Li Tunisê karkerên çandiniyê yên jin heta çi astê azad in?
Li Tunisê rêxistinkirina karkerên jin a di qada çandiniyê de, ji ber ku ew karîne maf û erkên xwe fêm bikin, bûye sedema guhertineke kalîteyî ya di rewşa wan de.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tunis – Tevî qanûn û fermanan, rewşa jinên Tunisî yên ku di çandiniyê de dixebitin dijwar e. Ji bo baştirkirina şert û mercan, hewceyî baldariya gelek aliyên pêwendîdar e.
Bi taybetî jî, bi berdewamiya qezayên kar û pratîkên ku li dijî qanûnan in. Ev jî ji mûçe û şert û mercên kar dest pê dikin û bi veguhestina ne ewle diqedin. Jinên ku di qada çandiniyê de dixebitin, tevî rola wan a girîng a di mîsogerkirina ewlehiya xwarinê û berdewamiya hilberîna çandiniyê de, di nav komên herî xeternak ên bazara kar a Tunisê de ne. Ev rastî gelek rêxistin û sendîkayan teşwîq kiriye ku li ser rêxistinkirina van jinan û hêzdarkirina wan ji bo zanîn û parastina mafên xwe bixebitin, da ku guhertinek rastîn pêk bînin ku rûmet, ewlehî û edaleta civakî ji wan re garantî bike.
‘Jinên di çandiniyê de dixebitin tengasiyan dikişînin’
Aktîvîsta mafên mirovan a Tunisî Naciya El-Birînî diyar kir ku rewşa jinên di çandiniyê de dixebitin pir xirab e û tevî derbasbûna van salan ji şoreşê û derxistina fermanan ji bo parastina wan û garantîkirina mafên wan ên civakî û tenduristiyê, ev rewş neguheriye. Naciya El-Birînî got: "Ev jin ji sedî 90 karê di qada çandiniyê de temsîl dikin. Lê ew hê jî bi şîdet û dûrxistinê re, bi taybetî ji ber nebûna hişmendiya li ser bedena xwe û nezanîna wan a li ser rêbazên parastina xwe û mafên xwe re, rû bi rû dimînin.”
‘Hewcedarî bi dabînkirina veguhestina bi ewle heye’
Naciya El-Birînî ragihand ku karkerên jin zivistanê bêyî ti amûrek parastinê, bêyî ku ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve bê balkişandin, bi sermayê re dimînin. Naciya destnîşan kir ku nebûna hişmendî û amûrên bingehîn ên wek cil û berg û amûrên parastinê, bûye sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê û wiha got: “Her wiha paşguhkirina jiyana wan a berdewam û veguhestina wan bi kamyonên mirinê. Tevî vê rastiyê ku Fermana Hejmar 4 a di sala 2024’an de hatî derxistin, di encama têkoşîna wan de derketiye holê. Pêwîstiya dabînkirina veguhestina bi ewle û baştirkirina şert û mercên wan, di nav de tenduristî û ewlehiya kar û parastina civakî, destnîşan kiriye.”
‘Ji bo rizgarkirina komên bindest tedbîr girîng e’
Naciya El-Birînî şert û mercên xebatê şermezar kir û ew mîna "nemirovane" bi nav kirin. Naciya got ku veguhastin, mûçeyên kêm ên ku li gorî mîqdara hewildana ku tê dayîn nînin û bandora neyînî ya psîkolojîk a ji ber muameleya dijwar û şert û mercên xebatê yên dijwar hene. Naciya El-Birînî wiha axivî: “Salên şoreşê û heman rewş neguheriye û ji bilî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yan Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan kes wan bi bîr nayne û ev gelek xemgîn e. Her wiha binpêkirin carna dighîje veguhestina karkerên jin di kamyonên tijî av de. Rewş xirab e û ji bo rizgarkirina vê koma bindest, ji rayedarên pêwendîdar tedbîran dixwaze.”
‘Jinên karker bi tundî û paşguhkirinê re dimînin’
Naciya El-Birînî tekez kir ku îro ji her demê bêtir pêwîstiya jinên karker heye ku mafên xwe biparêzin. Naciya destnîşan kir ku Fermana Hejmar 3, encama tevger û berxwedana wan a aştiyane ye û wiha pê de çû: “Ew ji bo xwe hewceyê hişyariyek û parastinek mezintir in. Bes e ji êş û bêdengiya wan re. Jinên karker rastî tundiyek tevlihev û paşguhkirina sîstematîk tên û desthilatdarî tenê saziyek e ku dikare pêkanîna peymanan bicîh bîne û mafên wan ên binpêkirî garantî bike.”
‘Cudakariya berdewam şerm e’
Naciya El-Birînî anî ziman ku xetere ne tenê bi veguhestinê ve sînordar e, di heman demê de nexweşiyên ku karkerên jin ji ber bikaranîna gubre û dermanên kêzikan bêyî tedbîrên parastinê rastî wan tên jî, dihewîne. Naciya wiha domand: “Cudakariya berdewam di navbera mêr û jinan de di vî warî de şerm e, her çend her du alî heman karî dikin û karkerên jin dibe ku berpirsiyariya mezintir hilgirin ser xwe jî.”
‘Sendîka karkerên jin organîze dike’
Endama Sendîkaya Giştî ya Çandiniyê Nadya Bargawî diyar kir ku sendîkayê hewl da ku karkerên çandiniyê yên jin organîze bike da ku vê koma paşguhkirî ji maf û berpirsiyariyên wan agahdar bike. Wê rave kir ku ji sala 2020’an vir ve, sendîkayê di bin çavdêriya Sendîkaya Giştî ya Karker a Tunisê (UGTT) de li ser rewşa karkerên jin lêkolîn û anketan kiriye û ev agahî dan: “Wê mîna pirek di navbera karker û sendîkayê de xizmet kir, endametiya wan bi rêya kartek sembolîk hêsan kir. Piştre, sendîka li herêmên hundir hatin damezrandin û navendên guhdarîkirinê hatin damezrandin da ku bi sendîkayan re hevrêz bibin û binpêkirinan bişopînin.”
‘Rêxistinkirin ji bo parastinê girîng e’
Nadya Bargawî diyar kir ku rêxistin ji bo parastina mafên karkerên jin û ji bo hevrêziya di navbera sendîkayê û sendîkayên herêmî yên girêdayî wê de girîng e. Nadya got ku serkeftinên hatine bidestxistin, wekî Fermana Hejmar 4 û Qanûna Hejmar 51 a 2019’an, encama van hewldanan in. Nadya Bargawî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 5 sendîkayên karkerên çandiniyê yên jin, ji bo xurtkirina parastina mafên wan û baştirkirina şert û mercên wan bi rêya hevgirtin û berxwedanê hatine damezrandin.