Li Mexribê jin parastina yasayî dixwazin

Li gel pirrengiya qanûn û nivîsarên yasayî yên cihêreng ku tê texmînkirin jinan biparêzin, parastina jinên Mexribî hê jî rehînekî avahiyek civakî û yasayî ye ku cudakariyê bi awayên nû ji nû ve diafirîne.

HENAN HERÊT

Mexrib – Tevî pêşketina yasadanînê ya Mexribê jî, di 10 salên dawî de, gelek jin hê jî bi talanî dipirsin, "Gelo qanûn dema ku ez mexdûr bim bi rastî min diparêzin?" Ev pirs di şahidiyên jinên ku di warê jinberdanê, welayeta zarokan, kar û aliyên din ên jiyana rojane de ku bi tundî, piştguhkirin û sînordarkirinên zagonî re rûbirû mane, tê dubarekirin.

Di vê raporê de, em pirsa bingehîn tînin ziman: Gelo hebûna qanûnê têr dike? An jî bandora wê bi wê astê tê pîvandin ku dema ew hewcedarê wê ne çiqas edaletê ji jinan re peyda dike?

Ji destpêka hezarsaliya sedsalê ve, Mexrib çend metnên qanûnî qebûl kirine ku di wê demê de wek serhildanek ji bo jinan dihatin hesibandin. Hinek ji wan zagona malbatê, zagona 103,13 a têkoşîna li dijî tundiyê û zagona kar in. Tevî girîngiya van zagonan, rastî ev e ku jinên Mexribî hê jî bi astengiyên qanûnî û sazûmanî re rû bi rû dimînin.

Her çiqas di Qanûna Cezayê ya Mexribê de bend ên ku tundiya li dijî jinan, destdirêjî û tecawizê ceza dikin hebin jî, hin bend di nav saziyên mafên mirovan de hê jî nakok in. Wek pênaseya qels a tecawizê û sînordarkirina wê ya bi têkiliya cinsî ya bi zorê û nebûna pênaseyeke zelal û rast a tundiya aborî û derûnî. Rêxistinên jinan daxwaza reformeke radîkal a vê qanûnê dikin ku dadmendiyeke rastîn ji bo mexdûrên jin mîsoger dike.

Dema ku zagon dibe sînordarkirinek

Fatimê H. dayîka du zarokan e. Piştî hevberdanê welayeta kurê xwe wergirtiye, lê ew matmayî bûye dema ku dîtiye biryarên derbarê zarokên wê de hê jî hewceyî razîbûna mêrê wê yê berê ne. Fatimê H wiha got: "Min dixwest dibistana kurê xwe biguherînim da ku ew nêzîkî mala diya min be, lê dibistanê got ku razîbûna bav pêwîst e."

Salwa R jineke di 30 saliya xwe de berdayî ye, dibêje ku çawa li mala xwe ya zewacê rastî tundiya psîkolojîk û aborî hatiye, dema ku biryar daye ku rûbirûyê wê bibe, piştgiriyek têrker nedîtiye.

Biryarek ji aliyê Dadgeha Yekem a li Meşraa Bel Ksiri ya Mexribê ve hat dayîn ku tê de bersûcek ji ber êrîşa fîzîkî ya giran a li dijî jinekê du meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev biryar di nav mafên mirovan û civakên sivîl de nerazîbûnek berfireh derxist holê, bi taybetî piştî eşkerekirina hûrguliyên dozê. Êrîşa ku jinek bi navê Xedîce tê de bû, birînên kûr li ser rûyê wê hiştin ku bi tevahî 88 kêl pêwîst bûn.

Gelek zagon hene lê edaleta pêwîst pêk naynin

Aktîvîsta Hiqûqî û Endama komeleya Hevgirtina Jinan Mecdûlî Elî diyar kir ku ji ber nebûna garantiyên ji bo bicîhanîna rastîn, pêşketina zagonî netemam e û got: "Qanûn hene, lê hin bend hewceyî nirxandinek cidî ne. Bi taybetî yên têkildarî wesayetê, delîlên tundiya psîkolojîk û bihêzkirina aborî ya jinan. Zagona Cezayê, zagona Malbatê û zagona Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan hemû jî nikarin edaleta tê xwestin bi dest bixin û di gelek rewşan de, ew bi Destûra Bingehîn a Mexribê û peymanên navneteweyî yên ku Mexrib pê ve girêdayî ye re nakok in. Divê qanûn tenê bi aliyên madî ve sînordar nebe, bi aliyên psîkolojîk û mirovî yên zarok jî li ber çavan bigire."

Gelek kêmasî di zagona li dijî tundiyê de hene

Mecdûlî Elî destnîşan kir ku feraseta mêr hê jî li ser qanûndanînê serdest e û pêşveçûna wê asteng dike û wiha axivî: "Ev feraset ne hewce ye ku li ser metnên olî yên teqez were avakirin. Divê li ser şîroveyên dadwerî yên kevnar e ku êdî bersiva veguherînên civakî nadin. Ev kêmasî jinan di rewşek bêparastin de dihêle û bandora qanûnê di pêkanîna astengkirin û edaletê de sînordar dike. Em hewceyî qanûneke malbatî ya modern in ku pirrengiyê di nav tevna civakî de nas bike û parastina yasayî û civakî ji bo hemû pêkhateyên malbatê bêyî cudakarî mîsoger bike."