Li Misrê qanûna nû sûda zarok a herî baş misoger dike an nakokiyan kûrtir dike?
Li Misrê Guhertina Qanûna Rewşa Kesane, bi taybetî derbarê rêza wesayetê û pêşîniya bav a piştî dayîkê de, bûye sedema nîqaşên berfireh. Pirsên li ser têgeha malbatê, berpirsyariya hevbeş û şiyana qanûndanînê ji bo bidestxistina hevsengiyê derdixe holê.
ESMA FETHÎ
Qahîre – Li Misrê nîqaşa li ser guhertinên qanûnên rewşa kesane, li hember paşxaneya rexneyên salan ên kombûyî ji nû ve tê. Ev rexne hem ji bavan ku bawer dikin ku qanûnên heyî rola wan di jiyana zarokên wan de kêm dike û hem jî ji rêxistinên jinan û mafên mirovan ku ji bo parastina zarok û dayîkan a piştî veqetinê, bi taybetî derbarê piştgiriya darayî, lênêrîn û aramiya psîkolojîk û civakî de, garantiyên bihêztir xwestine, tê.
Ji herdu aliyan jî rexne tên
Her çend guhertinên pêşniyarkirî hewl didin ku hin daxwazên dêûbavan ên derbarê serdan û wesayetê de çareser bikin jî, di heman demê de di nav beşek fireh a kesên ku bi mijarên malbatê re eleqedar dibin de fikaran derxistiye holê. Ev kes bawer dikin ku pêşanîdana bav a di rêkeftina welayetê de bêyî çareserkirina pirsgirêkên têkildarî piştgiriya darayî, garantiyên lênêrînê, an wekheviya di navbera bav û dayîkan de, dikare rê li ber krîzên nû veke. Ev jî rasterast bandorê li berjewendiyên zarok ên çêtirîn vedike.
Divê ev nirxandin veguherînên civakî yên heyî li ber çav bigre
Nîqaşa berdewam her wiha eşkere kir ku krîza di Qanûna Rewşa Kesane de ne tenê bi yek bendê ve sînordar e. Di heman demê de bi tevahiya pergalek ve girêdayî ye ku hewceyê nirxandinek berfireh e. Divê ev nirxandin veguherînên civakî yên heyî li ber çav bigre û di navbera mafê zarok ê aramî û lênêrînê û mafê dêûbavan ê beşdariya wekhev a di mezinkirina zarokan de hevsengiyek çêke. Her wiha, pêşî li îstismara zarokan ku wekî piyon di pevçûnên dirêjkirî yên piştî veqetînê de, bigre.
Di navbera du aliyan de nîqaş derdikeve
Ev guhertin, di navbera du alîgiran de dibe sedema nîqaşan. Alîgirên bawer dikin ku ew rola bav di jiyana zarokên wî de vedigerînin û beşdariyek mezintir di lênêrîn û perwerdekirinê de didin wî û dijberên ku dibêjin danîna bav bo pozîsyonek duyemîn dikare ji bo zarokan pirsgirêkên civakî û psîkolojîk biafirîne de çêdibin. Bi taybetî jî ji ber nebûna garantiyên têr ên derbarê lênêrîn, piştgiriya darayî û aramiya malbatê de.
Rewşa piştî zewaca dubare ya ji aliyê dayîkê ve
Nîqaşê derî li mijarên din ên têkildarî qanûna rewşa kesane jî vekir. Di nav vana de pirsgirêka windakirina welayetê ya piştî zewaca dubare ya ji aliyê dayîkê ve, mafên serdan û welayetê, asta erkê bavan a ji bo dabînkirina piştgiriya darayî û lênêrînê piştî veqetînê û pirsên derbarê lihevhatina hin bendan, bi prensîba wekhevî û ne-cudakariyê de, hene. Berjewendiyên çêtirîn ên zarok, hewce dike ku bav di fermana welayetê de piştî dapîran bimîne.
‘Zarok di salên xwe yên pêşîn de bi giranî hewceyî lênêrînê ne’
Abeer Hamdî, parêzerek pispor a di îtîrazê de û lêkolînera doktoraya di qanûna malbatê de ye. Abeer, bawer dike ku veguheztina bav ji bo rêza duyemîn a di fermana welayetê de, ne hewce ye ku xizmeta berjewendiyên çêtirîn ên zarok bike. Ew tekez dike ku zarok di salên xwe yên pêşîn de bi giranî hewceyî lênêrînê ne ku bi jinên di nav malbatê de ve girêdayî ye. Abeer anî ziman ku danîna bav berê di rêza şazdehan de neheq bû, lê di heman demê de, ew danîna wî rasterast piştî dayîkê red dike. Ew pêşniyar dike ku ew piştî dayîk, dapîra dayîkê û dapîra bav were danîn, da ku zarok di salên xwe yên pêşîn de lênêrînê herî nêzîkî hewcedariyên xwe yên psîkolojîk û rojane werbigre.
‘Divê zarok encamên zewacek têkçûyî an nakokiyên di navbera dêûbavan de nekşîne’
Parêzer Abeer destnîşan kir ku divê ev pirsgirêka bingehîn ji berjewendiyên çêtirîn ên zarok derkeve, ne ji nakokiyên di navbera bav û dayîkê de piştî veqetandinê. Abeer diyar kir ku divê zarok encamên zewacek têkçûyî an nakokiyên di navbera dêûbavan de, nekşîne. Wê her wiha hişyarî da ku danîna bav di rewşek duyemîn de, dikare bi pratîkî bibe sedem ku zarok di temenê ciwan de bi dayîkên xwe yên dawetparêz re bijîn. Abeer, got ku ev dikare ji bo zarokan krîzên psîkolojîk û civakî biafirîne, hin ji wan di nav malbata nû de bikeve rewşek ne guncaw an jî hestek bêewlehiyê ya domdar.
