bi zorê tên koçkirin, ji malên wan tên derxistin, hinek caran êrîşî beden û rûmeta wan tê kirin. Rastî tecawîzê tên, zarokên wan îşkence dibînin û hinek jê bi zorê ji destê wan tên girtin. Mixabin hemû sûcên li dijî mirovahiyê tê kirin, piranî em li herêmên Misilman dibînin. Ola Îslamê van sûcan red dike û şermezar dike, wek peymanên navnetewî ku şermezar dikin.”

‘Zagonên navneteweyî êdî kesê naparêzin’

Radhia El Jerbî piştevaniya xwe bi gelê Kurd ê li Rojava re anî ziman û got: “Îro di sedsala 21’an de, em di demek kûrewî, agahî û têkilî lez qezenc kirî de, dijîn. Tevî vê jî mixabin hê ev maf tên binpêkirin. Mirov rastî zilmê tên, mafê wan tune tê hesibandin û dengê wan tên qutkirin. Êdî zagonên navneteweyî, bi taybet di mijara parastina jin, zarok û bi gelemperî parastina yên bê parastin de baweriyê ava nake. Ji ber bi caran ev zagon bi cute standart hatine pêkanîn û me dît li gorî nasnameya mexduran biryar didin li gel bin an ne. Em di qadek naveneteweyî de ku di gelek mijaran de rola sazî û rêxistinên navnetewî paşde çûye dene.”

‘Divê jin bi xwe mafên xwe biparêzin’

Radhia El Jerbî da zanîn ku mafê jinan hê tê  binpêkirin û got: “Ez bi israr dibêjim, ez û hemû jinên azad, em bawer dikin ku mafên wan ne dewlet, ne kesek din na parêze, divê jin bi xwe mafê xwe bi parêzin. Divê hemû hêza xwe ji bo li gel her mazlum û mafan bibin yek. Ji berê vê li Sûriye, Sûdan, Efganistan û her herêmek ê Kurdistanê ez li gel hemû jinanim. Em hemû bi awayek herî bi hêz li gel wanin. Em hewl diin bi rêya rêxistinên mafê jinan, dengê wan bilind bikin, sûcên dijî wan eşkere bikin, derbarê van sûcan de di çarçoveyek erdnîgarî de nemînin û bila jin hîs bikin ku ne bi tenê ne.”

‘Asta tundî û binpêkirinan nayê jibîrkirin’

Radhia El Jerbî wiha got: “Ti kes asta tundî û binpêkirina ku jinên Êzidî, Ermenî û Kurd rastî hatine ji bîr nakin. Tiştên DAIŞ’ê kirî hê di bîran deye. Kenalên televizyonê, dîmenên bi tirs ên jinên ku bi zincîran hatin girêdan û li bazarên koleyan dihatin firotin wek Serdeman Navîn weşandin.”

Radhia El Jerbî çalakiyek ku li gel jinên Kurd beşdar bûyî bi bîr xist û wiha got: “Ez beşdarî konferansek a jinan bûm. Jinên kurd meznahiya êşên jiyan kirine anîn ziman, bêrîkirênên xwe yên demokrasî û azadiyê anîn ziman. Hema bêje hemû DAIŞ ji holê hate rakirin, li ser vê rêxistinê kontrolek a navneteweyî hebû, dîsa bûna qurabnî ya jinan a van pêkanînên der mirovî nayê qebulkirin.”

‘Bila jin hîs bikin ku ne bi tenê ne’

Radhia El Jerbî destnîşan kir ku dê dîrok jinên Êzidî bi bîr bîne û ew li gel berxwedan û biryardariya jinên rastî zilmê hatin û ji aliyê hêzên Îsraîl ve zilma ku li mêr û jinên Filsitînê hatî pêkanîne ne cûdaye û wiha got: “Li her cihê dinyayê erkê me, em li gel jinan bin û bi wan re di nava piştevaniyê din. Divê em van pêkanînan eşkere bikin û bila jin hîs bikin ku ne bi tenê ne, bila bizanin dengê wan ji aliyê hemû kesên dinyayê, ên ji van mafan bawer dikin û ji bo wan têkoşîn dikin tê bihîstin.”