‘Piştî guherîna zagona Rewşa Kesane zewaca zarokan zêde bû’
Li Iraqê piştî guherîna zagona derbarê Rewşa Kesane de, li parlementoyê xala‘Şerîeta Feqhî Cehferî’ hate erêkirin û ev jî rê li ber zewaca zarokan û pirzewaciyê vedike.

MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Di 27’ê Tebaxê de parlementoya Iraqê di çarçoveya guherîna Zagona Rewşa Kesane de xala ‘Şerîeta Feqhî Cehferî’ erê kir. Zagon ji hinek made û xalên cûda pêk tê. Lê belê ev rastî nerazîbûnan hat. Li gorî guherîna zagonê, rê dide zarokên keç û kur ku beriya 18 saliya xwe bizewicin. Her wiha di zagonê de derket holê ku mafê jinê tuneye. Di peymana zewacê de şert danîne ku hevjînê wê cara duyem nezewice.
Li gorî zagonê, zewaca zarokan û pirzewac li Iraqê êdî bûye zagon û hemû mafê jinê binpê dike. Her çiqas li başûrê Kurdistanê zagon destûr nede zewaca temenê bin 18 salî de jî, ji bo zewaca keçên di bin 18 salî de, bi erêkirina dayîk, bav û dadgehê destûr tê dayîn. Ev jî rê li ber zewaca zarokan vedike.
Têkildarî mijarê parêzer Aştî Abdullah ji ajansa me re axivî.
Aştî Abdullah diyar kir ku rêjeya zewaca di bin temenê 18 salî de, zêde bûye û got ku zagon rê dide vê yekê. Aştî Abdullah got ku mînak destûr heye lê bi şert e û wiha berdewam kir: “Divê di aliyê tenduristî de gihîştî be û dayîk û bav qayîl bin û ji dadgehê destûrê bigre. Ev peyman wek peymana zewaca 18 salî û jortir heman hikum û encaman bi xwe re tîne. Divê di aliyê tenduristiyê de têgihîştî be. Lê êdî ji 18 salî jortir, tenê testa xwînê tê xwestin.”
‘Sedema zêdebûna zewaca zarokan medyaya dijîtal e’
Aştî Abdullah da zanîn ku gelek sedemên zewaca zarokan heye û wiha got: “Dema em li Başûrê Kurdistanê binhêrin, sedemên zêdebûna zewacên zarokan, aliyê civakî ye. Ev civakek xwedî irf û edet e. Heta niha jî ger keçek 18 sal temam kiribe, malbat dixwazin bizewicînin. Sedemek din jî çavlêkirin û temaşekirina seranser a li pêvajoyê ye. Nafikirin ku pêvajoya zewacê çi ye û çawa ne. Niha gelek zarokên keç û jinên ciwan ji ber medyaya dijîtal û bandorên wê dixwazin zû bizewicin. Qeyrana aborî jî sedemek dine.”
‘Di malbatên hevberdayî de zewaca di bin temenê zagonî de zêde ye’
Aştî Abdullah diyar kir ku sedemek din ew e ku bi taybetî di malbatên hilweşiyayî de keç dixwazin zû bizewicin û wiha domand: “Her çiqas temen di bin 18 salî de be jî, an ger zarokên keç li gel dayîka xwe ya hevberdayî bijîn jî, dayîk hewl didin keça xwe di demek zû de bizewicînin. Hevjînê dayîk, anî jî hevjîna bav berpirsyartiya wan nagrin ser milê xwe û zewacên zarokan bi piranî di nava malbatên hevberdayî de derdikeve pêş. Bandora hatina koçberan jî heye. Her wiha qeyrana aborî ya giran heye. Malbat xwe li ber vê nagrin û ne xwedî îradeya bihêz e û bi piranî hevberdan rû dide. Yan jî irf û edet û zextên civakê jî di nava sedemên zewaca zarokan de cih digre.”
‘Divê hişyariya zagonî hebe’
Aştî Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Zewaca zarokan wisa dike ku malbat ji ber pirsgirêkan hilweşe. Her wiha bê agahiya derbarê peymana zewacê de sedemek din e. Niha yên di 2006’an de hatiye dinê, bê belge hatine zewicandin û niha jî daxwaza heq û maf dikin. Mirov ji bo di dadgehê de parastina mafê xwe bike divê hişyar be. Piranî peymanên zewacê naxwînin û divê agahdar û hişyar bin û bizanin di demê hevberdanê de çi bikin. Zewaca di bin temenê 18 salî de ne guncaw e, ji ber wê divê ciwan xwendina xwe temam bikin û xwe bipêş bixin da ku bikarin pirsgirêk û nakokiyan kêm bin û jiyanek aram û parastî bidomînin.”