Krîzên ku dikarin bi guhertinên nû re xirabtir bibin
Abeer Hamdî destnîşan kir ku hin pirsgirêkên têkildarî welayetê hê jî ji bo jinan fikarek mezin in û wiha got: “Bi taybetî windakirina welayetê ji hêla dayîkê ve piştî zewaca dubare. Ev yek hin jinan ji tirsa windakirina zarokên xwe ber bi zewacên neqeydkirî ve dibe. Ev rewş dikare pirsgirêkên civakî û qanûnî yên ku tevgerên jinan û mafên mirovan hewl didin ku kêm bikin, nemaze di derbarê belgekirina zewacan û garantîkirina mafên qanûnî yên jin û zarokan de, ji nû ve hilberîne. Gelek bav piştî veqetînê berpirsyariya darayî ya li hember zarokên xwe radiwestînin. Her çiqas piştgiriya darayî û lênêrîn erkên qanûnî û olî ne ku bi veqetandinê nayên betalkirin jî.
Maf ji erk û wekheviyê nayên veqetandin
Kerîma El-Hefnawy, endama Partiya Sosyalîst a Misrê û Eniya Neteweyî ya Jinên Misrê ye. Kerîma, tekez kir ku her guhertinek li Qanûna Rewşa Kesane divê berî her tiştî li ser prensîba "berjewendiyên çêtirîn ên zarok" be û wiha pê de çû: “Di heman demê de edaleta di nav malbatê de û hevkariyek hevseng di navbera bav û dayîkan de di lênêrîn û perwerdekirinê de mîsoger bike. Ez piştgirî didim ku bav piştî dayîkê di rêza duyemîn de be. Lê divê maf bi erkên xwe re werin hevgirtin. Serdan, welayet û wesayet nikarin ji berpirsyariyên piştgiriya darayî, lênêrîn û perwerdekirina rast werin veqetandin.”
‘Pêwîst e dayîk welayeta zarokên xwe heta piştî zewaca dubare jî biparêzin’
Wê her wiha mijara wekheviyê derbarê zewaca dêûbavê û welayetê de anî ziman û wiha vegot: “Mafê berdewam ê bav ê welayetê ya piştî zewaca dubare dema ku dayîk welayetê winda dike, piştî zewaca dubare cudakarî li dijî jinan pêk tîne. Her wiha ew li dijî prensîbên destûr û peymanên navneteweyî yên têkildarî wekhevî û ne-cudakariyê ye. Pêwîst e dayîk welayeta zarokên xwe heta piştî zewaca dubare jî biparêzin. Heya ku berjewendiyên çêtirîn ên zarok zirarê nebînin. Nirxandinên rewşên malbatê divê li ser bingeha berjewendiyên rastîn ên zarok bin, ne li ser texmînên têkildarî zayendê.”
Cihê duyemîn ê bav hevsengiyê di nav malbatê de vedigerîne
Ji aliyê din ve, parêzer Aliya Askar ragihand ku pergala berê ya ku bav di rewşek pir nizm de digirt, beşdarî dûrxistina gelek bavan ji jiyana zarokên wan bû û wiha domand: “Bi taybetî jî, ji ber mafên serdanê yên sînorkirî ku pir caran tenê bi çend demjimêran di hefteyê de sînordar bûn.”
Derbarê fikarên li ser barên darayî an jî bikaranîna xelet a mafên serdanê de, Aliya bal kişand ser girîngiya danîna rêziknameyên qanûnî yên zelal ên ku serdanê birêve dibin û parastina zarokan, di nav de pêşîgirtina veguheztina wan bo bajarên din an sefera bêyî çavdêriya qanûnî. Aliya wiha got: “Divê dadwerî wekî desthilatdariya sereke bimîne ku di her rewşê de xwediyê desthilatê ye ku berjewendiyên çêtirîn ên zarok diyar bike. Çi bi parastina welayetê bi dayîkê re, veguheztina wê ji bav re, çi jî dayîna wê ji endamek din ê malbatê re.”
Pêşeroja Qanûna Rewşa Kesane
Nakokiyên li ser guhertinên welayetê tevliheviya qanûna rewşa kesane li Misrê nîşan dide. Bi taybetî jî, ji ber têkiliya aliyên qanûnî, civakî û psîkolojîk ên têkildarî têkiliya di navbera zarok û dêûbavên wan de ya piştî veqetandinê. Di nav daxwazên berfirehkirina mafên bavan di derbarê serdan, welayet û wesayetê de û fikarên jinan di derbarê bandora hin guhertinan a li ser aramiya zarokan û mafên dayîkan de, pirsa herî girîng dimîne. Çawa dikare qanûnek dadmendtir were çêkirin ku berjewendiyên çêtirîn ên zarok garantî bike û di heman demê de hevsengiyek di navbera maf û berpirsyariyan de di nav malbatê de biparêze?
Ev nîqaş her wiha hewcedariya nirxandinek berfireh a Qanûna Rewşa Kesane eşkere dikin. Ev piştrast bike ku reform ne tenê bi rêziknameyên welayetê ve sînordar in, di heman demê de dihîjin mijarên nefeqeyê, lênêrîna hevbeş, welayeta perwerdehiyê û garantiyên parastina civakî û qanûnî ji bo zarok û jinan piştî veqetînê. Bi vî rengî edalet û aramiya malbatê mezintir pêk tê.