Nîhal Ebû Deqa: Jinebiyên li Xezayê ji gelek mafên xwe bêpar mane

Parêzera Navenda El-Odeh a Civakî Nîhal Ebû Deqa got ku yek ji mijarên herî zêde ku di van demên dawî de tê ber destê wan pirsgirêkên jinên hevjînê xwe windakirine.

NEXEM KERACA

Xeza – Êşa jinebiyan li Filistînê bi taybetî li Xezayê pir dijwar e, sazî û navendên civakî ji wan re bûne yekane penageh û reva ku xwe ji qirêjiya civakê derxin, mafên xwe bigirin, pirsgirêkên xwe çareser bikin û di warê aborî de alîkariya wan bike.

"Jinebî ji mafê xwe yê mîrasê tên mehrûmkirin"

Parêzera Navenda El-Odeh a Civakî û endama Kombûna Demokratîk a Hiqûqnasan Nîhal Ebû Deqa diyar kir ku yek ji mijarên herî zêde di van demên dawî de bi taybetî piştî şeran dikevin rojeva wan, pirsgirêkên jinebiyan in û wiha domand: "Jinebiyên li Xezayê ji mafên xwe bêpar mane. Jin bi hinceta ku têkiliya wê û hevjînê wê bi mirina wê qut bûye, ji mafê xwe yê mîrasê tên mehrûmkirin. Mafê jinebiyan heye ku piştî mirina hevjînên xwe meaşê wî bigrin lê jinebiyên li Xezayê ji vê yekê bêpar mane. Mijara herî zêde ku jinebî ji ber êşê dikşînin ew bû ku piştî mirina hevjînê wan mafê xwedîkirina zarokan ji malbata hevjîn re dihat dayîn lê piştî belavoken ku di sala 2009'an de hatin weşandin, mafê xwedîkirina zarokan piştî mirina bav, ji dayikê re hat dayîn."

"Divê Qanûna Parastina Malbatê bê bicihanîn"

Nîhal Ebû Deqa anî ziman ku li pêşiya jinebiyan gelek astengî û zehmetî hene û wiha lê zêde kir: "Zehmetiyên ku jinebî pê re rû bi rû dimînin mijara hesabdayînê ye ku piştî mirina hevjînê wê doz ji aliyê malbata hevjînê wê ve li dijî wê tê vekirin. Yanî li ser pere û alîkariyên ku distîne û ji bo çi xerc dike hesab jê tê xwestin, ev yek ji aliyê psîkolojîk û qanûnî ve bandorê li jinebiyan dike. Em wek sazî bi hemû hêza xwe alîkariya jinebiyan dikin. Divê Qanûna Parastina Malbatê bê bicihanîn, ji ber ku di van demên dawî de di civaka Filistînê de bi taybetî li dijî jinan tundî zêde bûye. Navend ji bo jinên ku rastî tundiyê tên, şêwirmendî û xizmetên hiqûqî yên bêpere pêşkêş dike û alîkariya wan dike. Navendê bi armanca belavkirina mijarên civakî, hiqûqî û şahî û şîretkirin forûmek jinan li ser Facebookê çêkir. Em xizmetên mirovî pêşkêşî hemû jinan dikin"

"Dema ku min erdek kirî malbata hevjînê min li dijî min doz vekirin"

M.R. got ku piştî mirina hevjînê wê ew ji aliyê malbata wî ve rastî tundiyê hatiye û wiha pê de çû: "Gotinên nexweş ji min re digotin. Dema ku min erdek kirî piştî berhevkirina miqdarek pere li dijî min doz vekirin. Min ji şêwaz û reftarên wan ên ku bandorê li derûniya min dikir, gelek êş kişandin."

"Piştî mirina hevjînê min malbata min bi israr xwestin min bizewicînin"

E.X. anî ziman ku piştî mirina hevjînê wê, wê biryar daye zarokên xwe xwedî bike lê malbata wê ji ber temenê wê yê biçûk li dijî vê fikrê derketine û wan israr kirin ku ew bizewice û zarokên xwe bide malbata hevjînê xwe lê wê ev yek red kir û wiha berdewam kir: "Heta vê kêliyê ez bi malbata xwe re li ser vê mijarê di nava nakokiyê de me."