Li Rojhilata Navîn kêmkirina bandora mezhebî

Cewhera pevçûnên li herêmê di nav veguherînên kûr de ye. Binpêkirinên mafên mirovan ên giran û pevçûnên mezhebî yên ku zêde dibin bi hev ve girêdayî ne, aştiya civakî tehdît dikin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Bi zêdebûna aloziyên herêmî re, pevçûnên mezhebî, ku li hin welatên Rojhilata Navîn dest pê kirin, careke din derdikevin pêş û ev pevçûn êdî bi sînorên neteweyî ve sînordar nînin. Ev alozî xwedî potansiyel in ku ji ber faktorên veşartî yên ku dikarin di her kêliyê de ji nû ve geş bibin dihewîne. Ango ev alozî xwedî potansiyelek wisa ye ku belavî welatên din jî bibe. 

Li gorî çalakvana mafên mirovan Dîma Huneydî, tiştê ku li hin welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê diqewime, ne tenê pevçûnek siyasî ye. Dîma dibêje ku ew di heman demê de binpêkirinên cidî yên qanûna mirovî ya navneteweyî û mafên mirovan jî vedihewîne û wiha rave dike: “Wekî hedefgirtina sivîlan, koçberkirina bi darê zorê û pratîkên ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin. Ev rewş bi sûcên ku di Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de hatine destnîşankirin re li hev dike.”

Veguherîna xeternak di xwezaya nakokiyan de

Dîma Huneydî destnîşan kir ku yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên serdema niha ew e ku hin nakokî ji siyasî veguherîne nasnameyên olî an mezhebî. Li gor nêrîna Dîma, ev veguherîn ne tenê aramiya siyasî ya dewletan tehdît dike, di heman demê de pergala parastina mafên mirovan, nemaze ji bo kêmneteweyan, jî qels dike. Dîma got ku di gelek rewşan de, ev binpêkirin bûne kuştinên girseyî û paqijkirina etnîkî û wiha domand: “Dema ku ev sûc sîstematîk û berfireh bin, ew dikevin kategoriya sûcên navneteweyî yên herî giran, wek sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîdê. Ev sûc ne di bin qanûnên demkî de ne û berpirsyariya qanûnî bêyî ku çiqas dem derbas bibe berdewam dike.”

Astengiyên li ber qanûna navnetewî

Dîma Huneydî tekez kir ku tevî zelaliya qaîdeyên qanûna navneteweyî, sepandina wan bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye û wiha pê de çû: “Qanûna navnetewî bi giranî bi hevkariya dewletan ve girêdayî ye; gelo ew dozên dadgehên navneteweyî vedikin an jî biryaran bicîh tînin? Lê belê pêşbaziyên siyasî, nemaze di navbera hêzên mezin de, pirê caran pêvajoya edaletê asteng dikin, dereng dixin, an jî qels dikin. Her wiha, bikaranîna amûrên siyasî yên wekî mafê vetoyê di forumên navneteweyî de bi sînordarkirina şiyana civaka navneteweyî ya ji bo girtina tedbîrên bibandor, dibe sedema berdewamiya bêcezatiyê. Bandorên van pevçûnan ne tenê siyasî an qanûnî ne, di heman demê de encamên mirovî yên kûr jî hene. Jin û zarok bi taybetî bandor dibin. Koçberî, bêewlehî, tundî û binpêkirin bandorên psîkolojîk û civakî yên demdirêj dihêlin. Zarokên ku di van pevçûnan de bêguneh in, neçar in ku di nav xizanî, tirs û bêaramiiyê de mezin bibin. Di heman demê de jin, hem wekî dayîk û hem jî wekî kesên ku ji rewşên dijwar xilas bûne, barên hîn girantir hildigrin.”

Berpirsyariya civaka navneteweyî

Di ronahiya vê rewşê de, Dîma Huneydî bi bîr xist ku rola civaka navneteweyî di sê warên sereke de derdikeve pêş:

*Parastina sivîlan di çarçoveya qanûna mirovî ya navneteweyî de;

*Piştgiriya mekanîzmayên lêpirsînê yên navneteweyî yên serbixwe da ku kesên berpirsiyarê binpêkirinan hesab bidin;

*Zêdekirina hewldanên siyasî û dîplomatîk ji bo pêşîgirtina li zêdebûna pevçûnan bo pevçûnên mezhebî yên navneteweyî.

Dîma da zanîn ku ezmûn nîşan dide ku pevçûnên mezhebî meyla wan heye ku berfireh bibin ger di qonaxên destpêkê de neyên kontrolkirin û ev agahî dan: “Dewlet û saziyên navneteweyî û her wiha civaka sivîl, di vê pêvajoyê de wekî aktorên neçar derdikevin holê. Rêxistinên mafên mirovan û însiyatîfên herêmî berpirsyariyên girîng digirin ser xwe, wek belgekirina binpêkirinan, komkirina delîlan, hişyarkirina raya giştî, têkoşîna li dijî gotinên nefretê, xurtkirina çanda jiyana hevbeş, piştgiriya qurbaniyan, bi taybetî jin û zarokan, zextkirina li ser hikûmetan, û pêşxistina diyalogê di navbera beşên cûda yên civakê de.”

‘Rojhilata Navîn çavkaniyek girîng a dewlemendiya çandî ye

Dîma destnîşan kir ku civaka sivîl, bi saya nêzîkbûna xwe ya bi gel re, dikare hem di pêşîlêgirtina pevçûnan û hem jî di başkirina birînan de rolek bilîze û wiha pê de çû: “Ew aktorek girîng e di pêşîlêgirtina zêdebûna pevçûnan û ji nû ve avakirina baweriyê ya di civakên bandordar de. Rojhilata Navîn bi dîrokî bi cihêrengiya xwe ya olî û etnîkî ve hatiye xuyangkirin ku çavkaniyek girîng a dewlemendiya çandî ye. Lê belê, gurkirina pevçûnên mezhebî vê mîratê tehdît dike, civakan vedigerîne pêvajoyên dabeşbûn û paşketinê.”

Ji bo aştiyê edalet şertek girîng e

Di encamê de, Dîma Huneydî kir ku parastina mirovan divê li jor hemû berjewendiyên siyasî û mezhebî were danîn û armanca bingehîn a qanûna navneteweyî, parastina rûmeta mirovan e. Ji ber vê yekê, dibêje ku pêwîst e her kesê ku van prensîban binpê dike, berpirsyar were girtin.

Mîsogerkirina edaletê ne tenê hewldanên hevbeş ên saziyên fermî ne, di heman demê de civaka navneteweyî û civaka sivîl jî hewce dike. Armanc ew e ku pêşî li bêcezatiyê bê girtin û mafên mirovan bên parastin.