Makbule Ozer a 80 salî ku ji sedî 57’ê rapora wê ya astengdarbûnê heye hat girtin!

Li Wanê Makbule Ozer a 80 salî ya ji sedî 57 rapora astengdarbûne heye û nikare bimeşe û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî piştî ku 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hatî birîn hatin girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan - Li Edremîta Wanê Makbule Ozerê 80 salî û hevjîna wê Hadî Ozer ê 79 salî, bi hinceta "alîkariya rêxistinê terorê" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, hatin girtin. Hate hînbûn ku dema hevserên ku duh hatin girtin birin girtîgehê, Makbule Ozer a ku gelek nexweşiyên wê hene, ji ber nexweşiyek jidayîkbûnê tê ji sedî 57 rapora wê ya astengdarbûnê heye û nikare bimeşe.

Cezayê wan yê 2 sal 6 meh hat erêkirin

24'ê Tîrmeha 2018'an di encama serdegirtina mala ya li navçeya Edremîtê ya Wanê de, di serdegirtina mala ku 4 jê zarok 17 kes lê diman, Makbule Ozer a 80 salî û Hadî Ozer ê 79 salî jî di nav de ji heman malbatê 5 kes hatin binçavkirin. Dema ji kesên hatin binçavkirin yek hat girtin, derbarê kesên din de jî doz hat vekirin. Makbule Ozer û Hadî Ozer piştî cezayê di doza ku derbarê wan de hatibû vekirin hat dayîn, rojen borî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, hatin girtin û şandin girtîgehê.

Makbule Ozer nikare bi gopal jî bimeşe!

Li gorî agahiyên ku me ji ferdên malbata wê girti ne, hat hînbûn ku Makbule Ozer a ku ji sedî 57 rapora wê ya astengdariyê heye li ser gopalê bi zorê bimeşe. Ferdên malbatê ku diyar kirin ew ê bi tu awayî nikaribe pêdiviyên xwe yên li girtîgehê bi cih bîne, diyar kir ku Makbule Ozer xwedî gelek nexweşiyên wek şekir, kolestêrol û helandina hestî ye.

Ji malbatê banga tehliye kirinê

Ferdên malbatê yên bertek nîşanî rewşa tê jiyan kirin dan, bal kişandin ku hevjînan di girtîgehê de ne di rewşekê de ye ku karibin xwe bi rê ve bibin û xwestin ku cezaya hatiye dayin bê taloqkirin. Xizmên ku diyar kirin hevjînên hatine girtin  neçarin heroj bi rêkûpêk dermanan bikar bînin û bal kişand ku her roja ku di girtiyê de dimînin ji bo wan metirsiyek çêdike.