Li Sûriyeyê tundiya li ser zarokan digihîje asteke xeternak

Derûnînas Rîm El-Xacarî hişyar kir ku tundiya li ser zarokan li Sûriyeyê bûye birîneke kûr a civakî û anî ziman ku bêdengiya civakê û rewakirina tundiyê di bin navê "perwerdeyê" de zarokan ber bi trajediyan ve dibe..

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Nêzî salek e nûçe û çîrokên tundî û destdirêjiya li dijî zarokan li Sûriyeyê zêde dibin. Bi dubarebûna van babetan re, pirsgirêk êdî ne wekî bûyerên takekesî, wekî diyardeyek derdikeve holê ku lêkolînek li ser sedemên xwe yên psîkolojîk, civakî û qanûnî dixwaze. Pirsa bingehîn a derdikeve holê ev e: Dema ku çavkaniya xeterê di nava hawirdora zarokan bi xwe de be, kî wan diparêze?

'Sûc divê bi şêwazeke baldarî û destwerdanê bên çareserkirin'

Derûnînas Rîm El-Xacarî got ku dubarebûna van sûcan pêwîst e bi awayekî ku hewceyê baldarî û destwerdanê ye, bên çareserkirin. Rîm El-Xecarî da zanîn ku zarok di nava xeterê de ne, ji ber ku sûcdar bawerî, tirs, an jî nekarîna zarok ji bo îfadekirina xwe, îstîsmar dikin. Ev yek nîşan dide ku hişyarî, diyaloga bi zarok re û baldariya li ser her guhertina di tevgerên wan de, di nava rêbazên herî girîng ên parastinê de ne.

'Normalîzekirina tundiyê destwerdana ji bo parastina zarokan dijwartir dike'

Rîm El-Xacarî destnîşan dike ku bûyerên weke şer, xizanî, koçberî û hilweşîna malbatê zarokan dixin bin zextên kûr ên psîkolojîk û civakî û ev yek jî dibe ku lawaziya wan a li hemberî tundî û îstîsmarê zêde bike, bi taybetî jî dema ku torên wan ên piştgiriyê qels bibin. Rîm li ser xetera hesibandina tundiyê wekî rêbazeke qebûlkirî yê dîsîplînê hişyarî dike û dibêje: “Ji ber ku normalîzekirina tundiyê, tesbîtkirina îstîsmarê û destwerdana ji bo parastina zarokan pir dijwartir dike.”

Rîm El-Xacarî destnîşan dike ku civakê di van demên dawî de şahidiya zêdebûna bûyerên destdirêjiya li ser zarokan kiriye û da zanîn ku di nav de bûyerên destdirêjiya zayendî di nava malê de yan jî ji aliyê kesên nêzî zarokan ve jî hene. Rîm bawer dike ku xetera van bûyeran ne tenê bi kesê/a bûye hedef ve sînorkirî ye, bandorên xwe li ser zarokên ku van çîrokan dibihîzin jî dike; bi taybetî di nebûna toreke ewlehiyê ya zelal an jî rayedarekî naskirî de ku zarok an malbat bikaribin serî lê bidin.

Êrîş tenê li dijîn kesên dibin hedef bi dawî nabin

Rîm El-Xacarî diyar kir ku mijara destdirêjiya zayendî wiha bi “tawanbar û qurban” nayê binavkirin, got ku ev pirsgirêkeke civakî ye, bandorên wê yên psîkolojîk û civakî yên demdirêj hene û got: “Sûcdar dibe ku xwedî pirsgirêkên psîkolojîk, malbatî û reftarî yên bingehîn bin ku hewceyê têgihîştin û lêkolînê ne lê têgihîştina sedeman, sûc rewa nake û sûcdar ji berpirsiyariyê azad nake.”

Zarokê/a ku bi destdirêjiyê re rûbirû dimîne, ji ber stîgmaya civakî, zext û tirsa sûcdarkirinê êşê dikşîne; ev yek jî dibe sedem ku ew bêdeng bimînin û tiştên kişandine eşkere nekin. Rîm El-Xacarî bawer dike ku divê danûstandina bi wan re li ser bingeha parastin, guhdarîkirin, bawerî û piştgiriyê be, ne ku li ser sûcdarkirina wan ji bo tiştê bi serê wan hatiye.

