Nermîn El-Şerîf: Di sendîkaya kedkaran de dê girîngiyek taybetî ji bo jinan hebe (2)

Cihê jinan di xebata Federasyona Giştî ya Sendîkayên Lîbyayê ku îro Nermîn Şerîf serkêşiya wê dike de heye û ji hilbijartina wê ya sala 2019'an û vir ve pênc salan wê bidomîne. Karê wê yê ji bo berjewendiyên karkeran bêyî cudahî di navbera karkerên mêr an jin de bike vê yekê têkûztir dike.

Cihê jinan di xebata Federasyona Giştî ya Sendîkayên Lîbyayê ku îro Nermîn Şerîf serkêşiya wê dike de heye û ji hilbijartina wê ya sala 2019'an û vir ve pênc salan wê bidomîne. Karê wê  yê ji bo berjewendiyên karkeran bêyî cudahî di navbera karkerên mêr an jin de bike vê yekê têkûztir dike.
IPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Nêrmîn Şerîf dibêje ku baldariya taybetî ya ku dê karkerên jin werbigrin ew e ku ji wan re bibe alîkar da astengiyên ku civak di adet û kevneşopiyên xwe li pêş wan çêdike derbas bikin her wiha wan bi mafên xwe wek kedkar di qanûn û peymanên navneteweyî de ku ji hêla Lîbyayê ve hatiye îmzekirin nas bikin.
Dosyayek tevlihev e û bi hewceyî çareseriyên qanûnî û îdarî ye
Der barê xebatên xwe yên vê dawiyê yên li ser çareserkirina pirsgirêkên pargîdaniyên tevlihev de jî dibêje; "Ev dosya ne hêja ye, ne tenê di asta dewletê de lê heta be ji rêveberên pargîdaniyan bi xwe û sendîkayên ku ji wan derdikevin. Ew sendîkayên ku jê derketine, tu eleqeya wan bi karê sendîkayî re tune ye û ew ji vê xitimandinê sûd werdigirin. Karmendan bi salan e mûçeyên xwe negirtine û ew bi hewceyî ku kes li kêleka wan bisekine û mafên wan bi dest bixe. Em çûn Trablusê û em bi hemû pargîdaniyên li herêmên rojhilat, rojava û başûr re mijûl bûn. Ew hemî Lîbyayê ne û ji erkê me ye ku em mafên wan bixwazin, hikûmeta Yekitiya Neteweyî bi me re hevkarî kir, û em di veberhênana nirxê de bi ser ketin. Ev yek li Bankaya Navendî ya Lîbyayê hat lidaxistin. Ya girîng ew e ku me ew ji xezîneya dewletê derxist û mîqdarên di hesaban de dê di demeke nêzîk de bên xilaskirin. Em ne tenê li pey çareserkirina pirsgirêkên darayî yên pargîdaniyên bi pirsgirê in lê em hewl didin çareseriyên qanûnî û îdarî jê re bibînin.”
Di demek nêz de tora jinên kedkar
Der barê pirsa me ya gelo ku tu aliyên girêdayî jinên kedkar di yekitiyê de heye de, wê got; “Teqez dê girîngiyeke taybet bi jinan hebe ew jî ji ber adet û kevneşopiyan e her wiha ji dilnexweziya jinan ji derbasbûna sendîkayên taybet di kargehan de ku hejmara mêran tê de zêdetir e, di heman demê de ji ber ku bav, hevser û birayê wê nahêle ku di civînan de amade bibe. Li ser vê bingehê me biryar da ku em toreke jina kedkar saz bikin. Di vê torê de dê ji hemû bajarên Lîbyayê koordînator hebin û jinên ku di her beşê de dixebitin dê li wir bên qeydkirin. Mafên jinên kedkar hatiye îhlalkirin em jî dixwazin jin mafên xwe bizanibin û daxwaz bikin.” 
Hevgirtina Lîbyayî ji bo jinan
Li ser hevgirtina jinan jî wiha got: “Rêxistineke mezin ji bo jinan ku yekem car bi navgîniya yekitiyê ye dê ragihînim ku ew jî hevgirtina Lîbyayê ji bo jinan e hebe. Dê hemû dezgehên heyî yên ku nûnertiya jinan dikin bigre nava xwe. Wekî Tora Jinan û Yekitiya Jinan ger bixwazin dikarin tevli bibin. Ger rêxistina jinan ku hejmarek zêde jin tê de cih digrin bixwazin tevli koalîsyonê bibin ne pirsgirêk e. Ev hevgirtin dê hemû rengên civaka Lîbyayê, ji Amazîx, Ereb, Tuwariq û Tebû, bîne ba hev her wiha dê roleke xwe ya mezin di piştgiriya jinan de hebe, ger ku ev hevgirtin bi hêz bû dibe ku em ne bi hewceyî kotayê bin, em ê bibînin ku jinan di parlamentoyê de gelek kursî girtine ji ber ku hejmara jinan ji ya mêran zêdetir e.” 
Der barê têkiliya sendîkayê ya bi siyaseta ku niha heye jî dibêje; "Wekî yekitî têkiliya me pê re tune ye lê van demên dawî em neçar bûn bikevin nav wê ji ber ku ew debara zarokên me kontrol dike, min di nav meh û nîvekê de gelek trajedî di nav malbatên Lîbyayê de dîtin ku tê de min daxwaza mafên karkeran kir.”
Li ser pirsa me ya ‘gelo dibe ku em di demek nêz de piştî vê xebatê Nermîn El-Şerîf li derveyî xebata yekitiyê bibînin’ de wiha bersivê dide; "Gava ku hûn bingehek rastîn ji bo xebata xwe pêşkêş dikin û tu dibînî ku di rêvebirina jinan di hin sendîkayan li Libyayê de bi ser ketine wek Sendîkaya Tenduristiyê, Sendîkaya Fizîka Bijîşkî û Sendîkaya perwerdkaran, ev serfiraziyek e ku ez pê serbilind im. Ger ez careke din jî nehatima hilbijartin, ez piştrast im ku dê jinek bihata hilbijartin.”