Parêzer Meriem Idrissî: Di navbera zagon û rastiyê de valahiyek heye

Jinên Mexribî yên ku zarokên xwe bi tenê xwedî dikin, di kar û barên zarokan de ne xwedî biryar e ji ber ku bav heya dimire xwediyê biryara jiyana wan zarokan e.

HANAN HARITE

Mexrib – Doza hunermenda Mexribî Jamila El Haounî ya ku bi riya dadgehê bi mêrê ku pê re zewicî bû hevberdanê kir û dixwaze xwedîtiya mêr a zagonî li ser lawê wan nemîne, bû sedem ku nakokiyên der barê lêvegera xwedîtiya zagonî di guhertina zagona malbatî de derkeve pêş.

Jamila El Haounî di Kanûna 2022’yan de, doz li dadgehê vekir dixwaze xwedîtiya mêrê jêberdayî Amin Najî li ser lawê wan ê 12 salî rake. Biryarek bi lez jî xwest ji bo ew belgeyên fermî yên lawê xwe bimeşîne ji ber ku law bi dayika xwe re dijî û her dem dayik mesrefa wî dide.

Di zagona malbate de mafên jinan ên xwedîkirina zarokan

Zagona malbatê di beşa çarem de diyar dike ku xwedîkirina zarokan berpirsyariya bav û dayikê ye lê bendên 230, 231, 236, 237, wê berpirsyariyê dide bav. Benda 236’an jî weke zagon xuya dike ku bav xwediyê zarokên xwe ye tenê bi biryara dadgehê ji xwedîtiya wan dûr dikeve dema astengiyek bav hebe. Ev bend, maf nade dayikê ku bi hemû kar û barên zarokan re têkildar be, tiştên lezgîn tenê dimeşîne. Li gorî benda 237’an bav dikare dayikê ji xwedîtiya zarokan bêpar jî bihêle.

Li gorî pêdiviyên zagonî, bi taybetî bi zagona malbatê, ev bi pêdiviyên din re bi nakok e, weke benda 54’an ku ji bav û dayikê weke hev dixwaze mafên zarokên xwe biparêzin. Benda 51’ê jî pêwîst dike bav û dayik bi hev re biryarên girêdayî zarokan bigrin.

Dixwazin hin bendên zagonê werin guhertin

Çalakvanên hiquqî yên li Mexribê dixwazin bendên zagonî bên guhertin da ku wekheviya xwedîkirinê di navbera bav û dayikê de yan mêr û jinê de pêk bê. Armanca sereke ya zewacê avakirina malbatek bi serpereştiya herdu hevjînan e.

Der barê mijara dozgeriyê de, parêzera li Dar Al-Beyda û endama Nivîsara Niştimanî ya Rêxitina Jinên Yekitiyan, Meriem Jamal Idrissî bang li aliyên pêwendîdar ên li Mexribê kir ku li pêdiviyên xwedîtiya zagonî di guhertina zagona malbatî de vegerin û got: “Divê xwedîtiya zarokan di navbera mêr û jinê de hevbeş û wekhev be, em dizanin ev zagonek makzagonî gerdûnî ye.”

‘Di zagonê de tenê bav xwedî zarok in!’

Merîem Jamal Idrissî axaftina xwe wiha didomîne: “Ez gelek jinên ku hevjînê xwe berdane û zarokan xwedî dikin dibînim. Pirsgirêkên wan li ser astên belgeyên fermî û darayî gelek in, hin jin hene hesabên bankayê ji bo zarokên xwe vedikin ji bo pereyê wan biparêzin û mesrefên xwendina wan îdare bikin. Ji mafê dayikê ye pere bixe hesabê zarokên xwe lê dema bixwaze pere jê bikşîne ne ji mafê wê ye, tenê mafê bav e ji ber ku li gor zagonê bav xwediyê zarok e.”

Dema jin ji hevjînê xwe vediqetin, zarokên xwe hembêz dikin. Herdu bendên 163, 164 ji zagona malbatê pêk tên. Li gorî wê jî zarokan di warê xizmet, xwendin, tendirustî û exlaqê wan de baş xwedî dike lê ne ji mafên wê ye bi kar û barên zarokan ên îdarî û darayî rabe.

Merîem Jamal wiha dibêje: “Di hin rewşan de, dibe ku bav girtî be di dozên girêdayî exlaq û şerefê yan hikmê darvekirinê li ser hebe, rewşa dayikê giran dibe. Dayik xwe li pêş astengiyên îdarî, zagonî û dadwerî dibîne. Ew jî mesref û demek zêde ji dayikan dibe ji bo ku biryarên lezgîn ji bo mafên mirovî yên zarokan bistîne.”

Ger mora bav tunebe zarok di warê perwerde û tendirustiyê de bêmaf dimînin

Li ser mijara perwerdekirina zarokan di beşa giştî de û dermankirina wan di nexweşxaneyên giştî de jî vê yekê destînşan kir: “Di mijara van herdu mafan de, jin xwe li pêş gelek astengiyan dibînin, gelek bav hene pere beramberî mohra xwe li ser belgeyan dixwazin û wisa kîna xwe ji hevjînên xwe yên berdayî hildidin.”

Pirsgirêka derketina zarokan bi dayikên xwe yên hevberdayî re ji bo bêhnvedanê derve jî heman e. Mohra bav li ser rêdana derketina zarokan bi dayikê re tê xwestin. Wê demê bav napejirîne û zarok nikarin bi dayikên xwe re bijîn û biçin û bên. Zagon hebûna bav dema derxistina pasaportê û vîzeyê dixwaze, dayik têrê nake van belgeyên pêwîst bimeşîne her wiha dayik nikare zarokan ji dibistanê bibe dibistaneke din.

Ev yek dibin sedem ku gelek zarok bêsûd bimînin û bibin qurbaniyên metnên zagonî yê cihêkar. Tevî ku zagon û rasteqîn pêş ketine û jin ketine navendên biryardayînê û berpirsyariyê jî nikarin serpereştiya berjewendiyên zarokên xwe bikin.

‘Rastî û zagon hev nagre’

Merîem Jamal Idrissî di dawiya axaftina xwe de got: “Di navbera zagon û rastiyê de valahiyek mezin heye. Divê vê xitimandina ku cihêkariya dozgeriya zagonî ferz dike rabe û mafên bav û dayikan wekhev be. Divê zagona cezayan jî bê guhertin. Hin sûcên girêdayî exlaq û şerefê, destdirêjî û tundûtujiyê hene divê xwedîtiya zarokan ji destên bavê ku van sûcan kiriye derkeve.”