Doza Nûr pirsan li ser qanûnê derdixe holê

Rîm El-Xacarî doza zaroka bi navê Nûr El-Dous ku raya giştî hejand, wekî mînakek ji xeterên bikaranîna tundiya navmalî wekî rêbazeke dîsîplînê nîşan dide ku dibe sedema encamên trajîk.

Di vê çarçoveyê de, Rîm pirsekê li ser çarçoveya qanûnî ya tê texmînkirin zarokan biparêze, dike û dibêje: “Dema ku êrîşek çêdibe, zarokek an malbata wî/ê dikare berê xwe bide ku derê? Kîjan sazî berpirsiyar e ku wan biparêze û dozê bişopîne?”

Rîm El-Xacarî bawer dike ku kêmkirina dozên wiha bi kuştin an tolhildana takekesî nayê qebûlkirin; tiştê ku pêwîst e, qanûnên vekirî, zelal, mekanîzmayên parastinê û saziyên ku dikarin berî êrîş çêbibin sûcên girantir werin kirin, mudaxele bikin.

Rîm diyar dike ku têgeha “dîsîplînkirina zarok” nikare bibe hincetek ji bo tundiyê û xeta dabeşker a di navbera dîsîplîn û tundiyê de. Her wiha berpirsiyariya qanûnî dema ku tiştê jê re tê gotin dîsîplîn dibe sedema zirar an kuştina zarok, datîne holê.

Pêwîstî bi referanseke zelal heye

Rîm El-Xacarî tekez dike ku çareserkirina vê pirsgirêkê ji bertekeke demkî ya li hemberî bûyerê ku dibe manşet û dûre ji ber çavan winda dibe, wêdetir pêwîstiyek e û wiha dibêje: “Tiştê ku pêwîst e avakirina navend û mekanîzmayên parastina zarokan in, ne tenê saziyên bi navê xwe ku kapasîteya rastîn ji bo destwerdan û şopandinê tê de tune ye.”

Rîm El-Xacarî da zanîn ku berpirsiyariya parastina zarokan ne tenê bi malbatê ve girêdayî ye, berpirsiyariyeke civakî ye ku bav, dayîk, xwişk û bira, dibistan, sazî û kesên bi zarokan re dixebitin vedihewîne; bi taybetî ji ber dubarebûna nûçeyên tundî û îstîsmarkirinê.

Rîm tekez dike ku pêdivî bi hebûna “cihekî daîmî” heye ku zarok û malbatên wan bikaribin lê vegerin, ji ber ku ev ne dozek e ku piştî sûcekî vedibe û digre ye, pirsgirêkek e ku hewceyê baldariyeke demdirêj e, ji ber ku bandora wê ya kûr a psîkolojîk û civakî li ser zarok û civakê tê hesibandin.

Tirsa ji nûçeyan metirsiyê kêm nake

Rîm El-Xacarî hişyar dike ku pirbûna nûçeyên têkildarî sûcên tundiyê yên li dijî zarokan, bi taybetî dema ku ew gelek caran tirsnak bin, dikare asta fikaran zêde bike û hesta ewlehiyê ya zarokan qels bike.

Rîm El-Xacarî bang dike ku bi hişmendî van nûçeyan werin şopandin û zarok bi hûrguliyên ku ji kapasîteya wan a psîkolojîk derbas dibin neyên tirsandin.

Rîm El-Xacarî herî dawî peyam da dê, bav û civakê û bal kişand ser girîngiya dîtina nîşaneyên tirsê bi zarok re û wiha bi dawî kir: “Di tevgera zarokek de mirov pir vekirî dibîne ka çi dîtiye. Divê ku di rewşên wiha de di mercên ewle de bi zarok re were axaftin. Parastina zarokek bi guhdarîkirin û bawerkirina bi wan dest pê dike; piştre bi dabînkirina cihekî ewle û çareyeke qanûnî ya zelal ku ew dikarin lê bigerin berî ku tirs û bêdengî veguhere trajediyê.”