Normên eşîrî li ser jiyana jinan tehdîd dike
Di nava eşîrên Ereban ên Îraqê de keçên ciwan ji bo lawê apê xwe ne û nabe bi mêrek din re bizewicin, dema keçik vê nexwaze jî cezayê wê kuştine. Piştî kuştina keçek Necefî ya ji ber zewaca bi pismamê xwe re nepejirandibû, tevgerên jinan nerazîbûn nîşandan û li hemberî bûyerê rabûn.
XUFRAN EL-RADÎ
Bexda – Di nava eşîrên ereban ên Îraqê de keç ji alwê apê xwe re ne, nabe ji mêrek derveyî mala apê xwe hez bike û navê wê jî danîne ‘nehwe’. Her sal gelek keçên ciwan li gorî vê kevneşopiya eşîrî dibin navê namûsê de an bi zorê tên zewicandin an jî tên qetilkirin. Ji bo bidawîkirina wê zagonek a ceza li kur apên dibin kujerê keç apên xwe jî nîne, ji ber wê maf di xwe de dibîne û keç apa ku nexwaze bi lawê apê xwe re bizewice tê qetilkirin.
Bûyera kuştina keça Necefî kolanên İraqê û tevgerên femînîst hejand, lê hûrgulî veşartî man. Sala derbasbûyî jî li parêzgeha Dîwaniye, jinek ciwan a ji ber ji mêrek din hez dikir nexwest bi pismamê xwe re bizewice, bav û birayê wê jî fikira wê erê kirin û bi mêrê jê hez dikirin re dan zewicandin. Ev yek li xweşa kur apê keçikê neçu û êrîşî mala bavê wê kir, ew û hevjînê xwe yên demek kin bûn zewicîbûn li gel çend jinên malbatê ji aliyê lawê apê wê ve hatin qetilkirin.
Ji ber bi kur apê xwe re nezewicî hat qetilkirin
Di vê bûyera dema dawî de, çavkaniyên nêzî malbatê ku me nasnameya wan ji ber ewlehiyê eşkere nerkir, piştrast kirin ku pismam ne li gorî keçikê bû ji bo wê jî her çendî dizanî dê bê kuştin jî keçikê qebûlnekir û ji aliyê kur apê xwe ve hat qetilkirin.
Di zagonên Îraqê de xalek wiha nîne ku dema keça ap lawê apê xwe nexwaze û lawê ap zorê li ser bike bê cezakirin, lawê ap jî bi wê rehetiyê her tişta dixwaze bi serê keç apê dike. Di malbatên İraqi de ger keça wan bi çîrokek evînî bizewice, ev li gorî adeta wan a civakî ji bo mêrên malbatê şermek mezin e, ji ber vê yekê hinek malbat jî red dikin ku keçên xwe bi zilamekî ku hatiye wê bixwaze re bizewicîne.
“Ji bo jin bi xwe biriyara xwe bide pêdivî bi xebatê heye”
Aktîvîsta femînîst Ayşa Nebîl da zanîn ku ev bê xwestek bi zorê zewicandina keçên ciwan yek ji cureyên şideta deruniye. Ayşa tekez kir ku divê çalakvan û parêzvanên mafê mirovan daxwazên xwe berdewam bikin ku kevneşopiyên eşîrî yên ku mafên jinan û rûmeta jinan binpê dikin wekî kiryarek terorîzmê di qanûnê de bêne girtin, heya ku kar ji bo cîbicîkirina qanûnan were kirin.
Ayşa Nebîl dîyar kir ku pêdivî heye Komîta Jinên Parlemantar li hemberî van bûyeran bisekine û di xebata xurtkirina rola çavdêriyê di vî warî de xebat li ser derxistina zagonek li dijî tundiya navmalê, nemaze piştî ku nehweya eşîrî jiyana jinan tehdîd dike û wiha pê de çû: "Ji ber ku nehweya eşîrî êdî ne bi gefan e, lê gihaştiye bikaranîna çekan, ev tawan binpêkirina hemî qanûnên ezmanî, qanûnên navneteweyî û peymanên mafên mirovane. Hewceye xebat heya azadiya jinan ku biryarên xwe bixwe bide bê kirin. Em gihîştine sedsala 21’ê keçên ciwan hîn jî bi hin adet û kevneşopiyan re rû bi rû ne, nemaze di derbarê mijarên zewacê û qada azadiya hilbijartinê ya ku ji keçikê re hatî dayîn di nava hin civakan de, carinan jî keç bêyî ku ramanek bigire neçar dimîne ku di encama têkiliyên civakî an xizmî de bi kesek re bizewice."