Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan ji bo parastin û bihêzkirina jinan e

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyeyê Şêrîn Colî bal kişand ser xebatên navendê û wiha axivî: "Parastina jinan û belgekirina kiryarên ku pê re rûbirû dimînin, armancên me yên sereke ne."

ŞÊRÎN MUHEMED

Qamişlo – Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyeyê di sala 2020'an de hat damezrandin. Navend ji komek parêzvan û çalakvanên mafên jinan pêk tê. Navenda wê ya sereke li bajarê Qamişlo ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Armanca wê ew e ku piştgiriyê bide jinan ji hêla qanûnî ve û binpêkirinên berdewam ên li dijî wan belge bike.

'Mekanîzmaya navendê dosyeyên girêdayî tundî belge dike'

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Şêrîn Colî bal kişand ser xebatên navendê û destkeftiyên ku bidestxistine û wiha axivî: "Navendê gelek destkeftî bidest xistiye, di nav de parastina jinan ji tundiyê û destdirêjiyê ya bi riya komxebat û semînerên diyalogê, her wiha kampanyayên hişyariyê yên ku mijarên têkildarî zagonên Rêveberiya Xweser wek; Zagona Malbatê û zagona Zarokan, dihewîne. Em bi berdewamî van zagonan pêşkêşî jinan dikin. Mekanîzmaya karê navendê li ser amadekirina dosyayên belgekirinê ji bo jin, zarok û mêran e. Dosya dozên tundiyê, kuştin, tecawiz û revandinê li herêmên dagirkirî vedihewîne û hewl dide kiryarên li wir belge bike. Di heman demê de em agahiyên medya dîjîtal, rêxistina mafên mirovan û ji çavdêriya mafên mirovan li Sûriyeyê jî digrin."

'Ji bo bihêzkirina jinan jî têdikoşin'

Şêrîn Colî da zanîn ku ji bo bihêzkirina jinan jî xebatên xwe dimeşînin û wiha domand: "Em ji bo jin bihêz bibin, xwebaweriya xwe pêk bînin û jêhatî û şiyanên xwe pêş bixin da ku biryarên xwe bidin, dixebitin. Projeyên me hê jî berdewam in û em li ser pêşxistina wan dixebitin, heta di kampan de jî, ev jî tê vê wateyê ku em jin û zarokan tevî şiyanên sînorkirî jî rehabîlîte dikin. Me nikarîbû ji rejîma berê destûrnameyek bistînin ji ber ku wê hemû şêweyên çalakiyên hişyarkirinê û mafên jinan red dikir. Me her tim dixwest li deverên din ên Sûriyeyê destûrnameyek bigrin. Stratejiya me ji bo qonaxa bê ew e ku em ji rayedarên pêwendîdar destûrnameyek bistînin."

'Em hewl didin xwe bighînin deverên din ên Sûriyeyê'

Şêrîn Colî şîrove kir ku binpêkirin li hemû deverên Sûriyeyê diqewimin û sûc li ser navê rûmet û ol têne kirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em ê hewl bidin ku van hemû sûcan belge bikin û wan bi aliyên çalak ên li Sûriyeyê û cîhanê re parve bikin. Piştî wergirtina lîsansê, em ê hewl bidin ku bi rêxistinên jinan, mafên mirovan, civakî û çandî yên Sûriyeyê re hevahengiyê bikin da ku hişyariya jinên Sûriyeyê zêde bikin, alîkariya wan bikin ku mafên xwe bi dest bixin û ew bikaribin di Sûriyeya nû de rolek bi bandor bilîzin."