Pinar Aydinlar tehliye bû
Di danişîna ewil a doza hunermend Pinar Aydinlarê de ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK’ê de hatibû girtin, biryara tehliyeyê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Danişîna ewil a doza hunermend Pinar Aydinlar ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîrin
Pinar Aydinlar û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Her wiha Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û parastvanên mafan jî doz şopandin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
Pinar Aydinlar, di parastina xwe de got: “Di roja binçavkirinê de nehiştin ez cilên xwe li xwe bikim, destên min ji pişt ve hatin kelemçekirin û çek xistin serê min. Heman tişt li kurê min jî kirin. Lê heke bangî min bikirana, ez ê ji xwe biçûma û dê min îfade dabûya. Di 25 salan de min li her çar aliyên welat bi sedan konser dane. Di berbangê de bi ser mala min de digirin û li dijî min û malbata min sûîqesta îtîbarê kirin.”
Pinar Aydinlar, got ku di îdianameyê de weke “Seroka HDK’ê ya Kagithaneyê” hatiye nîşandan û got ku wê di bin sîwana HDK’ê de tu xebat nemeşandiye.
‘3 meh in bi awayekî derhiqûqî têm girtin’
Pinar Aydinlar, sûcdariyên ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal jî redkir û got dikevin ber azadiya xweîfadekirinê û azadiya fikr û raman. Pinar Aydinlar, destnîşan kir ku ev 3 meh in bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir.
Piştre jî dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û daxwaza tehliyeya Pinar Aydinlarê kir.
‘Hêmayên sûc çênebûne’
Parêzer Mûrat Aksak jî anî ziman ku hêmayên îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” çênebûne û daxwaza beraet û tehliyeya miwekîla xwe kir.
Biryara tehliyeyê
Dadgehê jî piştî parastinan biryara tehliyeyê ji bo Pinar Aydinlarê da. Dadgehê biryara tevdîra kontrola edlî da û ji bo mutalaa bê amadekirin, danişîna dozê taloqî 11’ê Îlonê kir.