Li Xezayê krîza jiyanê: Nifûs û binesazî bi hilweşînê re rûbirû ye
Lêkolînera siyasî Dana Hebûb diyar kir ku her ku qadên ku ji bo jiyanê teng dibin, nifûs zêde dibe, di binesazî û xizmetên bingehîn de kapasîteya ji bo pêkanîna pêdiviyên bingehîn kêm bûne û ev yek jî Zîvala Xezayê ber bi krîzek mirovî ya piralî ve dibe.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Ji destpêka şer ve, Zîvala Xezayê şahidî ji guhertinên mirovî û li qadê yên kûr ku rasterast bandor li jiyan, şert û mercên jiyana xelkê dikin kiriye. Krîz êdî tenê bi windakirina jiyanê û wêrankirina bajaran ve sînordar nîne. Bandorê li hemû qadên jiyana bingehîn a di nav de av, ceyran, lênêrîna tenduristiyê, xanî û xizmetên giştî hene dike.
Hate diyarkirin ku, Îsraîl amadekariyan dike ku nêzî ji sedî 70’yê Zîvala Xezayê kontrol bike. Ev yek jî nifûsê neçar dike ku li ji sedî 30’ê mayî bêyî xizmetên bingehîn, bi taybetî jî xizmetên paqijiyê û bicihbûnê bê par bijîn. Ev yek zêdeyî du milyon kesan di beşa 109 kîlometreqare ji 365 kîlometreqareya axa Xezayê kom bike û ev jî dê di warê tenduristî, jîngehî, aborî û civakî de pirsgirêkên cidî ava bike.
Lêkolînera siyasî Dana Hebûb got ku kontrola Îsraîlê li ser nêzîkî ji sedî 70’yê Xezayê nikare tenê wekî pirsgirêkek erd an kîlometreqare bê dîtin. Dana Hebûb got ku ev di têkiliya di navbera gel û çavkaniyan de guhertinek bingehîn temsîl dike. Dana Hebûb diyar kir ku nifûsa Xezayê, berî êrîşan li ser rûbereke 365 kîlometreqare belav bûbû, niha li rûberek ji sê yekê Xezayê biçûktir kom bûye û Îsraîl bi qasî ji sedî 65’ê herêmê kontrol dike.
‘Pergala enerjiyê wêran bûye’
Dana Hebûb da zanîn ku pirsgirêk ne tenê tengbûna qada jiyanê ye, ev herêm dê gel ber bi wê ve bê arastekirin, ji aliyê xizmetên bingehîn ve hema hema bi temamî kêm e û wiha got: “Binesaziya ku ji berî êrîşan jî ji bo dabînkirina pêdiviyan zehmetî dikşand, îro di rewşek pir xirabtir de ye. Ji sedî 74’ê rêyan wêran bûne an jî zirar dîtine, ji sedî 88’ê tesîsên av û selebê ji xizmetê derketine, ji sedî 76’ê binesaziyê di bin kavilan de mane û bi qasî jî sedî 90’ê pergala enerjiyê ji ber êrîşan bi temamî wêran bûye.”
‘Krîz kûrtir bûye’
Dana Hebûb pirsa gelo xizmetên mayî dikarin ji hêla endezyarî û xebitandinê ve têra xwe xizmetê bidin nifûsek ewqas mezin, anî rojevê û wiha bersivand: “Rêxistinên mirovî niha tenê dikarin ji hezar û 600 navendên ji cihbûna li Xezayê li 550’an xebat bikin. Ev tê wê wateyê ku beşek girîng ji kesên ji cihên xwe bûne piştgiriyek têr û domdar wernagirin. Her wiha, kêmbûna hilberîna avê ji destpêka Gulanê ve ji sedî 50’i ye. Di demekê ku germ zêde dibe û daxwaza avê bi berdewamî zêde dibe de, krîzê kûrtir kiriye.”
‘Nexweşiyên şewbê belav dibin’
Dana Hebûb destnîşan kir ku guhertina ji ber nexweşiyên şewbê li Xezayê nîşaneyek pir xeternak e û got: “Zêdebûnek girîng di bûyerên nexweşiyên şewbê de hate jiyîn. Ji ber hejmarek zêde ya mirovan di deverên teng û qerebalix de hatine komkirin. Li gorî daneyên pergala hişyariya zû ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di navbera 26’ê Nîsanê û 30’ê Gulanê de zêdebûnek girîng di belavbûna nexweşiyên şewbê de hatiye dîtin. Li gorî daneyan, nexweşiyên çerm ji sedî 30, piştre jî zikêşa dijwar ji sedî 20 e û ev nexweşînên sereke ne. Ev pirsgirêkên tenduristiyê ne ji ber operasyonên leşkerî ne, ji ber zêdebûna nifûsê, hilweşîna pergalên selebê û xirabûna kalîteya avê çêdibin.”
‘Nîşaneyên aborî nayên paşguhkirin’
Dana Hebûb diyar kir ku nîşaneyên tenduristiyê bi awayekî zelal xirabûna şert û mercên jiyanê û nebûna xizmetguzariyên bingehîn nîşan didin û wiha domand: “Nîşaneyên aborî jî nayên paşguhkirin. Bihayên kelûpel û xizmetguzariyan li gorî beriya 7’ê Cotmehê ji sedî 235 û li gorî serdema piştî agirbesta Cotmeha 2025’an ji sedî 88 zêde bûne. Ji ber vê, pirsgirêka li Xezayê êdî ne tenê hebûna kelûpel û xizmetguzariyan e. Niha pirsgirêk ew e ku mirov bikaribin wan bi dest bixin û bikirin.”
Dema di aliyê danûstandinên ku li Qahîreyê tê meşandin bê nihêrtin, lêkolîner Dana Hebûb destnîşan dike ku pirsgirêk ne di pêvajoya danûstandinê bi xwe de ye, di wê rastiyê de ye ku danûstandin di nav rastiyek li ser erdê de ku her tim diguhere têne kirin. Dana Hebûb wiha got: “Êrîşên leşkerî di dema ku pêvajoya danûstandinê berdewam dike de berdewam dikin û ji ber hêzên Îsraîlî kontrola xwe li ser herêma ku wek ‘Xeta Zer’ tê zanîn berfireh dikin, zêdetirî 950 Filistînî mirine. Ev tê vê wateyê ku danûstandinkar bi ‘rastiyek ku her roj ji nû ve tê şekildan’ re rûbirû ne.”
Dana Hebûb tekez kir ku pirsgirêka herî krîtîk a ku îro Xeza pê re rûbirû ye ne tenê rêjeya kontrola li ser erdê ye. Ew dibêje ku xetereya rast ew e ku di navbera sê xêzan de bi lez zêde dibe û wiha vegot:
“Zêdebûna nifûsê li herêmeke ku her tim kêm dibe,
Kapasîteya xebitandina binesaziyê bi lez kêm dibe,
Kêmbûna fînansmana mirovî û di encamê de xizmetguzariyên sînordar.”
Li gorî Dana Hebûb, ji hev cudabûna van hersê dînamîkan di heman demê de rewşê krîtîk dike. Ew di vê xalê de vê nirxandinê dike: “Dema ku ev hersê hêz dighîjin hev, em êdî behsa krîzeke demkî nakin, behsa derbasbûnek bo qonaxekê dikin ku tê de domandina xizmetên herî bingehîn ên jiyana rojane jî hema hema ne mumkin dibe.”