Pirzewac: Di nava zagon, rewşa aborî û êrîşên medyaya dijîtal de
Çalakvan û pisporên civakî yên li başûrê Kurdistanê, destnîşan dikin ku hemû aliyên pirzewacê neyînî ne, tu aliyek erênî tune ye, ev dibe sedema tundiyê, ev tundî carna tundî li dijî hevjîna yekem û carna jî li dijî herduyan e.
ŞILÊR KOYE
Koye – Mijara pirzewacê di van demên dawî de di hin kanalên Kurdî û torên dijîtal de bûye mijara nîqaşên germ û pir caran wek karesatek dem derbaskirinê ya ecibandin û şîroveyan tê bikaranîn. Lêkolînên derbarê vê diyardeyê de di aliyê derûnî, aborî, zagonî de nîşan dide ku ev rewş rasterast bandorê li pergala malbatê dike. Du aktivîst û pisporên di aliyê civakî û zagonî de li Koye û Silêmanî dimînin, têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivîn.
‘Pirzewac dibe sedema tundiyê’
Karmenda Dadgeha Pêşîn a Koye Îxlas Ziyad ku li cihê kar rojane rastî van dozan tê, bal kişand ser aliyên neyînî û wiha got: “Ji ber karê me, em her roj zewacên duyemîn dibînin. Bi aşkerayî diyar e ku jina yekem di aliyê derûnî de qet ne kêfxweş e, ji derveyî vê jî di aliyê darayî de ger yek jin hebe barek giran li ser malbatê ye, ger jina duyem hebe dê çawa be. Ji ber wê, mêrê ku bi jina duyemîn re dizewice nikare mesrefê pêk bîne. Ji ber barek giran dikeve ser milê wî mêrî û nikare di aliyê aborî de malê birêve bibe û malek bê pirsgirêk be. Her wiha di aliyê dayîna soz û hezkirinê de, di civaka me de bawer nakim ku mêrek bikaribe wê hezkirinê bi hevsengî biparêze. Ev hemû dibin sedemê tundiyê, carna wisa ne ku tundî li dijî hevjîna yekem tê pêkanîn û carna li dijî hevjîna duyem tê pêkanîn. Ji ber wê ez qet pirzewacê qebûl nakim.”
‘Mêrên û ku zewaca duyem dikin nikarin dadperwer bin’
Îxlas Ziyad da zanîn ku di aliyê zagonî de ne şert e jina duyem bê anîn, lê belê li gorî rewşan tişt tên guhertin û wiha domand: “Ji berê de malbat xwedî karên giran bûn, erka zêde li ser milê mêr bû, ji ber wê dema ku carek din dizewicî yek ji bo karê malê bû, yek jî ji bo destekdayînê bû. Lê belê li gorî min niha ji bo malbatê dibe bargiranî û hinek caran destûr didin mêran ku cara duyem bi şertên ku hatine diyarkirin bizewicin. Lê belê ev mêrane di hemû aliyan de nikarin dadperweriyê bikin.”
Îxlas Ziyad di dawiya axaftina xwe de ragihand ku jin her roj tên dadgehê gilî dikin, carna jina yekem gilî dike û carnan jî jina duyem û wiha got: “Ev jî dibe sedema pirsgirêkan. Piraniya pirsgirêkan mijarên aborî û nebûna edaletê ye. Ji ber wê, ez dixwazim wê amojgariyê li malbatan bikim, ger di malên wan de soz û hezkirin hebûya dê pirsgirêk jî tuneba, heta ger rewşa aborî baş be bila li malbata xwe xerc bike, ne mala xwe têk bide û mala wan xirab bibe.”
‘Hemû aliyên pirzewacê neyînî ne, tu aliyek wê yê erênî nîne’
Endezyar û endama Enstîtuya Narîn li Silêmaniyê Nazîre Hars jî bi bîr xist ku li gorî qanûnan pirzewac qedexe ye û wiha pê de çû: “Li gorî Şerîetê, divê pirzewac hebe. Wek li Bexda heye û li gorî mezhebê Cehferî rê dide zarokên keç di navbera 9-10 salî de bizewicin. Lê belê anîna jina duyem bi tu awayî ne guncaw e. Me berê derbarê vê qadê de xebat kir ku du bijarte hebû yek ew bû ku qet pirzewac nebe û yek jî bi şert hebe. Şert ew bû jin nexweş be an jî zarokên wê tune bin û jina yekem razî be. Lê belê li gorî şert jî me got di ve qet pirzewac nebe. Ji ber ger mêrek nexweş be jinek naçe bizewice, an jî mêrek din bîne malê. Ji ber wê, mafên ku mêran li gorî qanûna rewşa kesane dane xwe, ji ber çawa mafê mêr heye, wisa jin jî xwedî maf in. Lê mixabin valatiyên qanûnî hene û mêr diçin derveyî herêmên ku li wan cihan qanûn nayên bichkirin, jina duyem mehr dikin.”
‘Nûçegihan û medya derbarê pirzewacê de pirsên ne guncaw dipirsin’
Nazîre Hars bal kişand ser kanalên ku her tim behsa pirzewacê dikin û da zanîn ku ew saziyên ragihandinê ku mijarên wan ên sereke pirzewac e, li gor wê di asta kêm de ne. Nazîre anî ziman ku li gor nêrîna wê, ew ne rewşenbîr in û sedema wê wiha vegot: “Ger ne wisa ne, çima her tim diçin ji mêrek navsere bi kêfxweşî dipirsin ku jina duyem aniye an dê kengê bîne? Ev hemû pirsên ne di cih dene û çavkaniya xwe ji ne hişyariyê digre. Ji derveyî vê jî hewl didin hestê mêr jî birêve bibin. Ji ber wê ev, ne profesyonel in. Ji ber zagonek heye, divê em hemû li gorî wê tevbigerin. Lê diyar e yên ku derbarê van zagonan de ne agahdar û di aliyê mirovî de ne şaraza ne. Ji ber wê hemû aliyên pirzewacê neyînî ne, tu aliyek wê yê erênî nîne. Her dema ku jinek bi van mêran re dizewice, xelk lome lê dikin, ez jî lome lê dikim. Lê belê dibe ku ew jin jî neçar be an ne zewicîbe û dixwaze bi ceribîne, an jî mala wê nebe û li gel birayê xwe dijî, dixwaze malek wê hebe. Lê li gor min divê ev rewş ne wiha be, divê asta mirov li ber çav bê girtin.”