Li Tûnisê klûbên jinan ên li zanîngehê li ser tevgera jinan nîqaş dikin
Klûbên jinan hewl didin ku bi rêya rêxistinkirina çalakiyan, her wiha bi riya weşanên radyoyê dengê jinan bilind bikin û dozên jinan li kampusa zanîngehan de bipêş bixin.
NEZÎHE BÛ SEÎD
Tûnis – Tevî peydabûna derfetên akademîk ên ji hêla zanîngehê ve, bi giştî pêwîstiya xwendekaran bi cîhanek azad heye ku tê de çalakiyên perwerdeyî û hişyarkirinê çalak bikin. Her wiha bi civaka sivîl re têkilî deynin û fêr bibin çawa beşdarî karûbarên giştî bibin. Ji vê perspektîfê ve jî, Komeleya Dengên Jinan li hin fakulteyan klûbên jinan vekir.
Safaa El-Bayarî, di komeleyê de berpirsa klûbên jinan e. Safaa dibêje: “Klûb di sala 2020’an de li paytexta Tunisê dest bi vekirinê kirin, piştre derbasî parêzgehên Sosse û Cendouba bû, xebatên klûbê derbarê organîzekirina semîner û çalakiyên çandî yên girîng ên cûr bi cûr û cihê reng, dûrî her tiştên akademîk, ji bo xwendekaran dixebitin.”
‘Xwendekarên jin dixwazin beşdarî klûban bibin’
Sefaa El-Beyarî bal kişand ser armanca van klûban û wiha berdewam kir: “Armanca me ya sereke ji van klûban ew e ku xwendekar bikaribin bi awayekî azad xwe îfade bikin û riyekî dûrî xwendinê ji xwe re peyda bikin.” Safaa destnîşan kir ku xwendekarên jin yên ku beşdarî aktîvîteyên klûbê dibin, piraniya wan li zanîngehê di beşa hiqûqê de dixwînin. Safaa diyar kir ku ev yek di bilindkirina têgihîştin û perwerdeya hiqûqî de dibin alîkar. Herî zêde jî xwendekarên jin dixwazin beşdar bibin û van çalakiyan wekî dergehekê ji bo xwe îfadekirinê û beşdarî qadên azad bibin, bibînin.”
Hewl didin ji bo têkoşîna li dijî tundiyê înîsiyatîfên bi vî rengî pêk bînin
Sefaa El-Beyarî da zanîn ku li derdora zanîngehê tundî belav bûye, destnîşan kir ku ew hewl didin însiyatîfên tekoşînê li dijberî van diyardeyan ava bikin û wiha pê de çû: “Em hewl didin ji bo têkoşîna li dijî tundiyê înîsiyatîfên bi vî rengî pêk bînin. Her wiha, me derbarê tundiya sîber a li derdora xwendekaran de jî lêkolînek amade kir. Bi taybetî jî me bal kişand ser komên xwendekarên li zanîngehên paytextê. Rayedar û aliyên peywendîdar hemû diyardeyan dibînin û dişopînin. Bi taybetî jî, her cûre tundiyên ku ew pê re rû bi rû dimîn, çi li derveyî zanîngehê di riyan de, çi jî di hundirê zanîngehê bi xwe de. Her wiha tundiya sîber a bi riya malperên medyaya civakî lê rast tên.”
Sefaa El-Beyarî behsa zehmetî û astengiyên ku klûb pê re rû bi rû dimînin kir, ev nirxandin li gotinên xwe zêde kirin: “Di demên dawî de em rastî hinek zehmetî û astengiyan hatin. Ji ber ku me nekarî li hinek zanîngehên paytextê ku par bi awayekî qanûnî em tê de çalak bûn, îsal jî aktîv bin. Em nizanin çima?”
Xwerêxistinkirin, xwe îfadekirin û tevlîbûna cîhana giştî ya zanîngehê
Sefaa El-Beyarî bal kişand ser daxuyaniya ku di wan di derheqî vê bûyerê de parve kirine û wiha got: “Me daxuyaniyek derbarê niheqiya ku em di vê dawiyê li yek ji zanîngehan lê rast hatin de weşand. Ev redkirina niheq, cureyek e ji dûrxistin û sînordarkirina xebatên xwendekar û sivîlan. Di aliyê xwerêxistinkirin, xwe îfadekirin û tevlîbûna cîhana giştî ya zanîngehê de jî bandoreke mezin li mafên xwendekarên jin û mêr dike. Ev maf ji hêla qanûnî û akademîk ve hatine mîsogerkirin.”
‘Di qadên zanîngehan de bilindkirina doza jinan’
Meryem Bin Xelîl, xwendekara beşa Hiqûqa Giştî ya li Fakulteya Zanistên Hiqûqî, Civakî û Siyasî ya li Tunisê ye. Her wiha aktîvîsta civaka sivîl û endama klûbên jinan ên Dengê Jinan e. Meryem ragihand ku klûbên jinan bi organîzekirina çalakiyan hewl didin ku bala xwe bidin nêzîkatiya li ser jinan di zanîngehan de û wiha domand: “Her wiha bi vekirina Radyoya ‘Horiya’ re me xwest bi riya amadekirina vîdyoyên derbarê mijarên girêdayî jinan, em dengê jinan bighînin her der di nav zanîngehan de û gelek çalakiyên ji bo jinan organîze bikin.”
Di nav zanîngehê de qadek mezin û fireh ji bo nîqaşa li ser mijara jinan
Meryem Bin Xelîl, diyar kir ku wan par gelek çalakî pêk anîne û wiha got: “Me par çalakiyek li ser jin û xebatên sendîkayê lidar xist. Bi rêya wê çalakiyê me hewl da ku em vê pirsgirêkê di zanîngehê de bînin ziman. Me gelek daneyan û şahidiyên girîng, pêşkêşî xwendekarên jin û mêr kirin. Ev bû derfetek ku em di nav zanîngehê de qadek mezin û fireh ji bo nîqaşa li ser mijara jinan biafirînin.”
Diyarde ji aliyên zanistî û civakî ve tên şirovekirin
Meryem Bin Xelîl, diyar kir ku ew di klûbên jinan de derbarê hişyarkirina li ser diyardeya tundjiya li dijî jinan û tundiya li ser bingeha zayendî nîqaş dikin û bi van mijaran re eleqedar in. Meryem wiha bedewam kir: “Me behsa diyardeya kuştina jinan kir û em her carê hewl didin ku îstatîstîkan pêşkêş bikin û diyardeyê ji gelek aliyên civakî, psîkolojîk û qanûnî ve bigirin dest da ku fam bikin. Ji ber ku Fakulteya Hiqûqê hewl dide metnên qanûnî yên ku divê werin guhertin, pêşkêş bike.’
Meryem Bin Xelîl, di dawiyê de, tekezî bi girîngiya bilindkirina mijara jinan di nav zanîngehan her wiha bang li hemû xwendekarên jin û mêr ên bi vê mijarê re eleqedar dibin kir ku beşdarî klûbên jinan bibin da ku hebûna klûbên jinan di gelek zanîngehan de mîsoger bibe.”