Li Tûnisê piştî çar salan der barê çar aktivîstan de lêpirsîn hat vekirin

Li Tûnisê, piştî çar salan ji ber beşdarbûna xwepêşandaneke aştiyane bangî çar jinan ji bo îfadeyê hat kirin. Vê yekê bû sedema nîqaşan û rê li ber bertekan vekir, ev yek weke nîşaneye kêmbûna azadiyê û hedefgirtina jinên serbixwe hat dîtin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Zext, lêpirsîn û darizandina aktivîstên jin ên Tûnisê didomin. Gelo desthilatdarî ji ber hêza jinan hevsengiya hêzê biguherîne ditirse?

Di çarçoveya lêpirsîna der barê çar jinên ciwan ên aktivîstên civaka sivîl de ku ji ber çar sal berê beşdarî xwepêşandanek li paytextê li dijî referandûma destûrî ya 25’ê Tîrmeha 2022’an de, bûbûn de ji bo îfadeyê dozgeriyê bangî Rehma el-Heşnewî kir.

Lêpirsînên der barê aktivîsta ciwan Nures ez-Zughbî ed-Duzî di 3’ê Hezîranê de, Fatima el-Mutemerî di 4’ê Hezîranê de, Îman bin Cuweyra di 5’ê Hezîranê de û Rehma el-Heşnewî di 9’ê Hezîranê de hatin destpêkirin, bûn sedema pêleke mezin a nerazîbûnan. Aktivîstan bi armanca parastina mafê, rexnekirinê, fikrên cuda û beşdariya jiyana civakê, çalakiyên piştevaniyê li dar xistin.

Lêpirsîna piştî çar salan

Çar aktivîstên jin ku di atmosfera azadiyê ya Şoreşa 2011’an de mezin bûne, pêvajoya veguherîna demokratîk ji nêz ve şopandine û di salên borî de beşdarî meş û xwepêşandanên li dijî binpêkirina maf û azadiyan bûne. Bi taybetî li dijî hewldanên paşvekişandina jinan derketine û mafê jinan ê beşdarbûna çalak a jiyana siyasî, parastin.

Piştî ragihandina lêpirsînan, gelek parêzvanên mafên mirovan û aktivîstên civaka sivîl bertek nîşan dan. Bi taybetî pişî ku ewqas sal di ser de derbas bû, vekirina lêpirsînê her kesê matmayî kir. Hat diyarkirin ku dengê kesên serbixwe yên ji bo maf, azadî, edalet û wekheviyê têdikoşin dikin hedef û hewldanek ji bo cezakirina kesên xwe azadiya fikrî ye.

Her wiha dan zanîn ku parastina azadiya îro nayê wateya parastina kesên diyar; tê wateya parastina mafên civakê bi awayek cuda bifikirin, rexne bikin û bê tirs beşdarî jiyana giştî bibin.

Lêpirsîna ku hat destpêkirin ji aliyê rêxistinên jinan û mafên mirovan ve hat şermezarkirin

Komeleya Jinên Demokratîk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku azadiya îfadeyê, xwepêşandanên aştiyane û mafê îfadeya fikrî mafên bingehîn in, ji aliyê peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ve ketine bin temînatê û ji aliyê qanûnên neteweyî ve tên parastin. Her wiha hat destnîşankirin ku bikaranîna van mafan nikare weke sedema lêpirsîn, darizandin an zexta dadwerî were dîtin.

Parêzerên Sînornenas, vekirina dozên têkildarî azadiya îfadeyê û mafê kombûnên aştiyane piştî nêzî çar salan, weke parçeyek ji pêvajoya bi fikar a zêdebûna zextê li dijî parêzvanên mafên mirovan û aktorên civaka sivîl nirxandin.

Komeleya Hevbeşkirina Maf û Azadiyan (Taqato‘) her wiha bangîkirina parêzvanên mafên jinan ji bo lêpirsînê şermezar kir. Komeleyê diyar kir ku ev lêpirsîn awayekî zexta li dijî azadiya îfadeyê û mafê kombûna aştiyane ye, armanc ew e çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ji ber bikaranîna mafên xwe yên rewa bitepesînin.

Komeleyê daxwaz kir ku divê hemû lêpirsîn û kar û barên têkildarî dozê tavilê werin rawestandin, hedefgirtina aktivîst û parêzvanên mafên mirovan bi dawî bibe û Tûnis li gorî erkên xwe yên destûrî û navneteweyî rêzê li azadiya ramanê û mafê xwepêşandanên aştiyane bigre.

Ji ber ku jin in bûn hedef

Li gorî parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisî, ev darizandin beşek ji polîtîkaya pergala siyasî ye ku piştî 25’ê Tîrmehê hat ser desthilatdariyê. Desthilatdarî hewl dide her kesê ku daxwaza azadî û edaletê dike sûcdar bike û dozê li wan veke. Bi taybetî jin bi eşkere tên hedefgirtin. Şeyma Îsa, Sunya ed-Dehmanî, Ebîr Mûsa, Şeza el-Hajj Mubarek, Saadiye Misbah û Şerîfe er-Riyahî, çend ji wan kesan in.

Aktivîstên jin bi sûcdarên cuda hatine lêpirsînkirin, darizandin û girtin. Çavdêrên giştî vê yekê weke gefek eşkere li dijî azadiya îfadeyê û xebata mafên sivîl û mirovan dibînin. Her wiha vê yekê weke vegera serdema tepeserker û otorîter ku beşdariya jinan di jiyana siyasî de asteng dikin, siyaseta tirsê afirandine û li dijî gelên ku gotin ‘Na ji rejîma Ben Elî re’ hat hilweşandin dibînin.

Gelê Tûnisê bi salan e li qadan e

Gelê Tunisê bi gotinên; ‘na ji desthilatdariya Troykayê re’ li dijî gotinên paşverû yên ku destkeftiyên jinan ên bi têkoşîna ji bo serxwebûnê bi dest xistine hedef girtin, derket. Jin bi girseyî beşdarî ‘Rûniştina Er-Rahil’ bûn û di hilbijartinên serokatiyê yên 2014’an de, bi dengê xwe hevsengî guherandin. Vê yekê hişt ku Serokkomarê wê demê Bejî Caid Essebsî bi ferqeke zêde li hemberî reqîbê xwe Moncef Marzouki bi ser bikeve.

Îro li Tûnisê zordariya li ser jinan nîşan dide ku desthilatdariyê girîngiya dîrokî ya rola jinan di avakirina welat de fêm nekiriye. Her wiha ne di ferqa pozîsyona rêzdar a jinan ku hem di warê navxweyî, hem jî li navneteweyî de bi dest xistine de ye. Ji ber vê, jin li hemberî hemû hewldanên bêdengkirin an jî birandina dengê xwe li ber xwe didin.