Newekheviya mûçeyan: Amûra ji bo dewamkirina dûrxistina jinan
Di lêkolîna hevpar a ji aliyê Komeleya ‘Teqato’ ve û bi hevkariya Ofîsa Pêşveçûna Mirovan hatiye kirin de, trajediya newekheviya mûçeyan a li Misir û Tûnisê ya li ser jinan, radixe ber çavan. Ev bûye amûrek pergalî ku cûdakarî û dûrxistinê hildiberîne.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Newekhaviya mûçe ya di nava zeyendparêziya civakî de, tenê ji daneyek ku di raporên salane yên rêxistinên xebatê yan jî îstatîstîkên aborî de derketiye. Îro ev rewş bûye amûrek pergalî ya nedîtbar ku tevna bajarî û civakî ya bajaran ji nû ve teşe dike û şêwazek dûrxistina kûr a li dijî jinan kûr dike.
Xwegihandina jinan a li derfetan zor dibe
Jin li beramberî heman kar, ji mêran kêmtir mûçe digrin an jî ji qada hêza kar tên dûrxistin û hikmê lênêrîna keda bê mûçe tên kirin. Ev tenê rê li ber lewazbûna hêzên kirînê venake, di heman demê de ji mafê ewlehiya bajarvaniyê û bicihbûna guncaw ku mafê bingehîn e, bê par tên hiştin. Jiyana nûjen a bajar êdî bi kirêyên zêde dibin û maliyeta jiyana bingehîn ve tê girêdan. Ji ber nebûna sazûmaniyên ku kirêdaran biparêzin û ji bihayê kirê re sînorek bîne, ne wekheviya mûçeyan jinan ji navendên bajar dûr xistine û vegerandine dîwarên ku wan ber bi herêmên çeper û dûr ve dibin. Ev erdnîgariya neçarî û cûdakariya beşan, tenê jinan bi awayek mekanî îzole nake, maliyetên xwegihandinê jî zêde dike. Xwegihandina xizmetên bingehîn ên wek perwerde û tenduristiyê zor dike, di jiyana rojane de xeteriya ewlehiyê zêde dike.
Planên bajar ên xwe dispêrin zayendparêziya civakî
Ji ber vê yekê, di qada hêza kar de û polîtîkayên aborî de bêyî reformên kokdar, kêmkirina krîzên avahiyan an jî pêkanîna edaleta civakî ya rast ne gengaz e. Mîsogerkirina mafê bajaran ê jinan, destpêkê bi pêkanîna edaleta mûçeyan destpê dike. Planên bajar ên xwe dispêrin zayendparêziya civakî û sazûmaniyên zagonî, didome. Bi vî awayî bajar dikarin bibin ne qadên dûrxistinê, bibin mekanên hilberîn û wekheviyê.
Armanca lêkolînê
Lêkolînera Komeleya Maf û Azadiyê ya Teqato Nadîra Ubba ragihand ku lêkolîna hevpar a bi sernavê ‘Bajar ji bo wekheviyê, wek faktorek hilberînê’, bi Saziya Pêşxistina Mirovî re amade kirine. Ev yek xebatên ku berawirdkirina Misir û Tûnisê digre dest, newekheviya mûçe ya zayendparêzinya civakî, awayê xwegihandina jinan a avahiyên guncaw û mafên aramiya civakî lawaz dike, lêkolîn dike.
Newekheviya mûçeyan amûrek dûrxistina ji bajaran e
Nadîra Ubba da zanîn ku newekheviya mûçeyê, yek ji faktorên bingehîn ên dûrxistina jinan ji bajaran ji nû ve hildiberîne ye. Nadîra diyar kir ku têgîna ‘avahiyên guncaw’ tenê bi teybetmendiyên fîzîkî yên avahiyê ne sînordar e, kapasîteya pêkanîna maliyetên avahiyê jî digre nava xwe û wiha got: “Ev pirsgirêk ne ji newekheviya aborî ye, çavkaniya xwe ji beşdariya kêm a jinan a di qada aboriyê de digre. Li Misrê, beşdariya jinan di bazara kar a fermî de ji sedî 18’an derbas nabe, lê li Tûnisê ev rêje dighîje nêzîkî ji sedî 55’an. Ev barên aborî ji ber jin barê karê lênêrînê yê bê pere hildigrin û hêza wan a aborî asteng dike.”
Di kapasîteya berawirdkirina maliyetên avahiyan de daketinek cidî
Nadîra Ubba da zanîn ku berawirdkirina di raporê de cih girtî, daneyên ku gefê li ewlehiya bicihbûna jinan dixwe, derxistiye holê û ev agahî dan: “Li Misrê ferqa debara mehane derbarê mêran de ji sedî 20 derbas kiriye, ev rewş kapasîteya pêkanîna maliyetan a jinan ji sedî 80 kêm dike. Her çiqas li Tûnisê derbarê newekheviya mûçe de daneyên fermî nebin jî, newekheviya pergalî didome û hêza pêkanîna maliyetên avahiyan a jinan daketiye ji sedî 90’an. Ev rewş ji derveyî bihayê kirê û avahiyan yê zêde, bi zêdebûna lêçûnên bingehîn ê wek ceyran, gaz û avê jî hê girantir dibe.”
Nebûna zagonên ku qada kirê sererast dike
Nadîra Ubba diyar kir ku di aliyê zagonî de yek ji pirsgirêkên herî mezin jî nebûna çarçoveyek edlî ku qada kirê sererast dike ye û wiha domand: “Her du welat jî zagonên heyî di mijara diyarkirina zêdebûnên salane yên bihayê kirê de erk daye xwediyê avahiyan. Ev valatiya zagonî, jinan her tim bi barkirinê re rûbirû dihêle, an jî dibe sedem ku jin nikaribin kirê bidin.”
Lêkolînê bal kişand ser pirsgirêkên ‘cûdakriya beşî û erdnîgarî’ ya bajaran û hate diyarkirin ku ji ber bihayên zêde yên avhiyan li navendên bajar, jin û beşên civakê yên zû dişkên, neçar dibin ku biçin herêmên dûr. Ev belavbûna ne adilane ya erdnîgarî, pirsgirêkên zorbûna xwegihandina xizmetên bingehîn ên wek zêdebûna maliyetên gihandinê, binesazî û daketina kalîteyên xizmetê, tenduristî û perwerdeyê bi xwe re tîne. Xebat nîşan dide ku jin li herêmên dûr, dema diçin qadên kar û perwerdeyê û tên, zêdetir rû bi rûyî gefên ewlehî û xeteriya tundiyê dibin.
Banga çêkirina reformên lezgîn
Di dawiya raporê de komeleya ‘Teqato’banga lezgîn di reformên pergalî ya di çêkirina destûra bingehîn de li hikûmetên Misir û Tûnisê kir. Hate diyarkirin ku divê ev reform pêşxistina nêzîkatiyek yekgirtî ku polîtîkayên mûçe û kedê yên dadperwer bi hev re dike yek da ku valahiya aborî kêm bike. Lêkolîner Nadîra Ubba, destnîşan kir ku edaleta mûçe û mafê avahiyên guncaw, mafên civakî û aborî yên bingehîn ku ji hev cûda nabin e.