Meclîsa Jinên Suriyeyê: Jin di avakirina Suriyeya nû de hêmanên bingehîn in
Rêvebera Encumena Jinên Sûriyeyê li ofîsa El Cezîreyê Mona Yûsif, bal kişand ser girîngiya Meclîsan a di Sûriyeya nû de û got ku jin di vir de, hêmanên bingehîn in.
ESMA MIHEMED
Qamişlo – Meclîsa Jinên Sûriyeyê di sala 2017’an de hatiye damezrandin. Ev Meclîs, bûye rêxistinek sîwan ji bo jinên Sûriyeyê yên ji paşxaneyên cihêreng. Armanc ew bû ku beşdariya jinan di şekildana pêşeroja Sûriyeyê de li ser bingeha wekhevî, edalet û hemwelatîbûnê xurt bike. Mona Yûsif ku yek ji rêveberên Meclîsa Jinên Sûriyeyê ye, diyar kir ku meclîs hewldanên xwe ji bo yekgirtina tevgera jinên Sûriyeyê û xurtkirina beşdariya jinan a di warên cûda yên jiyanê de didomîne. Mona Yûsif da zanîn ku ev yek li ser vîzyona hevkariyek rastîn hatiye damezrandin ku beşdariya jinan di avakirina pêşeroja Sûriyeyê û pêvajoyên biryardanê de mîsoger dike.
Sûriye di van salên dawî de di nava guhertinên kûr ên siyasî û civakî re derbas dike. Her wiha bi şerekî dirêj re jî rû bi rû maye ku birînên kûr li ser tevahiya civakê hiştiye. Di vê heyamê de, jinên Sûriyeyê wekî yek ji komên ku barê herî giran hildigirin derketine pêş. Ew rasterast bi koçberî, windakirina aramiya malbatî û civakî, hilweşîna sektorên aborî û xizmetguzariyê re rû bi rû mane. Jin bi pirsgirêkên mirovî re ne sînordar bûn; wan di heman demê de kêmbûnek girîng di derfetên beşdariya siyasî û civakî de jî dîtin, ku wan xistiye pêşengiya hevkêşeya berxwedana civakî.
Armanca avakirina meclîsê
Li hember vê rastiyê, pêwîstiya çarçoveyek derket holê ku dê lêkolînên jinan bike yek û hevrêz bike û mafên jinan li ser astên herêmî, neteweyî û navneteweyî biparêze. Ji ber vê yekê di sala 2017’an de, Encûmena Jinên Sûriyeyê hate damezrandin. Ev bû rêxistinek sîwan ji bo jinên Sûriyeyê yên ji paşxaneyên cihêreng. Armanc ew bû ku beşdariya jinan di şekildana pêşeroja Sûriyeyê de li ser bingeha wekhevî, edalet û hemwelatîbûnê xurt bike.
Di vê çarçoveyê de, rêvebera Encumena Jinên Sûriyeyê li ofîsa El Cezîreyê Mona Yûsif, ragihand ku damezrandina encumenê ji ber pêdiviyeke lezgîn a ku ji ber şert û mercên dijwar ên ku jinên Sûriyeyê di salên krîzê de pê re rû bi rû mane, derketiye holê. Wê rave kir ku ev şert û merc bûne sedema lêgerîna çarçoveyek hevpar ku dikare mafên jinan bi awayekî rêxistinkirî û domdar biparêze.
Rêwîtiyek stratejîk
Mona Yûsif da zanîn ku Meclîsê bi vîzyonek stratejîk dest bi rêwîtiya xwe kiriye û wiha domand: “Bi armanca ku dengên jinan bike yek û toreke berfireh bi rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan re ava bike, hat avakirin. Bi vî awayî, armanc ew e ku hêzek jinan biafirîne ku bikaribe bandorê li polîtîkayên giştî û pêvajoyên biryardanê bike. Pirsgirêka jinan wekî beşek bingehîn a projeya veguherîna demokratîk û ji nû ve avakirina dewletê tê nirxandin. Tu projeyek siyasî an destûrî ya ku beşdariya bi bandor a jinan garantî neke, nikare edalet û aramiya domdar peyda bike.”
‘Hêzdayîna rastîn hemû jinan digre nava xwe’
Mona tekez kir ku divê ne tenê li bajaran, lê di heman demê de li gundan û deverên dûr jî bi jinan re têkilî bê danîn. Mona her wiha destnîşan kir ku divê hêzdayîna rastîn hemû jinan bigre nav xwe. Di vî warî de, wê got ku perwerde û atolyeyên serokatiyê, rêveberiya projeyan û avakirina kapasîteyê û her wiha rûniştinên diyaloga civakî û cîhên bi ewle, ji bo parvekirina ezmûnan hatine afirandin.
Derbarê berfirehbûna erdnîgarî de, wê diyar kir ku encumenê xebata xwe li Rojava dest pê kiriye. Mona ragihand ku lê di nav salan de bi rêya ofîs, komîte û nûnertiyên jinan li herêmên cuda yên Sûriyeyê hebûneke rêxistinî ava kiriye. Wê destnîşan kir ku tevî pirsgirêkên ewlehî û siyasî jî, forum û semînerên ku bi sedan jin beşdar bûne hatine lidarxistin, bi taybetî li ser mijarên wekî edaleta veguhêz û ji nû ve avakirina saziyan nîqaş hatine kirin.
Destûra nû ya Suriyeyê
Mona Yûsif diyar kir ku destûra nû ya Suriyeyê yek ji mijarên herî girîng e ji bo jinên Sûriyeyê û got ji ber ku ew çarçoveya bingehîn e ku avahiya dewletê û mafên welatiyan diyar dike. Wê daxwaza garantiyên destûrî yên zelal kir ku wekheviya jinan û beşdariya bi bandor di saziyên dewletê de mîsoger bikin. Wê her wiha tekez kir ku pêwîst e qanûnên ku bendên cudakar dihewînin, nemaze yên têkildarî rewşa kesane, ji nû ve werin nirxandin û diyar kir ku bidestxistina edaletê reformên qanûnî yên berfireh hewce dike.
Avakirina torekê berfireh ku sînoran derbas dike
Mona Yusuf diyar kir ku tevî zehmetiyên ku lêkolînên jinan li Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin, encumenê destkeftiyên girîng bi dest xistiye, di serî de yekkirina dengên jinan, xurtkirina ragihandinê di navbera herêmên cuda de û avakirina toreke berfireh ku sînoran derbas dike. Wê her wiha destnîşan kir ku encumen beşdarî xuyangkirina pirsgirêkên jinan a li ser platformên herêmî û navneteweyî dibe. Her wiha Mona piştrast dike ku binpêkirinên li dijî jinan ji rêxistinên mafên mirovan ên têkildar re têne ragihandin û beşdarî amadekirina raporên belgekirinê dibe.
Mona Yûsif, axaftina xwe bi tekezkirina ku serdema pêş de pêdivî bi asteke bilindtir a rêxistin, hevrêzî û hevkariyê heye, bi dawî kir. Wê diyar kir ku ev yek dê beşdariya rastîn û bibandor a jinan di hemû qonaxên ji nû ve avakirina Sûriyeyê de mîsoger bike. Ew dibêje jin, şirîkek bingehîn e ku di şekildana çarçoveya siyasî, civakî û aborî ya Sûriyeyê nû de nayê paşguhkirin.