Li Tûnis bazirganiya zarokan her diçe zêde dibe

Li Tûnisê ji bo firotina zarokên şîrmij reklam û belevok di riya malperên tora civakî de tên kirin. Ev bûye diyardeyek bi tirs bi taybet hin lêkolîn hene ku diyar dikin ku rêjeya bazirganiya mirovan ji salên berê gelek zêdetir bûye.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Di Nîsana 2021’an de, Komîteya Neteweyî ya Qaçaxçitiya Mirovan hejmarên tirsnak ên têkildarî îstismara zayendî ya zarokan û zêdebûna tawanên firotina şîrjmijan tomar kir. 907 bûyerên bazirganiya mirovan hatine tomar kirin, ku di nav wan de ji sedî 73,7 zarokin. Her wiha îstismara zayendî li gorî salên 2019 û 2020’an zêde bûye. Seroka Komîsyona Neteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Qaçaxçitiya Mirovan, Rawda Al-Obeidi, eşkere kir ku tawanên îstismar û firotana zarokan li Tûnisê tirs û  geşedaneke xirab daye avakirin.
Rawda Al-Obaidi, di danişîna ku ji hêla Komîteya Jin, Malbat, Zarok, Ciwan û Pîran ve li Civata Nûnerên Gel (Parlamento) ya duyemîn meha Nîsana borî hat li dar xistin de diyar kir ku tawanên îstismara zarok û jinan zêdebûne û wiha domand: “Ji ber piraniya wan li ser bingeha karanîna fezay sîber an a elektironîk çêdibe, da ku pêkanîna gelek tawanan, nemaze tawanên firotina zarokên şîrmij, ku di sala 2020’an de ji sedî 65,5 bilind bûye pêk bînin.”
Rawda Al-Obeydî li hemberî mezinbûna vê diyardeyê hişyarî da, ku piştî bûyerên bi navê "Bihara Erebî" di 2011’an de, zêde bû her wiha piştî çalekiyên mafyayê li ser malperên tora civakî bû diyardeyeke tirsanek. Rawda tekez kir ku ev çete keçên ducanî di riya malperên tora civakî re digirin û hemî hewcedariyên wan, di nav de tenduristî, darayî û niştecîhbûnê jî peyda dikin, di berdêla wê de zarokan ji wan distînin da bifroşin
Dadger Nejla Bin Remezan jî, di hevpeyvînek a digel ajansa me de da zanîn ku qanûna ceza ya dijî bazirganiya mirovan digihîje 10 sal zindan ji bo her kesê ku li ser binçavkirin an ji bo mebestên xebata bi zorê kiriye. 
Parêzer Emel Tayashi jî girêdayî heman mijarê got: "Qanûna Jimare 61 a sala 2016’an li ser pêşîgirtina bazirganiya mirovan daxuyaniyek eşkere digre nav xwe ku dewlet soz dide ku mekanîzmayên parastinê ji bo qurbanan peyda bike, lê ked û xebata di vî warî de lawaz ma, ev yek jî ji ber nebûna çavkaniyên darayî yên hewce ye. Gelek kêşe derketine ku sepandina stratejiya neteweyî ya parastinê asteng kirine, nemaze zehmetiyên aborî û civakî yên ku qurbanan dikin nêçîra kiryarên bazirganiya mirovan. Pêdivî heye dewlet hemî fonên madî û mirowî peyda bike da ku komîte baş bixebit û girîngiyê bide berfirehkirina hevkariya navneteweyî. Pejirandina ezmûnên serfiraz ên welatên ku karîbûn zehmetiyan û astengiyên cûrbecûr derbas bikin.
Pispora civaknasiyê, Marwa Hamdi jî bilêv kir ku hin dê û bav zarokên xwe wekî padîşahan dibînin ku mafê wan heya çarenûsa di perwerde û zewacê diyar bikin, ev raman li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka belavbûye. 
Marwa di derbarê belavûna tura civakî de jî got: “Malperên tora civakî têne îstismar kirin û firotin ,gelo kî berpisyariy vê yekê radike. Em an dewleta me, an jî dayika ku zarokên xwe ji bo çend dînaran difroşe. Dilxwaziya dayikê ku beşek ji xwe bifroşe carinan ji ber hejarî, jarbûn û bêparbûnê dibe û di dîtiniyek din de ew dibîne ku xwedîkirina zarokek neqanûnî ji bo wê û malbata wê şerm e. Ji ber vê yekê ew neçar e ku wê bifroşe, difikire ku ew ji wê şermê xilas dibe.” 
Marwa Hamdi bang dike ku xebat li ser guhertina zihniyetê were kirin, qanûnên hişk ji bo van tewanan were derxistin, dê û bavên ku zarokên xwe difroşin werin cezakirin