Li Tunisê parêzvanên mafên jinan tevî zextan li ber xwe didin

Tevî zêdebûna gef, tacîz û kampanyayên reşkirinê, parêzvanên mafên jinan ên Tunisê têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê didomînin. Jin li dijî zextên civakî û siyasî banga mezinkirina hevgirtinê dikin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunis – Tevî gef, tacîz û hewldanên qûtkirina dengê wan, parêzvanên mafên jinan mafên xwe diparêzin û daxwaza wekhevî û rûmetê dikin; Li dijî hawirdora civaka sivîl a ku her diçe zehmetir dibe, derdikevin

Bilindkirina dengê jinên ku rastî tundiyê hatine yan hatine girtin, an jî ji qada giştî hatine dûrxistin, ne hêsan e. Xebatên parêzvanên mafên jinan bi pirsgirêkên tevlîhev ve nav hevdeye ku ji aliyekî ve ji avahiya civakî ya muhafezekar û ji aliyê din ve ji sînorkirinên ku çalakvan destnîşan dikin ku bandorê li xebata wan a sivîl û mafparêz dikin. Tevî vê yekê, tevgerên femînîst hertim daxwazên ji bo parastina ji tundiyê, pêkanîna temsîliyeta siyasî ya adil û berfirehkirina qadên ji bo azadî û beşdarbûnê bilind dikin.

Aktîvîst, diyardikin ku di salên dawî de, li ser hin jinên ku di warê mafên mirovan de dixebitin zext zêde bûne û kampanyayên reşkirin û çavtirsandinê jî giranbûne. Lêbelê, ev yek têkoşîna ji bo afirandina rastiyek adil ji bo jinan li Tunisê nerawestandiye.

Tacîz û Zext

Parêzvana mafên jinan Sabriye Frîha, diyar kir ku parêzvanên mafên jinan berpirsiyariyeke giran ya ji ber zextên civakî, aborî û siyasî hildigrin. Sabriye Frîha, destnîşan kir ku li rexa aloziyên herêmî û navneteweyî, herwiha pirsgirêkên herêmî jî vî barî girantir dikin. Frîha anî ziman ku ev girêdanbûn hem berpirsyariyeke takekesî hem jî civakî ye, her kesê ku baweriya xwe bi pêwîstiya parastina jinan tîne, divê nirxên mafên mirovan qebûl bike û di her şert û mercî de giranbûna xwe bi vê erkê bimîne.

Frîha, diyar kir ku parêzvanên mafên jinan li Tunisê di nav hawirdora zextên siyasî û girtinan de du qat berpirsiyarî dihilgirin û ew di civakek muhafezekar de bi zexta civakî, herwiha bi tacîza dîjîtal a ku heqaret, êriş û destdirêjiya devkî li ser medyaya dîjîtal dihewîne re rû bi rû dimînin. Herwiha got ku ev rewş hin caran dikare bibe tundiya fîzîkî û wiha berdewam kir:

“Parêzerên jin rastiyeke helesorî (pembe) najîn, lêbelê ji bo pêkanîna erkên xwe û parastina mafên jinan û parastina rûmeta wan li ber xwe didin.”

Sabriye Frîha destnîşan kir ku şer gelek caran rasterast bandorê li bedena jinan dikin û bûyerên li Xeza, Sudan, Suriye û Îranê wekî mînak nîşan da. Frîha got ku jin hem ji ber civakên baviksalar û hem jî şeran du caran rastî zextan tên û teqez kir ku pêwîste hevgirtina jinan were xurtkirin.

Sabriye Frîha banga afirandina cihên ewle ji bo jin û parêzvanên mafên mirovan kir û ji kesên ku rastî tundiyê tên xwest ku dîwarê tirs û bêdengiyê derbas bikin û got: “Kêliyên xwe yên lewaz bi me re parve bikin, em li kêleka we ne.”

Kesên ku êşê dihilgirin

Parêzvana mafên jinan Suad Bu Atur, diyar kir ku girêdanbûna bi pirsgirêkên jinan re û hilgirtina êşa wan ne hêsan e, herwiha destnîşan kir ku berpirsiyariyeke mirovî û exlaqî ye ku divê were bicihanîn. Suad Ba Atur da diyarkirin ku pêwîst e destkeftiyên jinan werin parastin û got ku gefên ku femînîst pê re rû bi rû dimînin piralî ne.

Suad Bu Atur destnîşan kir ku jin rastî reşkirin, tohmet û tacîzê tên, herwiha got ku carnan ev yek digihîje malbatên wan jî. Suad Bu Atur, teqez kir ku tevî vê yekê jî ew ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo wekheviya tam bernedin.

Suad Bu Atur, diyar kir ku têkoşîna wê ji jiyana wê ya taybet ne cuda ye û got ku wekî kesek ku guh dide jinên ku li Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê tundiyê dîtine, bi çavên xwe şahidiya ezmûnên jinan kiriye.

Suad Bu Atur anî ziman ku komele, piştgiriya derûnî dide karmendên ku rojane bi mexdûrên rastiyê tundiyê hatine re têkilî datînin, bi vî rengî hewl dide ku pêşî li bandorên neyînî yên derûnî bigire.

Biryardarî û Berxwedan

Parêzvana mafên mirovan Meryem Kîzanî jî diyar kir ku binpêkirinên li dijî parêzvanên mafên jinan zêde dibin, lê tevî vê yekê jî, ew bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin. Meryem Kîzanî got ku zexta zêde ya li ser medyaya dîjîtal û qada giştî armanc dike ku çalakvanan bitirsîne û çalakiyên wan ên sivîl sînordar bike. Herwiha destnîşan kir ku femînîst rojane bi gefan re rû bi rû dimînin û êrişên ku ji hêla hişmendiya baviksalar ve bi riya medyaya dîjîtal têne kirin, di salên dawî de zêde bûne. Kîzanî bilêv kir ku ev êriş armanc dikin ku pêşî li parastina mafên jinan bigirin, van mafan wekî “çêkirî” nîşan bidin û têkoşînê bêrûmet bikin.

Meryem Kîzanî got ku parêzvanên mafên jinan li herêmê li rexa civaka baviksalar, bi gefên piralî yên otorîteyên siyasî, nakokiyên etnîkî û mezhebî û herî dawî wek pêşketinên şerê li Îranê re rû bi rû ne. Kîzanî, qetilkirina çalakvana Iraqî Yenar Mihemed li ber mala xwe ya li Bexdayê bi bîr xist û got: “Tundî û kaos di serî de jin, dengên azad û pêşverû dikin hedef.”

Meryem Kîzanî, anî ziman ku şert û mercên herêmî pêwîstiya xurtkirina hevgirtina sînor derbas dike ya di navbera jinan de neçar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Wekî jin, divê em qadên ewle biafirînin da ku mafên xwe û hebûna xwe di qada giştî de biparêzin.”